Xilmaşî
(Bîranînên bê kêş û bend)
1996
Pêşgotina daner
Gava çavên mirov diçine ser hev, lê hîna pêhesiyên din ji refleksan re amade ne, mirov dikeve rewşa xilmaşiyê de. Ango, mirov di xewa mirîşkanî de tar û mar dibe. Belê, ev rewş kokên hestewer seqet dike. Bi vê seqetbûnê re, êdî tiştekî real namîne û bi rastiya xwe diyar nabe.
Di rewşeke wisan de, îpîzotên jiyana zarokîtî tevlî yên bîrewerîyê dibin û li ber çavên min, di navbera xewn û şiyariyê de, di gijmijin. Bi vî rengî tevlîhevîke bê çarçev xwe diberde meydana hesteweriyê, da giyanekî ji aliziyan di nava xilmaşekî wekî min de biafirîne. Belê, bê çawa endîşeyên jiyana biçûkanî bi melûlî di nav xwarûpêçkên mêjî de, weku dombelanên temirandî bizava xwebelûkirinê dikin, wilo jî rewşa civak û gelê min, di salên bîreweriyê de, di hemî war û radeyen de bi xumamî, bi mij û moranî tê belûkirin. Hingî " ez " îtî tevlî " em " îtiyê dibe, kirêtî ji spehîtiyê cuda nabe, zexelî û paqijî bê sînor dimînin, neyar dibe dost, û geşê minminîkên çakbîniyê di nav yên reşbîniyê de winda dibin Hingî hişmendî dikeve bin barê mişextiyeke bêsînor de û sergom, bê ser û şop, di beyabanên mirovaniyeke bêkêr de winda dibe. Wiilo, ez xilmaş dibim, û xilmaşiyên min êdî pêxwas û tazî li dora zîlana windabûneke bi vî rengî hev himbêz dikin, û ji kehniya civaka Kurdî xwe reha dikin. Serkehnî jî tim û tim bi zelalî diherike, da gol û govên giravî, di civakê de, şîlo bike. Ew civaka ku bêhewes dixwaze perda demên taristaniyê bbiçirîne û gavên xwe di roniyê de bavêje, ew civaka ku hewildanên xwe bi şermî dike, da ji xêza elementên evra derkeve û çerxa xwe li dora zîlana realîzmeke demane bigerîne. Lê, di vê berxwedanê de tim weke min xilmaş dimîne. Loma, mor li ber çavan dibine dêw, dost dibine dijmin, kultûr û dîrok bêsûd dimînin, mij xwe diberde ser hiş û ximûr xwe diberde ser çavan.
Êdî hişmendiya Kurdî, di vê xewneşiyariyê de, dibe Donkîxotê civaka xwe şûrê xwe ji kalanê zingargirtî dikişîne, di bin hilgirtina gurzê Restemê Zal de xûz dibe û bi wî awayê komîk li "Kerkê Fatima" yê siwar dibe Hinga, ez xilmaşiyên xwe bê kêş û bend ji xwe re dibêjim, dilbilînim û dinehwirînim.

