Hebû nebû, mêrikekî hûrik hebû. Parçek cawî wîyî piçûk hebû. Ji
wî cawî wî xwest ji xwe re paltokî bide dirûtin, û ji lewma ew çû cem
Hosta terzî û jê pirsî ko ma ew dikare jê re paltoyekî bidirûyê. Hosta
terzî jî qîma xwe bi wê anî.
-Kengî wê paltoyê min tewabibe? mêrikê hûrik pirsî.
-Roja şemiyê,hosta bersiv da.
-De baş e, Hosta terzî.Gelekî spas Hosta terzî! Bi xatirê te, bi xatirê te
Hosta terzî!
Û mêrikê hûrik çû.
Çaxê roja şemiyê hat, ew hat jî hat da paltoyê xwe bibe.
-Roj baş, roj baş Hosta terzî. Ma te paltoyê min dirût?
-Ax na, Hosta terzî got.
-De çima na? mêrikê hûrik pirsî.
-Ax na, ti palto jê çênedibû, wî besiv da.
-Aha, ti palto jê çênebû? De êdî tu çi dikarî jê çêbikî?
-Ez dikarim ji te re şalekî jê bidirûm.
-Aha, wê bibe şalek! Êdî wê kengî şal tewabibe?
-Roja şemiyê.
-De baş e, Hosta terzî. Gelekî spas Hosta terzî! Bi xatirê te, bi xatirê
te Hosta terzî!
Û mêrikê hûrik çû.
Wilo roja şemiyê dîse hat, mêrikê hûrik jî dîse hat da
şalê xwe
bibe.
-Roj baş, roj baş Hosta terzî. Ma şalê min tewabû?
-Ax na,Hosta terzî got.
-De êdî çima na? mêrikê hûrik pirsî.
-Ax na, ti şal jê çênedibû, Hosta terzî got.
-Aha, ti şal jê çênebû? De naxwe çi jê çêdibe?
-Êlekek jê çêdibe.
-Aha, ewê bibe êlek! De kengî wê êlek tewabibe?
-Roja şemiyê.
-Ew baş e, Hosta terzî. Gelekî spas Hosta terzî! Bi xatirê te, bi xatirê
te Hosta terzî!
Û mêrikê hûrik çû.
Wilo dîse roja şemiyê hat .Mêrikê hûrik jî hat da êlekê xwe bibe.
-Roj baş, roj baş Hosta terzî.Ma êlekê min tewabû?
-Ax na, Hosta terzî got.
-De çima na? mêrikê hûrik pirsî.
-Ax na, ti êlek jê çênedibû, Hosta terzî got.
-Aha, ti êlek jê çênebû? Êdî ewê bibe çi?
-Wê bibe kumek.
-Aha,ewê bibe kumek! Êdî wê kengî kum tewabibe?
-Roja şemiyê.
-Ew baş e, Hosta terzî. Gelekî spas Hosta terzî! Bi xatirê te, bi xatirê
te Hosta terzî!
Û mêrikê hûrik çû.
Wilo dîse şemiyê hat. Mêrikê hûrik jî hat da kumê xwe bibe.
-Roj baş, roj baş Hosta terzî. Ma kumê min tewabû?
-Ax na, Hosta terzî got.
-De êdî çima na? mêrikê hûri pirsî.
-Ax na, ti kum jê çênedibû, Hosta terzî got.
-Aha, ti kum jê çênebû? Êdî ewê bibe çi?
-Wê bibe lepika tiliha mezin.
-Aha,wê bibe lepika tiliha mezin! De wê kengî lepika tiliha mezin tewabibe?
-Roja şemiyê.
-Ew baş e, Hosta terzî. Gelekî spas Hosta terzî! Bi xatirê te, bi xatirê
te Hosta terzî.
Û mêrikê hûrik çû.
Çaxê dîse roja şemiyê hat, mêrikê hûrik jî hat da lepika tiliha
xweyî mezin bibe.
-Roj baş, roj baş Hosta terzî. Ma lepika tiliha minî mezin tewabû?
-Ax na, Hosta terzî got.
-Êdî çima na? mêrikê hûrik pirsî.
-Ax na, ti lepika tiliha mezin jê çênedibû, Hosta terzî got.
-Aha, ti lepika tiliha mezin jê çênebû? De êdî çi jê çêdibe?
-Ti tişt jê çênabe.
- Aha, ti tişt jê çênabe! De baş e, Hosta terzî. Gelekî spas Hosta terzî!
Bi xatirê te, bi xatirê te Hosta terzî!
Û mêrikê hûrik nema ti caran, ti caran nema hate cem Hosta terzî.