Gelo cihek ji Xwedê re di fîyaya nû de heye?
Çavkanî: Kaianders Sempler, Ny Teknik, Swêd
Werger: Zagrosê Hajo

Berî çend salan, li Washington ez beşdarî konfrensekî bi navê "Cosmic Questions" bûn. Jimareke fîzyazan û gerdûnnasên herî naskirî li ser zêrevaniyên dawî guftûgo dikrin, û dixwestin nasbikin ka ew çi bandorê li afirandina dîtinên me li ser gerdûnê dikin. Pirsa ko herî bêhtir bal bi ser xwe de dikişand ev bû, gelo cihek ji Xwedê re di fîzyaya nû de heye.
- Na, fîzyazan û xelatwegirê Xelata Nobel Stephen Weinberg bi awayekî vebir bersiv da.
- Erê, fîzyazanê berê John Polkinghorne, yê ko niha bûye keşayekî anglîkanî, bersiv da û şirove kir, ko bê hebûna Xwedê afirandina gerdûnê bi ti awayî nakave seriyan.
- Erê-na, gerdûnnas Alan Guth got ko di rastiyê tiştek heye, ew jî weke firavîneke belaş e. Her tişt dide xuyakirin, ko gerdûn ji ber xwe, ji netiştekî çêbûye.
Di heyamên kevnare de, di destpêka fîzyayê de, dihate behwerkirin ko valatî di gerdûnê de nîne. Gerdûn bi madeya xwe tê naskirin. Piştre çawa dê ronahî yan jî hêzên din karibin di nav valatiyê de belav bibin? Belavbûn, bê navgîn nikare di nav valatiyê de pêkwere? Ma pêl dikarin di nav golekê de belav bibin eger av nebe? Mirov tanî ber çavê xwe ko madeyeke veşartî bi navê eter (ether) heye, ew di nav her çar kenarên dinayê de diherike, ew made yan gewher e yan jî hêmanê (element) pêncan e (di fîzyaya berê de dihate behwerkirin, ko dinya ji çar hêmanan hatiye avakirin: agir, ba, av, ax).
Piştre, di sala 1887an de, Michelson û Morley bi azmûneke navdar derxisin, ko eter nîne. Bi wê rê li ber Einstein vebû û wî dîtaneya taybet ya rêjeyîtiyê (special theory of relativity), li ser xurtbûna ronayiyê ya neguhor (constant), ava kir. Lê va dîse, piştî sed salî, tiştekî weke eter ketiye nav rojeva fîzyazanan, tevlî ko wan navekî din lê kiriye ”zeviya valatiyî”.
Valatî ne bi tewawî vala ye. Wize (energy) di valatiyê de heye. Wize jî di forma ”zeviya valatiyî” de ye. Ew wize dike ko laşikên hêmanî (elementary particle) yên girîmankî (virtual) weke belbelîskan ser av û bin av bibin û ji nişkê ve winda bibin. Laşik, cot bi cot, demkî wizeyê ji zeviya valatiyê deyn dikin û ew dibine made, piştre zû deynê xwe divegerênin û ji nû ve winda dibin. Dibe ev gotin weke dîtaneyeke kovî bê xuyakirin, lê bi rastî bi azmûne ev yek dikare bête nîşandan, çawa laşikên girîmankî (virtual particle) tevlî karlêkirinên di nav laşikên hêmanî de diqewimin, dibin. Bi gotineke din valatî tevlî prosesên fîzyayî dibe.
Alan Guth û Andrej Linde dibêjin ko valatî bi xwe netebte (unstable) ye. Vehejîn (fluctuation) di zeviya wizeya valatiyê de dikarin bikin, ko ji nişkê ve valatî bi lezeke mezin vezîle, gişt çawa ko balgehê lêkdanê (crashbag) ji nişkê ve tê pifdan. Sedema ew e ko zevî xwenegirtî ye, gişt weke ko mirov bixwaze pênûsekê tîtkî li ser serê wê rawetêne – ew bi pifekê dikeve. Dema valatî, bi vî awayî, dikeve astê hevsengiyeke (balance) nû, tibabeke mezin ya wizeyê tê berdan. Ev wize dihêle ko dûrayiyên (dimention) valatiyê bigehine cihên dûr û fereh. Piştî vê, wek tê gotin, faza inflasyona gerdûnê dikeve rewşekê ko êdî ew nema bi lez fereh dibe. Piştre bi demekê laşikên hêmanî hin bi hin tîr dibin û ew dibine made. Vehjînên çendikî (quantum fluctuation), yên heyama berî inflasyonê, haveynê tîrbûna madeyê dideynin û ji wî haveynî piştre stêr û galaksî têne afirandin.