Rezo

Sercem

Birano bese!
1.
Birano!
Raste em kurê
Adam
û
Êva ne
lê îro ji hev
başqe
û
cida ne
ji beroşekê
naxwin
weke hev li xwe
nakin
çavên me bi hev bar
nabin
êşa me
kêşa me
jan
û
xweşiyên me
silavên li hev
nakun
zîna me
livîna me
sir û
germiya me
nahingivin hev
û
bi hev şa
nabin
çima
em
xwe nas
nakin !
2.
Birano!
Ez
talîşka berûyên xwe
bi
mizbûna Manga we
nadim
Ez
gezwa darên xwe
bi
şêraniya xuşava we
nadim
Ez
ava çal
û
kehniyên xwe
bi ava qotîk
û şûşên we
nadim
Ez
sîka darên Welatê xwe
bi sîwanên ser "pilajên" we
nadim
Ez
bihna gul
û
geyayên xwe
bi
misk
û
emberên we
nadim
çima
em
xwe nas
nakin !
Li hev
nakin !
3.
Birano!
Devê şkenikan
ne
girin
darên gezogirtî
ne
birin
çalên min jehir
nekin
kehnîkên min mismit
nekin
devî
û
daristanên min
bi agir
nekin
pîkolê li ser gul
û
geyayên min
nekin
çima
em
xwe nas
nakin !
4.
Birano!
Bilûra min
ne
şikînin
perda
azmanê min
bi
dengê top
û
balefiran
ne
çirînin
zarokên min
razane,
wan
ne
tirsînin
çima
em
xwe nas
nakin !
Li nakin !
5.
Bese Birano!
Em
birane
li
hev
nakin
bila
du
camêr,
bê serêş,
me
ji
hev
cidakin
me
ji
hev
cidakin
me
ji
hev
cidakin
17.12.93
Çîrokên "Pîrê"
1.
Law!
Me
rextên çarta
ji
fîşekên berûyî
dagirtin,
lê
Me
bi
şilfikên zingargirtî
êrîşên xwe
birin serî.
2.
Gaca miha me
xwe
di ser cokê re
qevast,
tena wê xwiya kir..
Bizin pê kenî,
lê
ji bîr kir
ku tirîka wê
tim zîçe
û
tena wê
tim berçave.
3.
Mijê
çiya girt
û
xwe
berda ser kumikên
sipî,
lê
"gunehên navnasan
tenê
veşartin,
yên nenasan,
weku
hêkên qitikan
li rastê
dimînin".
4.
Me
heftê salî
ne
gote kerkê xwe:
Hooo ooş!,
lê
dawî
kerkê heriyê
felişî.
5.
Bi
salan
Me
çîroka şûjinê
ji
hev re
got,
lê
dawî
Me
bîr, di latê de,
bi derziyê,
kola.
6.
Law!
Xiltê-kor
tim
di
zikê zemînê de
dixebite,
lê
axa
aza derdixe
ser
rûyê zemînê.
7.
Zêr
di perçîçeqa qazê de
winda
dibe
lê
" rim
di
xêşan de
winda
nabin".
8.
Ber^tehle
Neyar
wê
naxwe,
lê
halet
û
hêlanên zeviyên me
pir
hêjane.
9.
Qir
bi
ser
deşta me de
hat,
lê
me
li
ber agirê serê
çiyê,
ji
duranê ve,
xwe germ dikir.
10.
Deviyên me
dibin kûmkir
û
hilma germ
da Neyar
xwe
germ bike,
lê
qurmikên xwernûfê
besî
kozîkên me ne.
11.
"Mirrêniya şeran
li
çiyê
tê,
lê
li
deştê
gur
mihê
diberde".
12.
De
razin!
Ra zin!
Lê
jiyan
bê
şiyarî
nabe.
22.12.93
1. Çîroka mih û bizinê çîrokeke folklorî ye. Herdu dost û hogir bûn, bi hev re diçûne çêriye. Rojeke mihê xwe di ser cokeke re qevast, dûvê wê hate hildan, bizin kenî. Mihê pirsî, çima dikene. Bizinê got:" Min bin dûvê te dît". Mihê lê vegerand:" tirîka te tim li baniye, dawiya te tim taziye, em pê nakenin!".
2. Zargotina Kurdî bi vî rengî ye:" Gunehên mezinan weku çiyane, mij wan diveşêre. Yên biçûkan weku hêkên qitkan li rastêne, mij magihe wan".
3. Kerkê heriyê: çîrokeke folklorî ye, ji çîrokên zaroka ye. Gava dolabrêsk diçine şikeftê, û her yekê bi serê kesekî xwe sûnd dixwe ku ne wê tir kiriye, keça pîrê bi serê dêya xwe sûnd dixwe. Wilo, guneh dikeve sukra keça "Pîrê" de, û keçik qerfên xwe pê dikin. Hevaleke wê dibêje:" Porkurê, ma ne heft birayê te weku heft qerasa hene, tu bi serê pîra dêya xwe sund dixwî !". Û rê pêş dike, çawa bihêle pîra dêya wê rêya wan pêş wê bike.
Piştî "Pîrê" li keça xwe mukur tê, kerikê heriyê jê re çêdike, û jê re dibêje, ku çi bi rê de bibîne, nabe lê bisekine û ji kerkê xwe re "hoş" bibêje,lê wê kerik bifelişe û ew nagihe birayên xwe.
4. Çîroka şûjinê: Mijûliyek ji mijûliyên zarokanî ye. Yek pirsê dike, yê din bersivê dide, û tim bersiv dibe pirs. Mijûliyeke pûçe, bê sûde û gotinvegerîne, tenha zarok wextê xwe pê dikujin.
5. Ev zargotin ji serpêhatîkê hatiye der. Dibêjin, pêrebîk ji Zozanan dakete deşta Cizîrê, çend kulek (pez) ji xwe re peyde kirin, û bizava xwe bi wan dikir. Û gava siwarên desthilatê herêma ew lê hatin bac û bêşan jê bistînin, ne da wan û bi wan da zanîn, ku ji êla Ferhoyê Izêr Axa ye, û ew bac û bêşan nadin. Di vê dema giftûgoyê de, gundiyan bi serekê siwaran dabê zanîn ku pîrebiyeke bê kes û bê kûsê. Wilo, siwaran dev ji pîrebiyê berdan, lê ji wê weye ku ji ber navê F.I.Axa dev jê berdan, loma got: "Ez qurbano, şêr li Zozên dike mirênî, gur li deştê mihê diberde".

Xam
1.
Me
kabên xwe
hildan
xam
ne
hat
Me
kabên xwe
avêtin
xam
ne
hat
Me
kabên xwe
werandin
xam
ne
hat
Hembervanê me
hildan
xam
anî
avêtin
xam
anî
werandin
xam
anî
2.
Guhê me
kete
destê wî
Guhê me
girt:
sê mîr
û
çikek
ji
me
xwestin.
3.
Em
kabên xwe
hîna
tavêjin
ne
mîe,tên
ne
çik,tên
tenha
ker
û
pik,tên.
01.01.94
1.Ev leyistik ya kurika ye. Ji çar kaban pêk tê. Derketina wê li bîst û yek libê ye (her xamek bi pênc liba ye, û lihevdana kaban bi duristî bi libekê ye. Û lihevdana ne durist liban dişewitîne, xam dimînin). Yê bi ser dikeve, guhê hembervanê xwe
digre, qerf û tinazan pê dike, tanî yê guh di destan de daxwaza yê guhgirtî, bi kaban bavêje.

1.
Me
Nivîşt pêçan
Berbejn
bi
bejnan de berdan
û
Bazbend de berdan
û Bazbend hilgirtin,
hilênan.
2.
Me
Nal
bi
devê deriyan ve
kutan
Simê pêz
daleqandin
ûlepên xwînê
li
wan
dan
3.
Me
şînok
û
Hîroo
bi
eniyan ve
kirin
Qespik
û
şeytanok
bi
kumikên zaroka ve
şêlan
4.
Tiştekî
em
ji
çavên pîpoqî
ne
parastin
ne
hêlan.
05.01.94
Tilihên dest
Me
tilihên xwe
jimartin:
Vê, go:
dam herin
diziyê
Vê,go:
de
Vê,go:
ku
û
ta
Vê, go:
ez
şehde
Vê, go:
pîrim,
qutim
na
gihime hevala!
05.01.94
1.Mezin, bi rengçîrokî, zarokên biçûk, yên nû bi zimênketî, dihedinînin û wan fêrî navên tilihdan dikin. Ev jimartin ketiye warê fêrbûna folklorî de, ku her tilihekê navêk heye, erkek heye, behweriyek heye û, bi ser ku ji qurmê destekîne, li hev nakin û bi hev nakin.

Kêzka Zêrîn
Me
Kêzka Zêrîn
anî
hêdîka
l
ber xwe
danî
Me
bakiryê:
Qoplanî
Moplanî
Kêzê
perek hilanî
yê
dî
pê re
bir
banî,
go:
Kêz firî
ma
"kompanî"!.
06.01.94
1."Kêzka Zêrîn" yek ji mijûliyê zarokayî buhaî ye. Ev kêzik dilovane, paqije, xweşike û bi reva xwe girane. Zarok, wê li ser piştê dideynin, û destê xwe, bi gotina: Kêzka Zêrîn qoplanî moplanî, li pişt wê diteptipînin. Kêzê herdu perên zêrîn dide bin xwe û xwe qoplanî dike (xwe rast dike da bireve).

