14 ERKÊN HERÎ GIRING LI SER MILÊN ENDAZYARAN

Çavkanî: Marie Alpman, Ny teknik, Swêd

Werger: Zagrosê Hajo

Ji aliyê endazyariyê ve, kîjan berhengarî (challenge) serê xwe li hemberî mirovatiyê bilind dikin? Kovara akademiya zanistiya endazyarî ya emerîkî ew pirs ji pisporên seranserî cîhanê kir, û ji bersivên wan 14 erkên herî giring yên li ser milên endazyarên cîhanê derketin pêş.

Berhengariyên mezin li hemberî mirovatiyê hene, lê endazyar dikarin çarê ji wan re bibînin û cîhanê ji gelek arîşeyan rizgar bikin. Hêviyeke bi vî rengî di peyama National Academy of Engingeering ya emerîkî de tê dîtin.

Di malapereke taybetî de ev her 14 erk hatine civandin û mêhvan jî dikarin dengê xwe bidin û li gor dîtina xwe erkê herî giring hilbijêrin.

Wizeya arzan ji Rojê di serê lîsteyê de ye. Lê da bi rastî wizeya Rojê serketî be dive şaneyên Rojî (solar cell) û germiya Rojê costir (efficient) û arzantir bêne bi dest xistin. Îro rêjeya bikaranîna wizeya Rojê nêzîkî yek ji sedî ji tevaya wizeya ko em bi kar tênin. Kêşeyeke din jî heye dive çare jê re bête dîtin, ew jî em çawa dikarin wizeya Rojê embar bikin, da dema pêwistî bi wizeyê hebe, dema dinya ewr be yan şev be, wize li ber dest be.

Çareyeke din ji bo problema wizeyê pêwist e, dibe ko ew çare wizeya ji fuzyonê be (fusion; yekbûna atoman, nimûne yekbûna atomên Hîdrojên û Oksîjênê). Ev erk jî di nav lîsteyê de cih digire. Niha ji bo wizeya fuzyonê li başûrê Fransa saziyeke azmûnî bi navê ITER tê avakirin.

Va lîsteya erkên herî giring yên ketine ser milên endazyaran li jêr e herweha çavê tevaya dinyayê li endazyaran e û nav di wan tê dan, da zû çareyan ji kêşeyên mirovatiyê re bibînin:

Peydekirina teknîkeke arzan ya ko rê veke da ava baqij ya vexwarinê bi hêminî bête bidestxistin, wek nimûne bêxwêkirina (desalting) ava şorî deryayê û avadana şînî bi şêweyên sûdmendtir.

Naskirina sîstema sîgnalên mêjiyê mirov û zanîna li ser wê sîstemê bête bikaranîn, da çare ji nexweşiyên mêjî re bêne dîtin û da texlîtên nû yên komputeran bêne avakirin.

Perwerde li gor her takekesî bête guncandin da mirov bi baştir şêweyî karibin xwe hîn bikin, wek nimûne hînbûn bi riya malperên jîr.

Pêşxistina teknîka embarkirina karbonduoksîdê (carbon dioxide; duwem oksîdê rejiyî)

Nûjenkirina jêrxaneya kevn ya bajarên cîhanê, ew nûjenkirin ji tora rê dest pê dike ta digehe tora kehrebe û lûleyên avê.

Rêbazeke endazyarî têkeve nav karûbarê zanistî de. Nimûne, ji niha ve di zindewrzanînê (biology) de rêbaza endazyarî bûye alîkar ji bo avakirina genên destkar (artificial gene).

Baştirkirina pêçedana bi nexweşan (care of the sick) ew jî bi alîkariya sîtemên IT (Information Technology).

Keşifkirin û rêlibergirtina êrîşên çekên navokî.

Pêşdexistina dermanan ew jî da li gor takekesan guncakirî be, wek nimûne yên li ser bingeha DNAyên her mirovekî hatibin avakirin.

Peydekirina cîhaneke kirdarî (vitual world) ji bo gelek rengên danûstandinê û meşqê bêne kirin û ew weke cihê civînên jiyana kar be.

Bikaranîna nîtrojênê (Nitrogen) bi awayekî bêhtir ragirbar (durable, lasting) da ziblê kîmyayî bi riyên paktir bikevine nav tingên tozê de bimêne.

Peydekirina sîtemên IT yên hêmintir.