BEHRAM NÊZÎKÎ ZEMÎNÊ BÛYE

Behram ji 5000 sal ve ti cara weke van rojan nêzîkî Zemînê nebûye

 

Çavkanî CNN News

Werger Zagrosê Hajo

Gerdûnhezan êvara yekşembê 27.8.2005 extera Behram bi ciwantirîn rengî dîtin

 Gerdûnhezan êvara yekşembê 27.8.2005 extera Behram bi ciwantirîn rengî dîtin,  ew pir geş di ezmên de diçirise, ji ber ko ji 5000 salan û bi vir de weke van rojan nêzîkî Zemînê nebûye.

Her du salan carekê Behram û Zemîn li yek aliyê Rojê nêzîkî hev dibin. Lê roja şemiyê 27.8.2005 dûrbûna di navbera Behram û Zemînê de bûbû 54.7 milyon kîlometr û ev yek ji 5000 salan ve neqwimiye. Ji ber wê jî dîtina Behram van rojan pir hesan e, piştî Heyvê ew laşe herî geş e di ezmên de û kesên li başûrê Zemînê dijîn dê hê hesanîtir exterê bibînin, ewê Behram di nîvê ezmên de bibînin.