5 SALAN LI SER BEHRAM: WÊNEYÊN HERÎ CIWAN

 

Çavkanî: Nancy Atkinson, DLR

Werger: Zagrosê Hajo

 

Di vê meha kanûna yekê de satelîta bi navê “Mars Express spacecraft” pêncsaliya karê xwe di çerxa dora extera Behram de pîroz dike. Di dirêjiya van salan de dezgeha elmanî “German Aerospace Center DLR” komek wêneyên herî pak yê kamera bi navê “High-Resolution Stereo Camera (HRSC)” dane hev, ew kamara sereke ye li ser pişta satelîtê.

 

“High-Resolution Stereo Camera (HRSC)” kamara sereke ye li ser pişta satelîtê

 

Dîmenên di van wêneyan de xwedî kavlîta bilind in û ji goşeyeke werb ve hatine girtin. Û va ne hin wêneyên herî baş, yên kamera HRSC, ji Behram li jêr in:

 

Ava ko bûye qeşa di kraterekî Cemserê Bakur de, Çavkanî: ESA/DLR/FU Berlin (G. Neukum).

 

Mozayîka Echus Chasma. Çavkanî: ESA/DLR/ FU Berlin (G. Neukum)

 

Wêneyê Echus Chasma li ber dilê min yê herî şêrîn e. Ew ji deşta bilind ya bi navê Lunae Planum e, ya ko li bakurê Valles Marineris dikeve. Ew Grand Canyona Behram e. Xeyalekî fereh nepêwist e, da mirov bipejirêne, ko di heyamên berê de av li van deveran diherikî..

 

Va ev jî wêneyekî rengîn e ji Coprates Chasma û ji Grabenkette. Ew li rojhilatê Valles Marineris dikevin.

 

 

 

Kamêra HRSC ne tenê wêneyan rast di bin xwe re digire, ew herweha ji goşeyên werb ve jî wêneyan digire û ev dike ko kûrayiya dîmen pir zelal were dîtin, ew weke wêneyên 3-D (three dimentional, sê dûrayî) ne.

 

Ev wêneyê ji Hebes Chasma newala herî kûr ya Behram şanî me dike.

 

Hebes Chasma Çavkanî: ESA/DLR/FU Berlin (G. Neukum).

 

Kamêra HRSC wêneyên tevaya exterê girtine. Wêne rengî û 3-D ne, bînahiya wan jî 10 metr e, kar li ser wêneyê vê herêmê dibin da ko bînahiya wan bibe 2 metr û ew wek 3-D bêne dîtin.

 

Ev wêne jî ji bakurê exterê ye, ji herêma Chasma Boreale ye.

 

 

Behram Cemserê Bakur. Çavkanî: ESA/DLR FU Berlin (G. Neukum)

 

Li jêr dîmenê Aureum Chaos e, ew li rojhilatê Valles Marineris dikeve. Di dîmen de girên rengereng serê xwe dihildin, ji ber bandora seqayê serê van giran pir kuh bûye. Gera wan giran pir ji hev cudaye, ew ji çend kîlometran ta bigehe dehên kîlometran distêne.

 

 

Dîmenê Aureum Chaos ji bakur ve. Çavkanî: ESA/DLR/FU Berlin (G. Neukum).

 

Niha çend gotin li ser dîroka Mars Express, ew diduyê hezîrana 2003 ji Baikonur Cosmodrome li ser pişta rakêta Soyuz-Fregat berbi Behram ve hatiye firandin. Aramanca Mars Express ew e, ko li avê û li derfetên peydebûna jiyana behramî bigere. Mars Express şanda Ajansa Gerdûnî ya Ewropî (European Space Agency (ESA)), ya ber bi Extera Sor ve, ye. Ew bi hevkariya gelek dezgehan pêk hatiye,  nemaze yên ji Fransa, Alêmanya, Brîtanya Mezin, Îrland, Îtalya, Japon, Holanda, Norwêj, Rûsya, Swêd, Spanya ê DYA. Şand ji du beşan pêk hatiye beşê yekê di çerxekê (orbit) de li dora exterê maye û beşen diduan çûye da li ser exterê deyne, lê mixabin di 24.12.2003 ew li Behram ket û pelixî (crashed). Hêjî Mars Express di çerxeke bazinî de li dora Behram digere, û ev cara diduyan e ko karê wê tê dirjkirin û ew dê ta gulana 2009 bidomêne.

 

 

Di dawiyê de gerek e bête gotin ko Mars Express ne bi tenê wêneyên Extera Sor dikişêne, ew herweha wêneyên heyva Behram ya bi navê Fobos (Phobos) jî digire. Di 23 hezîrana îsal de 93 ew kîlometran nêzîkî Fobos bûbû û wêneyên herî zelal yên vê heyva piçûk û xwaromaro (irregular) girtin.

 

Ev wêneyên win dibînin jimareke piçûk e ji wêneyên pir balkêş yên Mars Express di van pênc salan de girtine.