Dilşikestin
1.
Nanê min
di
tenûra tox
û
sar de
bû kûmir.
2.
Berxê min
di
mêrg
û
çîmenan de
noq da
3.
Cama dilê min
di
şerê
kezîzeran de
şikest.
07.01.94
1.Noq da= birçî ma
Zik da= têr xwar
Jiyan
Çêleka me
kayîna xwe
dike
Aşê me
kevirê xwe
dihêre
û
keraxê me
bi
devê tevşoyê xwe
hêdî-hêdî
axa
dora
mêwa tirihdayî
dixepêre.
15.01.94
Kuftik
Me
kuftka xwe
hilda
ker hat
Me
avêt
diz hat
Me
werand
sofî hat
Hembervanê me,
destegul
qot rakir
hilda
mîr anî
avêt
mîrê mîra
anî
Em
mane
li
xwar
Ew
ma
li
banî.
16.01.94
1.Kuftik (derbik): leystikeke zaroka ye. Di şevên sar û tarî de pê mijûl dibin, da wexrê xwe deras bikin. Berî destpêkê, nav li herçar rexên kuftikê dikin Rexek sofî ye, yek dize, yek mîre û yek qote-xwirtê teva ye. Derbika xwe bi dor hildidin. Yê bi ser bikeve (rexê herî xwirt di nav komê de bîne) li pişta yê kêm siwar dibe û wî, bi çarlepkan, digerîne û qerfan pê dike, tanî yê xwar kuftika xwe weku ya kesê siwar rake.

Taristan
1.
Ciwaniyê
qeşa devê kehniyê
bi sersima xwe
şikand
û
bi
firek
ava sar
kezeba xwe
rehî
kir.
2.
Te
şûşa dilê min
bi awira xwe
şikand
û
cîhan
li
ber min
û
xwe
tarî
kir.
18.01.94
Bûkegul
1.
Em
ji
serma zivistanê
dexisîn
Em
çilê havînî
li
ber
koziya çiq-çiqî
melisîn
2.
Payîzï
pel
ji
makên xwe
xeyidîn,
xwe
berdane jêr
û
li
ser
serê me
cemidîn
3.
Di
sergirtiyan de
me
lîlava germ
vexwar
û
çil rojî
seqem
ji
ser pişta me
ne
hate xwar.
4.
Buharî
darê
bi
xencî
bûkegul
ber bi pozên me
anîn
û
"diyariya sersalê"-tîpên
J-I-Y-A-N
bi
dilopên xunavê
li
ser wan
danîn.
23.01.94
1.Lîlav: ava berfê.
2.Sergirtî: Çilê ziviztanê ye. Çil rojî berf û barane,roj nade der.
Jiyana beravêtî
Di
sibatoka dîn de
pîrê
ne
dihişt
em
darikên serbiagir
bihejînin
da
Bizinên avis
ber
ne
avêjin
Di
adarê de
hêkên Kurkên
me
xira bûn
û
çêlikên Kevokan
ji
hêlînan
hatin xwar
02.02.94
1.Di civaka Kurdî de, zarok li ber tifik û koziyên dayikên xwe dirûniştin û mijûliya xwe bi darikên serbiagir dikirin. Û ji ber ku agir yek ji kehniyên ziyanên mezine, dayikan zarok bi beravêtina bizinan ditirsandin, da darikên serbiagir ne hejînin û ziyanan, ne bi xwe, ne bi tiştên dora xwe, nekin.

Buhuştî
Em
di
nav
dûyê kozî
û
qelûnan de
razan
Li
ber
çiq-çiqa
tizbihên sedlib
kazan
Me
kirasên xwe
li
serên xwe
pêçan
û
dinya berda
bûne xwedî
azman
09.02.94
Talan
Di
nêçîra xwe de
Me
Xirnik
ne
kuştin
Me
Xifş
ne
kuştin
Me
mak
û
çêlîk
ne
kuştin
Me
kudikên Hirc, Şêr
û
Pilingan
ne
kuştin
ku
mezin bûn
li
talanên me
xistin,
em
kuştin,
em
ne
hiştin.
10.02.94
Doz
1.
Me
berê xwe
da
xwedê,
doza
xwe
kir
Gurê kotî,
Mîrê siwar
û
Mêsî jî
doz
li
me
kir
2.
Gurê kotî
go:
gurî me!
Mîrê siwar
go:
bê
kesim,
bê
xwedî me!
Masîkê zêrîn
serê rakir
go:
bir;î me!
3.
Xwedê
me
dî,
bi
madgeşî,
guh
li
me
kir
doza dilan
bi
dar ve
kir
4.
Li vegerê,
me
dur
ne
bir
Siwar
ne
kir
Gurê gurî
xwîna mey
sor
l
bejna xwe
kir.
11.02.94
1.Ev çîrokeke folklorî ye. Tê de şivanek diçe darîketina xwedê, da doza rizqferehîke lê bike.
Bi rê de dighe masîkî birçî, mîrekî nêçîrvan û gurekî gurî Ew jî qewîtiyên xwe li şivên dikin. Li vegerê, şivan, çîroka çûn û hatina xwe ji Gur re dibêje, ku durek di hinavê Mêsî de ye, nêçîr ji şewqa wê direve, xwest ez ji xwe re derxim, lê ez bi lez bûm. Mîr jî jine, kes jê natirse, xwest ez wê bikim, lê min nekir, ez bi lez bûm. Û dermanê Gur xwîna yekî bêaqile lê, ez bi lezim, berê min li rizqê mine. Hinga, Gur ew kuşt û xwe bi xwîna wî şişt.

