Bêwar Brahîm

Bêwar BrahîmBêwar Brahîm nivîskar û helbestvaneke kurd e, bi kurdî û erebî dinivîsêne.


Bêwar Brahîm di sala 1973 an de li gundê Girbawî, yê nêzîkî Qamişlo hatiye ser rûyê dinyayê.


Berhemên wê di piraniya kovar û rojnameyên kurdistanî de hatine weşandi, ji piçûkanî ve meyla wê li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ve hebû, di destpêkê de dîwana Melayê Cezîrî, Mem û Zîna Ehmedê Xanî û piştre dîwanên Cegerxwîn xwendine û bandora wan berheman lê hatiye kirin.


Di her deh salên dawî de gelek caran bi Seyda Tîrêj re giftûgo kirine û jê fêrî hûnandina helbestên klasîk bûye, lê helbestên xwe yên kilasîk çapnekirin û di van salên dawîn de bêhtir berê xwe da nivîsandina pexşan û gotaran.



Berhemên çapkirî:
-Bibûre ey evînê tu bê sûd î; helbest, Şam 1999 (Asife eyûhel hub leyse lekî meena)
-Nameyek ji bo qederê; helbest, Şam 2001

Here vir:
DERGEH