Alan Guth û Andrej Linde, nîşanderên inflasyonê. Wêne ji cem Kaianders Sempler e
Ev e senaryoya afirandinê ji netiştekî, creatio ex nihilo, ne Xwedê jê re dive û ne jî şiroveyên din yê metafîzyayî. Her tişt bi serê xwe karê xwe dike, û di rastiyê de gerdûna me bi xwe jî belbelîskek e di nav kefa çeqilmast de, her belbelîskeke din jî gerdûna xwe ye.
Ji çaxê ko Edwin Hubble di salên 1920an de guhastina sor (redshift) li cem galeksiyên dûr da nîşandan, ji hingî ve em dizanin ko gerdûn divezîle. [Li gor fîzya û di stêrzaniyê, guhastina sor diqewime dema ko tîrjdana kehremagnatîsî, adetî ji tîrêjên ronahiyê re tê gotin, ya ji heyberekî diweşe yan jê dipeke, ber bi dawiya rengê sor ve, ya şebenga kehremagnatîsî, dişemite]. Gelo di dawiyê de dê rakêşa (grvitation) baristê (mass) karibe vezîlandina gerdûnê rawestêne û piştre wê bi ser hev de bêne? Gelo dê di dawiyê de her tişt li bin guhê hev bikeve û di yek xalê de li hev bicive? Mirov gelekî hizra xwe daye van pirsa û naskiriye, na ne wa ye. Lêkolîn didne xuyakirin ko vezîlandin dê ta nemayê berdewam bike, hê bêhtir, ew didne xuyakirin ko gerdûn bi tawdan (accelration) divezîle. Xuya ye ko li hemberî rakêşê hêzeke ”tarî” heye û hokariya xwe dike, hêzeke ko bi darê zorê galaksiyan ji hev dûr dike. Ew hêz, ne weke rakêşê ji madeyê der tê, lêbelê ew ji nav valtiyê bi xwe tê, ew ji nav zeviya valatiyî tê.
Ramanên fîzyzanan, li ser bingehên herî kûr yên gerdûnên, her zêde dibin û her aloztir dibin. Lêbelê nema êdî delîveyên teknîkî û aborî hene, da mirov bi azmûnan raman û dîtaneyên wan teqez bike, yan bervajiya wê wan pûç û vala derxe. Gelo made di koka xwe de ji supertêlên lereker (vibrating) di deh dûriyan (dimention) de hatiye avakirin? Dibe jî ko yazdeh dûrî bûn? Gelo laşikên superhevta (supersymmetrical) yên hê nehatine vedîtin, bi zehfî, hene?
Rewş bûye weke ya ko şagirtên dibistanên olî, yên filehên Ewropa sedalên navîn, xwe tê de didîtin dema dixwestin çareyan ji pirsan re bibînin, pirsên weke, çend firîşte dikarin li ser serê derziyekê rawestin. Dibe ko bi demê re mirovekî weke Einstein serê xwe hilde û bi çend gavên jîr bi rêzaneke hesan pergalê serrast bike. Ta niha pirs û bersiv hevdû nagirin, weke ko nivîskar Douglas Adams di pirtûka xwe ya navdar de ’Xwaringeha li Keviya Gerdûnê’ (The Restaurant at the End of the Universe) dinivîse:
”Dîtaneyek heye dibêje, eger kesek were, bi ser ve bibe, rast û durist nas bike, ka gerdûn çi ye û çima ew heye, ew dê yekser winda bibe û dê bi tiştekî din bête guhertin. Dîtaneyeke din heye dibêje, ko hema ji xwe ev qewimiye jî.”