Bêrîkirin
Me
bêriya hev
kir
li
serê çiyayê Torê
hev himbêz
kir
bûne
gulokek berf,
serjêr bûn,
mezin bûn,
gulover bûn
li
bre kenêr
li
nav bajêr
em
felişîn
bûne Zab
û
Ferat
em
miş-mişîn
bûne ava jiyan
ava giyan
dar
û devî
em
xuş-xuşîn
12.02.94
Ciher
Ji
westana ber destêr
em
ketin kuna Keftêr
ji
ber toz
û
dûmanê
Dêwa
xwe
ne
berdanê
bi
awaz
û
tinazî
neyar
li
me
kir gazî .
Em
derketin ber derî
yekser
ciher ket serî
Li
pêş
hêdî
ew
meşî
Me
da pey
bê
zikreşî
13.02.94
1.Di folklorê Kudî de, Keftar di dilovanî tê girtin. Yekî bi ceger di keve kuna Keftêr, û ciherekî tije kevir (giran) bi xwe re derbasî kunê dike. Ji keftêr re, bi dengekî zîz, dîlokan dibêje (Keftarî çakî pake, ciher lêke dey nake ), tanî ciher dike sukra wî de. Êdî, Keftar bê serêş dide pey nêçîrvan û ji kuna xwe derdikeve.

1.
Seqema sibatê
kulîlkên behîvên me
hişk
kirin
ew
weşandin.
2.
Germa tebaxê
hejîrên me
kirin
kerik
ew
werandin.
3.
Bablîsokên payîzê
bênderên me
ji
hev
kirin
kirin girîş
kirin melû
kirin gurz
û
simbil, simbil
bi
tîrêjên rojê re
şiyandin.
Me
ziviztana xwe
bi
kurtêlên nanê berûyî
derbas
kir
em
nane sax
demsalan
em
ne
mirandin,
ne
qelandin.
14.02.94
Semtê winda
" Dengê defê j dûr ve xweşe"
cihê jê bê,
kêfe geşe
Me
nizanî
çiyê windan
weke
Segê Îwertê
ji
bazdanê
ji
westanê
Me
ling hildan
17.02.94
1.Segê Îwertê: Îwertê gundekî deşta Cizîrê ye. Dibêjin, segek li vî undî hebû, fêrî dengê daholê bû bû, û zanîbû li pey vî dengî hestû hene. Loma bi dengê daholê re har dibû, û çara mitirban jê nebû. Wilo, xwestin wî ji xwe dûr bikin. Rabûn du daholvanî dûrî hev, her yekî li ser mitikekî, danîn, da bi dorê li daholê bixin. Her ku seg, li dengê daholê, nêzîkî daholvanekî dibû, deng ji dahola xwe dibirî, û yê din dest bi lêdana daholê dikir. Seg li wî dengî divegera. Wilo lê kirin, tanî seg ji westanê ket û dengê daholê pê reş bû.

Her rojekê
Zargotin:
-Roj di şûna xwe ve
nade der.
-Gêsin ji derziyan
çênab.
Em
bûne
Acûc
û
Macûc,
Me
pelê sîrê qut
ne
kir
1.
Roja yekê:
Me
bi reşka şevê re
bi sergurkîre
tov di têra xwe
kir,
kara cotê xwe
kir
li hêlet geran
Halet nebû
Roj,
li me,
di
şûna Karwankujê re
derket
2.
Roja didiwa:
Me
bi reşka şevê re
bi segurkê re
gore
û
çarox
di lingan kirin,
Nîr
û
Embûrên xwe
bar kirin
li
benik geran
benik nebû
Roj,
li me,
di
şûna Karwankujê re
hilat.
3.
Roja sisiya:
Me
4.
Roja çara:
5.
Roja pênca:
365
Roja sêsed û şêst û pênca:
Me
bi reşka şevê re
bi segurkê re
derziyên gund
kom kirin,
Hosta
bi
xwe re
birin
li
kûrikê geran,
kûrik nebû
Rojê,
li me,
di
şûna Karwankujê re
da
der.
366
Her rojekê:
Emê
bi reşka şevê re
bi segurkê re
kara xwe
bibin ser,
tanî
çerxa roj
di
şûna stêra sibê re
bide
der.
18.02.94
1.Di efsana Kurdiye olî de tê gotin, ku roja Acûc û Macûc çiyayê Qaf ji navbera xwe û dinyayê rakin û jê derbas bibin, dibe roja "qiyamê". Acûc û Macûc di reşê de kar dikin, di roniyê de xwe diveşêrin. Karê wan jî, vî çiyayî di alîsin tanî weku pelê sîrê tenik dibe. Lê ku ronî li wan dide der, hinga xwe diveşêrin, û şûna alastî dîse sitûr dibe. Roja din, ji nû ve karê xwe berdewam dikin û wilo.

Diyarî
1.
Pîrê
tevnika xwe veçirî
û
ji
girê
nêçîrvanê qitikan ve
ta-ta
ji
hev bela
kir.
2.
Nêçîrvan
ne
dexistî
û
davikên xwe
ji
nûve
li
Delavan bela
kirin
Qitik
kirin rikan
û
di
şûna Kewan de
diyarî "Paşê" kirin.
19.02.94
1.Pîrê: Pîrok, pindepîr, Tevinpîrk.
2.Berê Kurdan, li deştê, qitik bi davikan digirtin. Davik jî ji mûyên dûvê hespan dihûnandin, bi hev ve girêdan û di delavan de divedan. Delav jî, li rastepanekê mişarkî, yan jî depkî çêdikirin, û qeydkî av li wan rast dikirin (av ji çêm diherikî mişara-depê-pêşî, û ji depê-mişara-dawî diherikî çêm). Ava delavan vêl bû û dormador davdayî bû. Gava gêşê qitik li ser avê didanî, lingê qitikan dikete davikan, û li firê mû lingê wan asê digirt.

Me bi xwe kir
1.
Cûzên
riha me
nekir
mûçingê
çare jê
nekir
2.
Me
das anî
riha xwe kire
gurz,
di
lepê xwe
kir
3.
Me
das avête rihê
tilihên bê qeynax
dane ber,
me
ew birîn,
xwîn li bejna xwe
kir
4.
MûyÅen me
mane weke yên
Dêwan
û
me
xwe nas
nekir
20.02.94

