CANPOLA BEDEW ÇÛ NAV GERDÛNÊ
Çavkanî: Karin Bojs, Dagens Nyheter, Swêd
Werger: Zagrosê Hajo
Ev cara pêşî ye ko zîndewerek ji Zemînê vêvirî li nav gerdûnê vedimêne. Lêkolînvanên swêdî li pişt vê azmûnê ne.
Berî du salan ezmangerê (astronaut) swêdî Christer Fuglesang li nav boşaya ezmên seyrana gedûnî kir. Wî cilûbergên gerdûnî yên NASAyê (National Aeronautics and Space Administration) li xwe kiribûn. Ew cilûberg ji bo parastina jiyana Christer bûn û giraniya wan 100 kg bû.
Dema ezmangerên (taikonaut) çînî berî çend rojan li nav boşaya ezmên seyrana gedûnî kirin, ji bo wan jî cilûbergên taybet hatin dirûtin.
Lê dema sala buhûrtî hirçekêzên (Tardigrade, naskirî bi Water bears) ji Öland rêkirin nav valayiya ezmên ti cilûberg li wan nekirin, ew şilftazî di boşayiyê de ketine nav tîrêjên gerdûnî. Hin ji wan kêzikan bûne mertalê tîrêjên ultraxemrî (ultraviolet) yên pir dijwar.
Tiştê pir balkêş ew bû piraniya wan kêzikan veman (survived), na, bi ser de gelekan ji wan hêk kirin û çêlîkên saxlem ji wan re çêbûn.
Ingemar Jönsson, jîngehzanê ji Zankoya Kristianstad dibêje:
- Ev raz (mystery) e.
Jönsson bi hogirên xwe re li ser vê azmûna balkêş raportek di kovara zanistî Current Biology weşand.
Piştî ko satelîta rûsî Foton-M3 ji Baykonûra Kazaxistanê hilkişa bilindiya 300 km qotiya ko kêzik tê de bûn hate vekirin û ew rûbirûyî tîrêj û valayiya gerdûnî kirin. Satelît deh rojan li dora zemînê zîvirî û pê re kêzik bi temamî di valyiya ezmanî de vêvirî hiştibûn.
Di valayiya gerdûnî de mirov piştî çend xulekan, ji ber nebûna oksîjênê dimire. Û eger bi rengekî ji rengan oksîjên li ber dest be, dîse jî dê mirov ji ber ziwabûnê piştî çend xulekan bimire. Valayiya gerdûnî cihekî bêpîvan ziwa ye. Lê ji heyamên berê ve, bi guhorînên gav bi gav kêzikan karîbûn bi rengekî taybet, li gor mercên ziwayiyê, xwe biguncênin. Ev kêzik di golên vêl de û li nav çiravan dijîn. Ew pir piçûk in, bi tenê çend mîlîmetr in, ew nikarin bi hêza xwe xwe ji cihekî biguhêzin cihekî din. Ji ber wê divabû ko ew li gor hêwabûn û mercên jîngeha xwe xwe biguherin, dema çirav hêwa dibû ew vedijîn û dema ziwa dibû ew neçalak (inactive) dibûn.
Ingemar Jönsson dibêje:
- Mirov dikare bibêje ko e weke hirçan dikevine xewa zivistanê. Tiştê ew di çerxa jiyana xwe de dikarin bikin ti kes nikare bike.
Piştî ko kêzik ji nav gerdûnê vegeran, lêkolînvanan hogirên wan, yên li Kristianstad mabûn, anîn û ew dane bara hev. Derkete meydanê ko ti bandora boşaya gerdûnî li kêzikên gerhok nebûbû. Veman (surviving) di nav herdû koman de weke hev bû. Anîna hêkan û mezinkirina çêlîkên saxlem weke hev bû.
Ingemar Jönsson dibêje:
- Ji lêkolînvanên nexweşiya penceşêrê re ev diyarede pir balkêş e. Em nizanin vemana kêzikan ji kû tê, lê em behwer dikin ko pirs bi şiyana çakkirina (repair) DNA ve girêdayî ye. Kêzik şaneyên xwe, yên ziyan li wan hatiye kirin, çak dikin. Ji xwe têkilî di nav ziyana ko li şaneyan dibe û peydabûna penceşêrê de heye.
Ji bilî wê dîtane (theory) hene dibêjin ko bi salan re ziyan li şaneyan dibin. Ew ziyan dikevine ser hev û di encamê de pîrbûna zîndeweran rû dide. Eger mirov tê bigehe ka laşê van kêzikan çawa kar dike, dibe ko di pêşerojê de di kêşeya pîrbûnê de sûd jê hebe.
Herweha wêneyê tarî yê metirsiyên ji ger û seyrana li nav gerdûnê dê bi saya serê vê kêzikê were guhertin.
- Ji bo astronautan pirsa xweparstina ji tîrêjan pir giring e. Tîrêjên gerdûnî yên Rojê metirsiyeke mezin e ji zîndeweran re. Ji ber vê zanîna çawaniya xweparistina zîndewran ji tîrêjan pir bi nirx e.
Mirov dikare di pêşerojê de di sîtemên jîngehî (ecologicall system) de li êzgehên gerdûnî (space station) tiştên xwarinê biçêne û xwedî bike, wek şînî û ajelan.
Lêkolînvan li ber xwe didin, da zanibin ka zîndewer çiqasî dikarin li derveyî Zemînê bijîn û vemênin. Wek nimûne zîndewer çiqsî dikarin bi stêrên bi dûv (meteorit) re li nav gerdûnê bigerin û zindî vemênin. Ev raman ji nû ve geş dibin.
Ingemar Jönsson dibêje:
- Ta niha li nav gerdûnê azmûn li ser çend tuxmên zîndeweran hatine kirin, ji wan baktêrya, kurmik û hirçekêz. Tibabeke piçûk ya baktêryan vemaye. Li hemberî wan kurmik ta radeyke mezin dikarin bê ziyanên mezin vemênin. Lê xweş hate diyarkirin ko ev kêzik li cîhanê yên bi rastî canpola ne.