ÇAVÊN BYONÎKÎ BO KORAN

çavkanî BBC NEWS
werger Zagrosê Hajo
Zanayên emerîkî çavên byonîkî ji bo koran çêkirine, da karibin bibînin.
Ev çavê byonîkî biheketiye ji çîpekî komputerî, yê ko di binê çavê mirovê kor de tê çandin, çîp jî bi kamerayeke vîdyoyî ve girêdayî ye û kamera di berçavkê de hatiye bicihkirin.
Tîrêjên wêneyên bi kamerayê têne giritin diçine ser çîpê komputerî. Çîp wêneyan dike tewjimên (impulse) ko mêjî dikare wan bixwêne û şirove bike.
Ev amîr ji dahînana Profesor Gislin Dagnelie ye ji zankoya Johns Hopkins University li Baltimore.
Professor Dagnelie di konferensekî de li Royal National Institute for the Blind li Londonê dûrûdirêj karê vî amêrî şirove kir.
Professor Dagnelie hêvî dike ko ceribandina vî amêrî li mirovan dê di navbera salekê de were pêkanîn.
Dagnelie dibêje “Erê wêneyên bi vî çavê destkarî pir ji wêneyên nimûneyî dûr in, lê ew têra xwe zelal in, da bike yê kor karibe rûyê mirovan ji hev nas bike.”
Biserketina vî amêrî belkî alîkariya korên ko deqa ronahiya çavê wan kul dibe, bike. Ev nexweşî dibe sedema herî bêhtir ya koratiyê. Li Brîtaniya ev nexweşî bi 500 000 kesî ketiye.
Ev nexwweşî diqewime dema, dema ko deqa ronahiya çavê mirov kul dibe. Ew deq di nîvê tora çav de ye, cihê ko ronahî lê digehe hev û ji wir ronahî diçe ser rayê ko signalan dibe nav mêjî.
Çîpê di nav çav de hatiye çandin sîgnalan ji şanikên xirabûyî, di deqa ronahiyê de, derbas dike û digehêne şanikên jînbar yên rayê ko ji çav diçe nav mêjî û wan şanikan hêrz dike.
Dîtina ronahiyê
Professor Dagnelie got: “Gelek elektrod ji çîpê di nav çav de çandî, derdikevin. Eger tu yek elektrodê hêrz bikî, mirov dê yek xala ronahiyê bibîne.”
Wan ta niha çîpên xwedî gelek elektrod ceribandine, lê amîrê dawî, da wêneyên baş bide dê xwedî 50-100 elektrodan be.
”Em hêvî dikin, ko ev dê bes be, da mirov karibe riya xwe di nav avayiyan de bibîne, derî û pencereyan bibîne û berê xwe ji ser konçalan biguhere.”
”Ji me re wêne tiştekî sereke ye, lê ji morovekî kor re ev amêr gaveke pir pêşketî ye.”
Û wî hê bi ser ve kir û got: ”Hêjî hinek kar pêwist in bêne kirin û li hev bêne kok kirin. Ji mirovê ko bêrê didît re û rû ji hev nas dikirin, dê ev teknîk negehayî be.”
Wî got ko hînkirina mirovên kor, da wan wêneyên tevlîhev şirove bike, dê pir alîkariyê bike.
Anita Lifestone ji RNIB got: ”Ev parçeyekî şoreşane ye ji teknolojiyê û bi rastî bingeh jê re heye, da karibe jiyana mirovan biguhere. Lê dive em ji bîr nekin, ko hêjî çend gav di pêşerojê de gerek in.”