Zexelî
Me
werzînê got
û
xwe
bada
Me
wehayê got
û
xwe
bada
lê,
bi Rovî-rindik re
em
gêj bûn
ne
gihane
bîst
û
çara.
21.02.94
1-2-Werzînê û Werhayê du dîlokên leyistikên keçikane folklorîne û di bingehên xwe de bi rewşa eborî, civakî û bindestiya Kurdî ve girêdayîne. Zîrekên Kurd bi ristina van dîlokan, bi rengekî veşartî, ne eşkerene destdirêjiyên sistemkaran, bi karbidestên xwe, didane nasîn. Keçik, di vê leyistikê de, gokê di tiptipînin, dîlokê di bere dibêjin, xwe li dora xwe ba didin û nahêlin goka wan bikeve. Lê ku gok gindirî, ji destê yekê derdikeve, dikeve destê ya din. Wilo, qalan li hev dikin. Di van leyistikan de, jîrbûn, xwirtbûn û sivkayî gerekin.
3.Rovî-rindik: leyistika kurika ye rastûrê ye, eşkere ye û bê badane. Dîloka vê leyistikê jî di rewşa bedbextî, bênerxî, zexelî û xizaniyê de hatiye gotin. Çawa malxala Rovî dixwazin malbata wî, di rêya wî re, wêran bikin. Piştî tavên buharan, zarok bi lez derdikevin bênderan, nav zûrçik û Rovî-rindik dibêjin. Bi her gotinekê re serê darikê xwe diçikînin. Pişt re qulên şûna dêrik dijimêrin, gerek bîst û çar kortik derkevin. Wilo, Rovî, bi setemkaran re, bîst û çar guneh (dek û dolab), di derheqê melbata xwe de, bi pîlan kirine. Loma, gerekê lêdanê ye bi qytedaran.

Ferheng
Me
ferhenga jiyanê vekir:
"Apollo",
di nav mij
û
moranê de pêçayî,
tarî derket.
Me
girt
Me vekir:
"Bextê me",
di nav livînê de razayî,
tazî derket.
Me
girt
Me vekir:
"Seyûz",
bi tîpên zêrîn, li çerxa banî,
vajî derket.
Me
girt
Me
vekir:
"Dêwê heftserî",
ji kuna makê
cêwî derket
û
tîpa
"K" ê,
ji nav kilaxê,
mazder
û
sêwî derket.
21.02.94

Devhê Sultan
Gava
Me
dena Walî
bi
zêrên Reşandê dagirt
da
gerdenên bi ristik
jê neke
Me
Mecîdî dane
mirîşkên xwe
da
genimokan ji xwe re
bikirin
Hinga
Devhê Sultan
ji
pix-pixê
ne
revî
û
nehkên me
libo-libo
xwarin.
23.02.94
1.Hin Waliyên Osmaniyan,li herêma Kurdistanê (wilo jî li hin heremên din)
gelek bac û bêş tavêtin ser milet, da denan ji xwe re tije zêr bikin. Û gava milet di ingirî, nekêfxweşiyaa xwe dida xwiyakirin û rikgîrî dikir, Walî, di civîneke gelêrî de digot: sebrê bikşînin, dena min berxweş bûye, nêz^k wê tije bibe û bêş nema dimînin. Lê ku ez herim, wê Walîkî denvala bê !.
2.Sala "aîşê"-sala xela giran-, bi fermana Sultan, cendirme li genimokan (genim, ceh, garis, birinc, nîsk, nok ) digeran û dest didanîn ser wan. Cendirme, di vê gera xwe de, derbasî maleke gundî bûn, dîtin va birek mirîşk li bermalê ye, pirsîn: "hûn çi didine mirîşkên xwe?". Genimokan-malxwê bersiv da.
Sercendirme bi malxwê de verîşa, got: "milet birçiye, tu mirîşkan bi genimokan xwedî dikî!". Û ferman, bi destdanîna ser genimokên malê, da cendirman. Piştî demekê hine din hatin û li xwarina mirîşkan pirsîn. Malxwê got: " Em tiştekî nadin wan, her mirîşkekê Mecîdîkî xwe dibe û diçe bazarê genimokan ji xwe re dikire ".

1.
Pilpilokê
kovika xwe
ji
axa liblibî
çêkir
Heftlepokê
ew
di tora wê de
miht
û
xwar.
2.
Dûvmeqeskê
hêlîna xwe
bi
gulokê heriyê,
li ser beştan,
lêkir
Pisîkê
çêlîkê wê
bi
naw-nawê anîne
xwar.
3.
Leglegê
erzêla xwe
bi
darikên neqandî
li ser bên
lêkir
Zihamar
çêlîka wê
guvaşt
û
xwar.
23.02.94
1.Pilpilok:Moreke havînî ye, ji malbata pîroka (tevinpîrk) ye. Kovika xwe ji bo nêçîrê ava dike, ne ku bibe rav û ew tê de bê xwarin.
2.Dûvmeqesk (Hacîreşk, Peresêlk): Firinde ye, ji malbata çûka ye. Balindeke dilovane, hêlîna xwe di avagehan de lêdike. Hêlîna xwe, li ser beştan, di zikê hêwanan de ava dike, da tiştek ne desthilatî çêlîkên wê be.
3.Legleg: Di efsana Kurdî de (wilo jî, di efsanên pirên miletên cîhanî de) balindeke bi qudoşe, cihê hêlîna xwe lê ava bike (erzêla xwe li ser bihûnê) bextxweşî û aramî perda xwe tavêjin ser. Ev balinde ji malbata qulinga ye, nîvkovî ye, lê xwe li avegehan digre, da dûrî wêraniyên xweristê be.

Felek
Gava
Me
xwe nas kir
û
li hev banî,
Qantirê za
û
qîr
ji zikreşan
gihane
mijka banî
Felekê
semta xwe
winda kir,
heyv xira bû
û
roj li çerxa wê
deranî
Hinga
Çêleka me
hêk kir
û
mirîşka me golik
anî
Êdî
Birangih li hêkên xwe
vegeran
û
qurmê keziyên me
ji
rişkan boz bûn,
sipihê
ji
nû ve
hêlîn danî
23.02.94
1.Birangih: Nûdera sipihê ye.

Hop-hop
1.
Ji
pel-pelê
mû
bi
zimanê me ve
hatin
2.
Ji îsk-îskan
kurihên çavên me ziwa
bûn
û
hêsir
ji
wan
nema
hatin
3.
Ji tep-tepê
nalên hespên me tenik
bûn
ji
siman
hilatin
4.
Em
ji devih^de hatin xwar
û
Gur
li
hop-hopa
me.

