Rojên wêjeyê
Rezoyê Osê
Dem û cih:
Di navbera 30.10. û 01.11.2004 an de, di bin slogana "wêje jiyan e", li şarê Diyarbekirê /Amed / rojên wêjeyê hatin lidarxistin. Di navbera van rojan de jî /2 û 3 berfanbarê / konferansa zimanê Kurdî hate birêvebirin.
Rêvebirî û berpirsiyarî :
Rêvebir û berpirsiyarên van çalakiyan, şaredariya bajarê mezin yê Diyarbekirê, birêz Osman Baydemîr û serokê Enstîtuya Kurdî ya Stanbolê, birêz Şefîk Bayaz bûn.
Vexwendiyên, ko beşdarî di çalakiyên "rojên wêjeyê" û "konferansa zimanê Kurdî " de kirin, ji herçar aliyên cîhanê bûn / ji Kanada ; Ewropa ; hin komarên Sovyeta berê ; herçar parçên Kurdistanê ; ji Tirkiyê û hin welatên Erebî /. Guhdar û aktîvîst jî, bi sedan bûn.
Organîzekirin:
Roja 29. 10. 2004 an, piştî bicihkirina mêvanan, pêşwazî li salona otêla Demir hate kirin . Ev pêşwazî ji hêla şaredariya mezin ya bajarê Amedê, ji hêla birêz Osman Baydemîr ve, hate kirin . Ew bi xwe lê amade bû û, bi gotineke kurt û watedar, bixêrhatin da mêvanên xwe. Bi
wan re şîveke sivik, li ser piyan xawar / mêvanan nan û xwê ya Amedê xawarin /. Wilo jî, çend skêçên zarokan û stiranên wan, ji hêla grûpeke
zarokên şanogeriyê ve hatin pêşkêşkirin.
Di vê şeva bixêrhatin û hevnasînê de, hevdîtinên xweber û serbest pêk hatin. Gelek kesên berê hevnas bixêrhatin dane hev û li hev pirsîn.
Wilo jî hevdanenasîn pêk hatin . Şeva hevnasînê kete çerxa xwe ya dawî de, da sibehê çalakiyên " Rojên wêjeyê " bikevin çerxa xwe de. Lê, çawa be, çend elementên bingehîn ji organîzekirina çalakî û çalakdaran re gerek in, wek :
1. