
Berî demekê PC
World lîsteya berhemên it yên di hemû heyaman de herî baş bûn weşand. Va
Computerworld jî lîsteya berhemên herî bêkirkêr dixe ber destên me. Nûyîtiyên
mezin di hin ji wan berheman de hebûn, lê ew li pêşiya dema xwe bûn û ji ber wê
ew zû binax bûn. Wek nimûne komputerê Apple yê destan Newton e, yê hê di sala
1993 derkete nav bazarê.
Hin ji wan berheman hêjî bi rêjeyeke piçûk têne bikaranîn, lê wan ti serkeftinên
ko berhemdar (producer) û çapemeniyê pê derkete nav bazarê bi dest neanîn. Wek
nimûne Digital Audio tape û DAT, ya gerek bû cihê şelîtên kazêtan bigirin. Ew hê
li cem çendek pisporên dengtomarkirinê dimêne lê li ser refikê hatiye danîn.
Berhemên din hema bi kurtî bi gotinên Computerworld ”ew bêkêr bûn”. Wek nimûne
programê Microsoft ji bo Windows 3.1 yê bi navê Bob bû. Programê Bob ji bo qada
grafîkê hatibû nivîsandin.
Kovara Computerworld berhem bi vî awayî nijinandine:
|
Berhem |
Celeb (category) |
|
|
|
|
Apple Newton |
Komputerê destan |
|
DAT |
Kazêttomarkerê pencekî (digîtal) |
|
DIVX |
Filmên DVD yên piştî demekê tên paqijkirin û ji nû ve tomarkirin |
|
Dotcom |
Dilgeşiya bi dezgehên IT yên nû |
|
E-pirtûk |
Pirtûkên digîtal û xwendevan |
|
IBM PCjr |
PC bo budçe |
|
Internet currency |
Pereyên girîmarkî (virtual) ji bo kirîn û firotinê bi riya tora internetê |
|
Iridium |
Telefonkirina mobîl bi riya satelîtan |
|
Microsoft Bob |
Programê grafîkê ji bo Windows 3.1 |
|
Net PC |
Termînalên komputeran bo tora internetê |
|
Nivîsgehên bê kaxez |
Hemû belge dibine digîtal |
|
Push technology |
Informasyon bi riya tora internetê wek radyoyê tê weşandin |
|
Amêr û alavên jîr |
Sarinc û yên weke wê bi internetê ve têne girêdan û ajotin |
|
Rastiyatiya girîmanekî (virtual reality) |
Berçavk ji bo cîhana 3D (3-dûrî) |
|
Apple Lisa |
Komputerê kesînî |
|
Dreamcast |
Parçealavê bo leystikên vîdeo |
|
NeXT |
Komputerê kesînî û sîstema operatîv |
|
Qube |
Set-top box bo kirêkirina kanalên televizyonê |
|
Dengnasîn |
Mirov dikare bi deng fermanan bide komputer |
|
WebTV |
Internet bi riya televizyonê |
|
OS/2 |
Sîstema operatîv |