Bac
1.
Me
zîna xwe
li
Kerkê Fatimayê
kir
Me
kurtanê xwe
li
kulihê Necdî
kir
barê xwe
li
ser danî
û
berê xwe da Tora
Banî
2.
Kerik firî
kulih zirî
û
me
rextê xwe,
baca rê,
ji
Kusk re
vekir.
24.02.94
1.Kerkê Fatimayê (Balbalok, Kerkê Nebî): Moreke ade ye, ji malbata kulihe. Moreke dilovane, pîqdirêje û perîkine.
2.Baca Kusk: Berê serdestên herêman baca rêyên xwe ji karwan û kuştaran distandin. Dibêjin Kuskek (moreke ade ye, ji malbata kulihe) kete pêşya du etarên bajarvanî de, û lepên xwe li ber kerê wan rakirin. Wan ji hev pirsîn:" Ev çiye, çi dixwaze?".
Yekî got:" Baca rê dixwaza". Rabûn barê kerê xwe, ji Kusk re, li wê rê vala kirin.

Nêçîr
1.
Me
Tajiyên xwe
kar
kirin
hespên xwe
bar
kirin
rext
û fîşekên xwe
li
dar
kirin
2.
Taijyên me
ji
ber kîvroşkan
revîn
hespên me
li
rastepanan
terpilîn
fîşekên me
di
devê lûlan de man
ne
peqîn.
24.02.94

Pûtê "Subhanî"
1.
Serwanekên devihan
dar
û
devî
qelandin
hêlîn
ketin
Kew
ne
firîn
çem
meçiqîn
kevir
girîn
bûne "Emîr"
xwedî
bîr
û
tedbîr.
2.
Çeta ketin çiyê de
şûr
û mertal
hilandin
şimza
kirîn
serî
birîn
memik
dirîn
bûne "Sultan"
xwedî
mal
û
mewdan.
3.
Gayê Eştar gurandin
xwîn bû
don
kevel bû
kon
don kirin findê
taristanê, ew
qurpand
kevel hildan azmana
stêr ria, ew
çirand
sim
û
serî
kelandin
ne
kelîn
kizirandin
ne
kizirîn
ew
bi
xavî
qurpandin
gewd
birin dengê
goşt ji hestû dûr
ne
çû
kirin megenê
goşt ji hestû dûr
ne
çû
êdî
hildane banî
kirin
pûtê "Subhanê".
4.
Çakûçê Kawa şikandin
serî
kirin sîtilê
ne
kelî
destik
kirin kûrikê
ne
şewitî
ne
helî
di
tabûteke hesinî de
hilandin
gora wî di sêlakê de
kolan
û
bi
çiyayê "Qaranî"
tiptipandin.
26.02.94

Bese, bavo!
1.
We
em girtin:
winda nebûn
we
em kuştin:
xilas
nebûn
di
aşan de
we
em
hêrtin
bi
destaran
em
hûr kirin
di
cirnan de
di
dengan de
we
em
kutan
li
megenê
kirin
di
kurha derziyê re
derbas
kirin
2.
Em
bûne mîro
xanîkê we
me
hêrivand
bûne zîro
qirika we
me
werimand
3.
Bese, bavo!
Li
serê xwe
siwar
nebin
em
nijadin,
emê
hebin.
26.02.94

Bedgomanî
1.
Erbanê
li
serê ting
li
navbira Welêt
lêda
Me
"Qewlê" Zembîlfiroş bihîst
dilan
lêda
Xatûnan
kodikên êrd ber bi deng de
birin
Em
mane
guhdar, ka Derwêşan
Xatûn
hiştin,
Xatûn
birin
Derwêş
bi
rê ketin
xişt avêtin
û
Erbane ji sîngan
kirin
2.
Me
"Qesîde"
li
Mizgeftê
li
paytexta dilan
bihîstin
Me
mal berdan
em
derketin
ji
hejandina
rih
û
serî
b "sira"
ketin
Me
li
xatûnan
ne
pirsî
ji
hiş
û
hoşe
ketin
27.02.94

Guloberxik
Em
li
dombelanan geran
bi
ser fisgurkan ve
bûn
li
kerengan geran
bi
ser gerbelê ve
bûn
li
qîrafan geran
bi
ser stirîmişkan ve
bûn
Em
westan dawî
bi
ser guloberxikeke yekşevî ve
bûn
Me
j
bextê xwe behwer
nekir
bi
hev ketin
me
l
hev
nekir
ber hê rexlik
me
j
tûm
nekir.
28.02.94
1.Guloberxik: geyakî buharî-havînî ye, rengdare, pelpirçike, bê kulîlk û bê bere, di beyaran de şîn dibe. Lê, dibêjin, ku her heft salan carekê ber digre, û digre, û berê vê darikê weku gulokên berxikan (weku behîvterkan) e, di nav pelên di rengê ber de zû pîr dibe, dibe darik û nema tê xwarin. Kesê bibîne, jêke û bixwe, bext û qudoşê wî şiyar dibin.
2.Fisgurk: rengek ji rengên kavkulîlkên (kumikên) jehirdare,
weku dombelanan guravere, lê nava wê pûkê û tije tozike. Kesê bi ser fisgurkan ve bibe, xwe bextreş dibîne dibîne û roja wî bi bêqudoşî derbas dibe.
3.Gerbel: geyakî pîvazoke, zîla wî ji ya keren dirêjtir û şahîktire, bi girîze, şîrevalkî ye, ji dewaran re dibe êm.
4.Stirîmişk: rengek ji rengên kelbeşê ye. Nava qîrafên wê vala ye û qorat pê nakeve. Xweştirîn çêriye ji devehan (hêştiran)re.

