BER BI EZMÊN VE HILFIRIN, TRAFÎK XITIMIYE!
Çavkanî: Maggie Shiels, Technology reporter, BBC News, Silicon Valley
Werger: Zagrosê Hajo
Çara riyên hatûçûnê yên tijî terembêl û hatine xitimandin ew e, ko em bi alîkariya firok-terembêln dureg berê xwe bidin ezmên û ev jî dê şoreşekê di jiyana civakê de çêbike.

Gelo firîn dibe alavê veguhastinê yê rojane?
Ev pirs di semînerekî de li pêşangeha balafirên kehrebayî li firokxaneya San Fransîskoya Kalîfornyayê hate kirin. Mijara semînar pêşveçûnên bîst salên li pêşiya me bû. Yek ji yên ko destên xwe li sînorên teknelojiya kesk dipelêne Richard Jonesê ji Boeing Phantom Works e.
Ew dibêje:
- Ez îro li ser firînê diaxivim û çawa firîn dikare bibe alavê veguhastinê yê rojane. Veguhastin civakê diguhere. Dema mirovan dev ji hesp û erebê beran wan du kîşwerên (continent) nû vekirin. Berî 150 salî makîna hilmî Emerîka kire netewe. Îro bi saya serê terembêlan 50 ji sedî ji mirovan li cihên ava dijî. Û di van 50 salên derbasbûyî de pîşesaziya balafiran cîhan kire yek gund.
Veguhastina pêşerojê
Koma lêkolînên Boing nexşeya makîneyeke dureg (hybrid) dideyne, ew makîne dikare her carekê 480 kîlometran li ser bejê û li nav ezmên bigere. Di vê makîneyê de dê GPS (Global Positioning System) hebin û hînkariyên firînê yên komputerkirî (computerised flight instructor) jî di amîretên ajotinê de hebin, da ko her şofêr karibe hesanî û bê meşqên dirêj wê bajoyê û bifirêne.
Rêzdar Jones behwer dike ko ajotina vê balafira hevgir (compact) dikare ji ajotina terembêlê hesanîtir be. “ dibe di şûna ko şofêr guhê xwe bidin ajotinê ew dê rojnameyên xwe bi rê de bixwênin.” Wî got ko “Kehrebe yan jî baterî dê wa bikin ko ew paqijtirîn guhêzerandina (transportation) pêşerojê bin”
Endazyar, zane, semyandar û birevebirên karan, yên vexwendî çalakiyên pêşangehê, gelekî dilxweşiya xwe bi van dîtinan anîn.
Serokê rêxistinê Brien Seeley got ko belko (probability) gelekî bilind e, da mirov behwer bike ko bi sala 2030 re dê ev dureg bibin parçek ji jiyana me ya rojane û 1.2 milyard guhêzer dê di nav riyên me re herin û werin.
“Dema terembêla te ya ko di trafîka xitimî de her 100 kîlometerî 17 lîter benzîn bixwe û tu di ser xwe re bibîne çawa balafir di ser serê te re guvguvê dikin, tê bibîne çawa dê zikê te ji wan biêşe û tu jî tê bixwazî hilfire”