Lolo. . . Lêlê
Rezoyê Osê
-1-
Berî ko globalîzm bikeve çerxa xwe de, her tiştê awarte, di terazûyahevalbendiyê
de, normal dihate daneqebûlkirin. Lê, nayê wê radeyê, ko dawî ji
awartedariyê re nîne û xêr û guneh, di dîroka mirovaniyê
de,
hemkûfî hev in.
Belê, di bûyereke siyasî de, dema gundiyan, li gundê Elî-Fero, berxwedan di
ber bidestxistina mafên cotkariya xwe de kirin, rêxistinên siyasî hemberî
axayê gund rabûn û hevalbendiya cotkaran kirin. Lê, axê hewara xwe gihande
hevalbendên xw. Hevalbendên axê bi tank û topan piştgîriya wî kirin û
gundiyên birîndar avêtin zîndanên xwe. Hinga hevalbendên cotkaran, ji bêçareyî,
destên xwe di ber xwe re berdan û gotin:" Zor zane... !".
Wilo jî, dema gundiyan, li Tilşiîra Aşîtan, berxwedan di ber bidestxistina
mafên niştewariya xwe de kirin, axayê gund hemberî rêxistinên siyasî rabû
û hevalbendiya cotkarên xwe kir. Lê, xwediyê tank û topan hewara xwe
gihandin hevalbendên xwe. Rêxistinên siyasî ev hewar pejirandin û piştgîriya
hevalbendên nû kirin, da gundiyan ji ax û ava wan dûr bikin. Hinga hevalbendê
cotkaran, ji bêçareyî, destên xwe di ber xwe re berdan û got:"Zêr
zane...!".
-2-
Dema berjewendiyên globalîzmê dikevin bin baskên nijadperest û serhişkan
de, boşelan radibin, pêl leme-lemê dikin, bahoz û bablîsok xakê rêj dikin.
Hinga awartedarê qels û xizan dibe, cih ji xwe re nabîne û jan xwe
diberde mêjiyê hestû. Êdî, sitemkarî nayê perdekirin û kujtardarî
nayê veşartin. Wilo, dadgehî ji azmanan dadikeve xwar, cilik ji bin lingên
gunehkaran tê kiandin û zarokên Xatûn û Cêriyan namînin. Ango,
dibe Mihdî-zeman û gur bi mihê re diçêre. . . . . . . .
Li min negirin!. Ez nema karim bi zelalî bihizirim û ramanên xwe, bi rewanî,
bi dar ve bikim. Bi kurtî, mejiyê min ji kêfan re hildiperike, li hev dikeve
û weke girara rijî hev nagire. Belê, nûçe dibêjin, va SEDDAM HUSÊN hate
girtin. . . . Erê, ez nema zanim çi bêjim!. Tenha ez dizanim, ko kujwerê
Kurdan, kujwerê miletên Iraqê û neyarê mirovaniya bêguneh hate girtin. . .
Bêgoman, Georg W. Bosh jî weke min, eger ji min ne bêtir , wê bi kêf be.
Lê, wê ew jî nizanibe, di kêlîkên nêzîk de, peyvên xwe çawa bi dar ve
bike. . . Hêde, vê nûçeyê çîvanokeke gelêrî di bîra min anî....
-3-
Çîvanok dibêje, ko rojekê şeytên xwe kire hevalrêyê rêwiyekî
gundî û xwest feneke mirovane lê bike. Gote yê rêwî:"Em ji vê meşê
westan. Were em, bi dorê, li koklîka hev siwar bibin...!". Yê rêwî ev
pêşniyar pejirand.
Wilo, li hev kirin, ko her yek ji wan qederê stiranekê li koklîka hevalrêyê
xwe siwar bibe. Belê, şeytên dora pêşî da yê gundî.
Piştî yê gundî li koklîka şeytên siwar hat û lingên xwe di ser
milan re, ber bi jêr de, berdan, li xweşiya wî hat. Hinga dest bi
stirana xwe kir, got:
"Lo lo... lol lolo... de lo lo... de lolo lolo...... ".
Yê gundî, bi vê xwînsariyê stirana xwe berdewam kir. şeytan westa, bihn lê
teng bû û xwe nema girt, got:" Birako, ka stirana te bi dawî nehat!!".
Yê gundî lê vegerand, got:"Ev lolo ye, hîna lêlê bi şûn de ye!".
Qamişlo Yekşem
14. 12. 2003