Mozên beşik
1.
Me
dît:
We
çawa kulmoz
qeland..
we
sêlika qulkirî
û
cûzan
hiland
Moza serê xwe derxist,
we
jê kir
û
ew
gurand
2.
Wwe
nizanî, mozên li der
her
wê
werin
li
hêlînê,
li
kumozê,
wê bigerin
malwêranin,
ji tola xwe
qet
naqerin
02.03.94

Erbane
Gava
"Lûnexod" ê
li
ser heyvê
danî
Me
behwerî bi "Quran" ê
anî,
ku
kesek nagihe stêrên
banî
Hinga
Gê
zemîn
ji
ser vî milî
hilanî
li
ser milê din
danî
Kwîner peqîn
û
keyv kete devê
Hûtê qiranî
Êdî
çek
û hêza me
ma
hawar
û
lave-lav,
ma
erbana
"Subhanî"
bi
şing-şing
û
hole-mol
me
heyv
ji
devê "Hût"
deranî.
03.03.94
1.Di efsana Kurdiye olî de, zemîn li ser milê gê ye (yan jî li ser pişta mêsî ye). Ku milekî gê diweste, zemînê diguhere ser milê din, da xwe vehesîne. Bi vê lebtê re bîbelerz (erdhejîn) çê dibin û agirpij (volkan) der dibin.
2.Heyvgîrî (heyvxirabûn) jî, di vê efsanê de, ewe ku Hût (Dêw) wê digre. Loma, oldar, bi şing-şinga erbanan û lêdana tenekan vî Hûtî ditirsînin, da heyvê berde.

Bûka baranê
Me
bûka baranê kar
kir
li
serê darekî bi cih
û
wae
kir
li
deryê pêşî da
ax
barandin
li
deryê dawî da
ax
barandin
Em
li
pey bûka xwe
bi
çiya ketin.
Me
li
wir
doza xwe
kir:
"Bûka me
baran
divê
Me
j
xwedê arvan
divê
Golka me
geya
divê
zik birçiye
nan
divê
Baranê bibar,
bibar
Çivîka
genmê me
xwar
sêwiya
serê hev
xwar ".
29.03.94
1.Gava baran zû nakeve, tirs dikeve dilê gundiyan ku çandiniyên wan şîn nebin, sewalên wan têr nebin û saleke bêqudoş bi ser wan de bê. Loma, di civaka Kurdî de, zarok (kesên bêguneh) bûkeke paçikî çêdikin, bi serê darekî ve dikin û derdikevin doza baranê. Mal bi mal digerin û dîloka xwe dibêjin-bûka me baran divê -. Kebaniya malê, bi vê dozê re, avê li wan direşîne. Carna jî sîpên gundên Kurdan derdikevin "talana baranê". Berê xwe didin. Vegerandina talanan tenha bi lêraşandina avê dibe, bê şer, bê lêdan û bê pevçûn.

Zêw
1.
Êvarê
Gizîr
hilkişa serê bên,
bakir:
sibe
"Zêw" e.
Em
zû çûne
lîs
2.
Sibihî
Me
çavlixew
berê xwe
da
rêya bakur,
li
şopa keryê birçî
rast
hatin
Me
berê xwe
da
rêya xwar
li
şûna simên garanê
rast
hatin
3.
Danepeza
Em
birçî
li
lîsê
xwe
vegeran.
03.03.94
1.Zêw, di civaka Kurdiye olî de, xwarina firişta ye. Dana vê xwarinê rengek ji awayên nêzîkbûna azmêne, da dergehê ferehiyê ji milet re veke û xwedê bi gunehên vê civakê pê re neke. Ev xwarin di salên ziwayî de tê çêkirin û dibe xelata pakî û mêhrevaniya xwedê, da bi merdî rewşeke cincilî bi ser civakê de bîne, da pîrozî konê xwe vegire û ferehî perên xwe raxe. Êvarî dengdê dibake ku sibe "Zêw" e. Şahî, dilxweşî û dilgeşî, bi dengê pêşî re, dikeve dilên zarokan. Dêmek her maleke desthilat û her kebaniya bixwaze (tevjî dixwazin) xweştirîn xwarin li êir dike û sibihê zû lalîkan bi rêyan de rêz dikin. Gundî, bi zîç û zarokên xwe re tev, derdikevin ser xwarina firiştan, wilo jî rêbarî jê dixwin. Tev xwe bi vê xwarinê pîroz dikin û doza baranê, li xwedê, dikin.

Nîşan
1.
Gava
Serkêşê me
civata him-himî
gerand
û
got:
" Em
gihane kevîka heyvê,
pir
li
me
hilat,
Em
rûniştin.
Me
kumên xwe
ji
milan
kirin
tûrikên xwe
ji
seriyan
anîne
xwar
Me
çaroxên xwe xwarin,
nanên xwe
xistin
lingan
Me
tivingên xwe
pêçan
û
silmên bexçikên xwe
li
wan
dan
Me
pişta xwe
da
oxirê,
berê xwe
da
felekê
2.
Hi ga
Mandêlla
dîroka bindestiyê
li
ber
çavên xwe
danî
û
tif
kire
nîşana
Sultanî.
31.03.94
Piştî 27 salan ji zindîkirina navnas û serkêşê Afrîkî Nelson Mandêlla, rejîma Tirkî ya xwînrêj xwest xwe bi xelatkirina wî paya bike, xwe rûsipî bike û xwe aştîxwaz berçav bike. Lê N. Mandêlla xelat ne siparte xwe û li ser devê sekertarq xwe got: "Kesê bi xwaze zanibe çima min ev xelat wernegirt, bila bihnekê xwe Kurd bibîne". Hinga serêşên me bi kelavajiyên xwe daketibûn.

Serpale
1.
Dengê dîloka "Nalbendo ",
di nav
çingêniya das
û
qeynaxan de
winda bû
Simbil firîn
bistik çiqîn
Pel we0_în
û
bi ser berê dawî de
mijik rabû
2.
Dilopên xwihdanê,
bi giranî,
sêpila xwe vekirin
û
"Ez Xelef im,Xelef im "
bi xwe re revandin
sergom kirin
3.
Serpalê berê xwe
winda kir
Qeynax hilandin
Das şikandin
Çarox dirandin
û
bi sergêjî,
pêxwas
û destevala
melû
ji mişk î moran re
virandin.
04.04.1994

