Konê Reþ

Konê Reş (Selmanê Osmanê Evdo):
Konê Reþ mirovekî kurd e, ji mêj ve di kul, êþ û janên gelê xwe de dipûnije. Xemxur û zikêþekî zimzanê dê û bavê xwe ye. Yek e ji wan kesê ko li dor malbata Bedirxaniyan dixepêre.

Di sala 1953an de li gundekî ji gundên pir belav di navbera tixûbên di nav Sûrî û Tirkiyê de çêkirî hatiye ser rûyê dinyayê. Li Qamiþlo û Hesekê bakaloriya standiye û gelek hewl dane xwe da xwendina bilind jî bidawî bîne, lê ew pê re neçûye serî, ta ko di Almanya ve derketiye.

Ji mêj ve bi dûv ziman, folklor û toreya gelê xwe de ye û gelek dostaniyên wî bi rewþenbîrên kurdistanî re hene û di tev kovar, rojaname û belavokên kurdî de beþdariya wî heye.Ta niha di sih û sisiyan de nivîsandiye, li her çar parçeyên urdistanê û li derveyî welêt. Hem jî xwediyê kovara Gurzeke Gul e, ew kovara ko di nav salên 1989 û 1992an de li nav kurdên baþûrê Kurdisanê dihate belav kirin.

Ji hêvî û daxwazên Konê Reþ ew e, ko wê rojê bibîne, ew roja ko her sibeh rojnameyeke kurdî bi tîpên latînî li ber deriyê mala xwe bibîne û bi rêka wê rojnamê nûçe û bûyerên cîhanî seh bike.

Berhemên Konê Reþ yên çapkirî:

- Serpêhatiyên Mîran (1); Beyrût 1991
- Mîr Celadet Bedir-Xan, bi Erebî; Şam 1992; bi Kurdî Stokholm 1997
- Sîpan û Jîn (helbestên zarokan: 1); Beyrût 1993
- Serhildana Sasonê: 1925-1936; Şam 1995
- Şagirtê Bedir-Xan im (helbestên zarokan: 2); Beyrût 1996
- Osman Sebrî: 1905-1993; Şam 1997
- Xwedî û Berpirsiyarê kovara (Gurzek Gul) di navbera salên 1989-1992
- Her weha xwediyê stoneke rojnemevanî bû bi navê (Hindik Rindik) di heft nameya (Peyman) de li Duhokê û bi dehan gotar, lêkolîn, pexşan û helbest di kovar û rojnameyên Kurdistanî  belav kirin
-
Welato! Konê  Reş; 1998; Beyrût, Libnan.

Berhemên neçapkirî:

-Çend destnivîsên folklorî
-Dîwana helbestên klasîkî
-Dîwana helbestên nû bi navê Welato!
-Dîwaneke bi navê Jîn û Jiyan
-Romanek
-Gelek gotarên li ber çapê


Here vir:

DERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST