Tifik

Rezoyê Osê

-1-

   Kalekî  sermest, di pêkenînokeke serwext de, li ber roniyê li tiştekî digere.  Mirovek lê radiweste, dipirse " Mamo, tu li çi digerî?". Dibêje:"Taximê min ji devê min de ketiye, ez lê digerim!". 

   Piştî hin pirs û bersivan tê nasîn, ko taxim ne li ber roniyê, lê li ber reşê ji dev de ketiye. Hinga, ew mirov dibêje:"Mamo, bê li kû ketiye here li wir lê bigere!". Yê sermest dibêje:Ne cihê lê ketî  reş e, ez nabînim…!". 

-2-

   Dema em sîpe bûn, ez çûme sînemê. Ev sînema jî dikete kenarê bajêr,  yê bakur de.  Bakurî bajêr jî serxet bû. Ango, ti mal li vî milî nebûn. 

   Gava em ji sînemê derketin, bîneran teva berê dane bakur. Ango, berê xwe dane Serxetê. Lê, min bi tenha xwe semta xwe ya rast û durust girt  û  berê xwe da başûr, da hêla bajêr. Ez çend gavekî  berevajî  cemawerê  ji sînemêderketî  meşîm û  hinekî  ji  wan dûr ketim. Lê, ez ji nişka ve rawestam û min biryar da, ko bi wan re Serxet  bibim. Min ji xwe  re got:"Talana tev de dawet e!". Hema ew serxet  bibin, ez jî dê bi wan re herim Serxetê. Wilo, min berê xwe guhert û da pey wan. 

   Piştî em gihiştin kolana nava bajêr, ez  Li xwe hay bûm û hişê min hate serê min. Min nasî,  ko ez şevgerkî  bûme.  Ango,  şev  li min gera ye  û  semta   rast  û  durust ya  cemawer bû. 

-3-

   Li gorî alavên ragehandin û nûçeyên cîhanî,  qûncîçiya rejîma Tirkî ,  piştî  roxandina  rejîma Seddamê bedkar,  nayê!.  Belê, va şahyarê karubarên derve, yê rejîma Tirkî, berê xwe dide Tehranê. Da Li wir, li ber roniya çira karbidestên rejîma Îranê " Federalîzma  Îraqê"  bibîne  û  rûpelên    bixwîne. Lê nizane, ko Tehran jî li kuncikeke bi  ronî digere,  da tê de li taximê jidevketî bigere. 

   Ev  rejîm  komîteyên  amnistî ,  bi mebesta  têkdana  pirsa  Kurdî dadimezirînin , da rê û şivîlekan li ber peyva "federalîzmê" bigirin  û wê

bitemirînin. Lewra, seredanên  wan  ji  hev  re hewildaneke, ko pîlanên gemarî hemberî  Kurdan  û  pirsa  Kurdî  pêk bînin . Wilo, rejîmên  ko serdestiyê li Kurdan dikin, ji ber peyva" federalîzmê"  sewesî  bûne  û ketine taya giran de. Wilo li wan hatiye, ko hêzên xwe  dikin Yek  da hevbendiya hersê tîpên pêşî ji peyva  federalîzmê/ango "fed"/ li hev siwar nebin û wateyekê nedin. Tanî  bi  bihîstina lihevkirina van tîpan dikevin jehrî  û  bi  edrê dikevin, kef û kinc  bi ser devê wan dikeve û   dîlana dînan dikin. 

   Pîlanên wan ew in, ko van tîpan sêwî bihêlin û hevgirtina wan ne tenha ji alavên ragehandinên xwe rakin, lê wilo jî wan ji ferhenga têkiliyên navnetewî  û  lîsteyên mafên mirovan  rakin,  da şûna  wan  tenha "hevgirtina xak û sînorên " serdestiyê bimîne. Wilo jî xwe mafdar dibînin, ko ev tîp tenha bi wan ve bên girêdan û bikevin bin siha berjewendiyên wan de. Loma kesekî din mafdar nabînin, ko van tîpan bi kar bînin. 

-4-

   Leyistikên folklorî, di civaka Kurdî de, Pir in. Dawê jî yek ji wan e. Ev leyistik di civaka werzevanî de, ango li gundan, bi nav û deng e. Pirê caran gund diçine ser hev û şevbuhêrkên xwe bi vê leyistikê diqedînin. 

   Li gorî yasayên vê leyistikê, mêr hev dibijêrin û dibine du bend. Herdu bend  hemberî  hev  bi  rêz rûdinin  û  her bendekê serkêşekî ji xwe re hildibijêre. Yê serkêş tiştekî ( pirê caran gustîlk e, lewra li kelek deveran navê gustîlkê-hingulîskê-li vê leyistikê dikin) di dawa hevalbendên xwe de vedişêre. Benda din gereke binase, bê ew tiştê veşartî di dawa kê de ye. Eger naskirin, gustîlk digihe benda din û ew bend êdî vedişêre. Lê, ko tê dernexistin nuqteyek ji  wan  re  dikeve  tûrik. Wilo, kîja bend  xwe bigihîne  bîst  û  yek nuqtê, bi ser dikeve. 

   Rola serkêş, di vê  leyistikê de,  rola  herî  giring e. Ew bi benda xwe dişêwire, dorê dide û sûndê dixwe. Sûnd Jî ne bi xwedê û pêxemberan e, ne jî bi Tewrat, Incîl û Quranê ye, lê bi "Sobê ", "Tifikê" û tiştên wilo ye. Lê ya giring ew e, ko yê serkêş gerek e ne tenha zana û bihnfereh be, lê gerek e cansivik û tinazoker jî be. 

   Dibêjin, carekê Remo serkêşê benda xwe  bû .  Xemo   yek ji vê bendê bû.  Sûnd   "Tifik" bû. Wilo, her ko  Xemo digot:"bi tif. . ", Remo gotina wî dibirî  û ne dihişt  peyva "Tifik" ê bi dawî bîne.  Erê, her ko Xemo"bi tif. . " digot, Remo Yekser badikir: " Hêde. . . hêde,  min sedcarî  gotiye, bila ji min pê ve kesek ti gûyî  nexwe!". 

   Ez nizanim, ne şev li rejîma Tirkî  gera Ye, ne li taximê jidevketî digere,  ne jî serkêşiya leyistika dawê dike û sûnd jî "Federalîzm"e?!. 

Qamişlo 12. 01. 2004