Rûmet

Rezoyê Osê

- 1 – Ez wî bi nav nakim, wilo jî bi durv û nîşan nakim ... Belê, mirovekî navdar bû, ji malmezinan bû,destevîl û nanda bû,ne kar kiribû,ne mal li ser hev dana bû . Lê, dek û dolab lê geriya bû û mina‏şe,di malê de,ne ma bû . Lewra, beza wî bûbû dewletên pengavê / dewletên Xelîc /, da li wir bizavekê ji xwe re bike û rew‏şa xwe ya eboriye xirab,bi vê bezê,serrast bike...Bila rûmeta xwe,li wir,binpê bike,da vê rûmetê,di civaka xwe de,li ber çavên dost,heval û hogiran,biparêze û bi kiras bike.

Car – caran, li pêş dostên nêzîk, gazind ji zarok û maliyên xwe dikirin, digot : " di gomanên wan de,ko xezîneyên min li wir henin... Ew nizanin, ko çavên min li ber desta ne ... Ew nizanin.ko bi mehan ez xwe di koçik û serayên Emîran de pal didim, xwe divezîlênim û xwe xilmaş dikim, da dilê wan bi min bişewite ... da ji seqda serê tawîkî, bawîkî, ji zikata xişr û malê jinemîrekê,yan keçemîrekê,ko sal lê vegera ye.Wilo jî,ji xêra mirîkî, rêwîkî bi ser min de bibarînin. Erê,bi vî rengî,ez malê parsê dicivînim..... Lê,van zarokan,vê jinê,ez kezebqulî kirime . Li min bûne serad,av xwe tê de nagire...!!".

Vî mirovê malmezin rûmeta xwe, bi vî rengî,diparast û gunehê rewşa xwe li zarok û maliyên xwe dikir bar. Lê, ya rast, wî zarokên xwe bîkêr, tembel û çav li ber mistan rakiribûn ... devên wan weku devên çêlîkên peresrêlekan ( dûvmeqeskan),tim li ber gepekê vekirî bûn.

- 2 – Ez wê bi nav nakim, wilo jî bi durv û nîşan nakim ... Belê, partiyeke

navdar bû, ji partiyên Kurdan bû, xwedî dîrok û peyman bû . Lê, carekê dek û dolab lê geriya bû û çare ji civîneke rewşenbîran pê ve,li ber,ne ma bû...civîn jî cihê gilî û gazinan bû... Rojekê, em 30-40 mirovên xwenda, yên bijartî, ji hêla vê partiyê ve vexwendî şevbuhêreke siyasî bûn.Lê,em nizanin mijara şevê çi ye . Belê, em tev li odekê,li gorî dema binavkirî,kom bûn...û ji ber tengiya cih,em li ser çokan ixya( mexeltina devehan ) bûn. Serkêşê vê partiyê, bi axaftina xwe,şev xiste çerxa wê de, got ...got ...û got,tanî xumariyê xwe berda ser çavan û nema bi ser gotinên xwe ve bû!!. Wilo,şev dirêj bû û zîlana wê rûmetparastin bû. Bi kurtî,hin partiyên ko tanî doh,bi vê partiyê re,di hevbendiyê de bûn, îro xwe jê dişon, nikilan jê didin û hewl didin ko wê bixin benîşt di devên qenc û xiraban de,da rûmeta wê binpê bikin ... Lê, ev gotin, li gorî dîtinên vê partiyê, bêbextî ne, rastî di wan de nîne û li ser bingehên rikgîriyê avakirî ne.Wilo jî,serkêşê şevbuhêrka me hêvî, ji me,kirin ko em nekevin bin bandora " gotinên kolanan " de...û, weku rewşenbîr,rastiyê bi kar bînin. Min,di vê çavsistiyê de, da xwe û ez rabûm . Li rabûnê,min got : " Eger hûn ji xwe re, ji bêkarî, li wensekê digerin,lê ev kesên vexwendî şevê ne bêkar in ... kesên di zanîna wan de desthilatê avakirina dewletan in ... Ma rûmeta partiyan di ixyakirina rewşenbîran de ye !!!. Bi rabûna min re,xortekî din jî da xwe,da bi min re derkeve .Lê, rabûna me ji hêla koma vexwendiyan ve hate protestokirin, da em behweriyên xwe, derbarî vê rewşê, bînin zimên .Ango, em weku rewşenbîr, di şevê de aktîv bin,ne pasîv bin.Me jî ev yeka pejirand û em,ji nû ve rûniştin. Erê,em ji nû ve rûniştin,lê ez mame di bin bandora hêrizên rabûnê de.. û bê ko ez bihizirim,min got : Em rûmeta xwe gorî rûmeta gel û serkêşiya gel dikin,lê " nan bi xwê û xwê bi tamî "...Ma gelo,rûmeta rewşenbîran ew e,ko partiyên me wan her demekê, li hev kom bikin û li pêşberî xwe ixya bikin, da ji wan re bêjin : " Em di tengasiyeke navxweyî de ne !!"... û piştî demekê, dîse wan li hev bicivînin, da bêjin : " Me tengasiya xwe derbas kir !!"... Ma ev e, rûmeta rewşenbîr û rewşenbîriyê ?!!. Hinga, min serboriya wî mirovê malmezin, serboriya " Bavê flankes " hewil da...Belê,her ko ev mirov li girikê,li zenga dinanan,dima û dipeland ko rûmeta wî,di civaka wî de,kêm dibe,çend berxên salê,bi deyn,tanîn.... konek jî, li pêşberî mala xwe, di kolanê de, vedigirt . Berxên xwe digurandin, xwarina xwe dikeland û dost, nas, gundî û cîranên xwe vexwendî ser xwarinê – xwarina xatirxwestin û rûmetparastinê – dikirin. Dema xwarin dikişande bin kon, qebe – qeb ji bin konê xwarinê dihat. Lê, ko xwarin dihate xwarin û hestû bela-wela dibûn, kon ker dibû, û mirovên vexwendî radibûn,da destên xwe bişon...Li destşûştinê,ji hev re, digotin : " Bavê filankes di tengasiyeke eborî de ye ... Ev xwarina rûmetparastinê ye...xwedê rûmeta wî binpê neke...". Ev xwarindan,li ba herkesê vexwendî,nîşana penaberiya"Bavê flankes " bû... nîşana jidestçûna wî ya eborî bû,û destpêka bizaveke nû ji rewşa wî re bû . Piştî çend mehan " Bavê flankes " ji penaberiya xwe vedigera.Li vegerê dîse çend berx dikirîn, lê vê carê ne bi deyn bûn, û konê xwe li wê şûna berê vedigirt ...vexwendiyên xwarinê jî her yên berê bûn.Piştî destşûştinê ji hev re digotin : " Bavê filankes ji tengasiya xwe derket ...xwedê rûmeta wî parastî bidomîne...". Wilo,me şevbuhêrka tengasiyê, bi qerf û tinaz, qedand ... û em mane li benda şevbuhêrka ferehiyê.

Qamişlo 15.02.2004