Rex
1.
Me
Rexê Zeradeşt
li
serê çiyayê "Avista"
kar
kir.
Rojê
bi
şev
serek lê da
û
bi cûmek agirê pîroz
ew
bar
kir.
2.
Me
hêviyên xwe ciyandin
li
ser perên wî danîn
û ew
firandin
Bilind rêst
Fereh rêst
û liva wî
xew ji çavan revand.
3.
Koç
û
êlên me
mane li bendê
wî
li
dora me
xêzeke agirî gerand.
4.
Me
Pîrozgeha xwe
li
şûna Rexê peritî
ava kir
Xêz li me teng bû
Me
ji yazdanê pak
dilivanî
lava kir.
10.04.1994
1.Ola Zaradeştî behweriyê bi hebûna du hêzên dijraber tîne, xêr û şer. Ango, ronî û taristan. Loma, Ahora Mazda (Hurmiz) weku xwedanê azmên tê naskirin, û ronî (xêr) dibe para wî û pê ve tê girêdan. Li hemberî wî, Ahrimen (Ehremîn) dibe hevalbendê taristanê, xwedanê hemî guneh û wêraniyan. Di mîfiye Zaradeştî de, di şerê dijraberiya Ronî û Tariyê (xêr û şer) de, xwedanê roniyê dinyayê bi xêr û xweşiyê gêş dike û bi roniya xwe pîroz dike.
Rexê Zaradeş jî, di vê mîfiyayê de, çîkek ji çîkên Ahora Mazda bû, ku bi cûmek agirê pîroz dihate pêxistin û ji serê çiyakî dihate firandin. Ev Rex (Balindê gewre) ji dar û depan dihate çêkirin. Serdarên vê olê agir, li ser kohekî bilind, pê ve dikirin û ew dirivandin. Gava didanî Mezargihek li şûna wî ava dikirin (li gor behweriyên serkanên vê olê, Ahora Mazda cihê danîna Rex bijartiye, lewra şûneke pîroze û gereke bibe Mezargeh).

Xecxecok
1.
Hinga em zarok,
me
pişkojên Xecxecokan
diqelaştin û
ji hev dipirsî:
Keç e?
Kur e?.
Kumsorên berê xwe da me,
me
pişkojên xwe avêtin
û
ji
ber revîn.
Êdî
Havînan jî çavên me
bi tiõtên sersor bar nedibûn.
2.
Piştî em bîrewer bûn,
me
nasî ku,
rengê Xecxecokê ji rengê
xwîê ye.
Êdî me
pêşbera tacegulînan xwe,
bi Xecxecokan,
dixemiland
û
li govenda "Wan"
me
dîlana şînê ji buhara rengîn re
digerand.
3.
Bi meznayî, buhara me,
li birrîna çavan,
sor dikir
Em
ji jimara şehîdên xwe
metmayî neman
û
me
doza tolvegerandinê nekir
15.05.1994
1.Yek ji mijûliyên zarokanê, yên buharan ew bû, dema pişkojên kulîlka Nîsanê (Xecxecok) divekirin, ji hev dipirsîn: Nêr e?. Mê ye?
(Ango: Kur e?, Keç e?). Eger nava pişkojê hîna pembe ba, keç bû. Lê ku sor ba, kur bû. Wilo, vê têderxistinokê ger û seyranên çolistana buharan xweş dikirin.
2.Karmendên dewletê, li herêma Cizîrê (li Sûriyayê), kumsor bûn. Wan bêş û bac distandin, loma şêjna wan ne xweş bû û milet ji wan zişt dibû. Dîtina wan jî weku bêqudoşîkê dinasîn.

Mehşer
Mizgînî hat:
"Sibe cejna Qurbanê ye".
Nanpêjan bist,
ji ber zarokan,
hilandin
Şevê perên xwe berdan,
zarok li hev
gerandin
Bi şêwir
û bi şîret
bist ji malan
revandin
Mehşer hildane banî,
taristan pê
şikandin
17.05.1994
1.Gundiyan, di civaka Kurdî de, mizgîniya cejan Qurbanê, bi êgir didane hev. Loma, êvara vê cejnê, zarokan agir bi serê bistan ve dikirin (bist jî yên tenûran, yên nanpêjan, bûn) û berê xwe didane gundê jêrî xwe, da wan agadarî "sibe cejne" bikin. Ev agirpêxistin û mizgînîdan cihê kêf û şahiya zarokan bû.

Bêzarî
Destê me dît,
me guva4t.
Em
bi ser gewdê bêhestû ve
ne bûn,
me
nas
ne kir
Em
bûne kolêndestan,
eniya me xuhneda,
me şerm
ne kir
Em
behitî, mane lal,
kesî
pû bin zimanê me
ne kir
20.04.1994
1-2.Gewdê bêhestû di mîfiya gelek miletan de heye, lê nav û erkên wî, li gor miletan, ji hev cuda ne. Gewdê bêhestû (li ba Kurdan: Xidirê Kesk, Xocê Xidir ) rola giyanê sermendî dileyize û dikare bi her awayî diyar bibe. Loma, dest, li ba Kurdan, di silavkirinê de bi germî têne guvaştin. Ev guvaştin jî, di koka xwe de, lêgera Gewdê bêhestû ye, lêgera wî gewdê pîroz e. Di çarçeva van behweriyan de, Xidirê Kesk dikare sê daxwazên mirovê ku wî binase bi cih bîne. Yek jîji wan karînên wî ew e, ku kesê pû binzimanê wî bike, dikare bi hemî zar û zimanên cîhanê bipeyive. Ango, kesê wî giyanî binase û daxwaza binzimapûkirinê lê bike, jîr û zana dibe.

Mirîşk
Mirîşka me
xwe
kil û neynik
kir
Şêjna xwe
bi Dîk xweş
kir
Qebiçî,
li lîs gera,
çare ne
kir
Me
ew li ser mijankên çavan,
bi cî
kir
Me
hêviya hêka zêrîn
kir
Lê,
Bi qîjqîj
û
qudequd
ji me re
hêkeke çermî
kir
25.04.1994
1-2.Di çîrokên folklorî, yên Kurdî de, mirîşka hêja hêkên zêrîn ji xwediyê xwe re dike, da wî ji tengasiyên eborî derxe û bi mîranî hemberî xanedanekî rake. Lê mirîşka bêkêr, yan jî ya bêqudoş hêkên çermî ji xwediyê xwe re dike. Hêka çermî jî, ew hêka ku kalikê sipî (kalikê ji kalsiomê) li ser nebe, lê tenha sipîk û zerik bi xaşiyekî çermî parastî bin. Tuxum ji hêka çermî çê nabe û dol pey nakeve, û bêdûnde dimîne. Wilo, bê çawa ji xwe re bêkêr e, ji xwedîyê xwe e jî bêkêr e.
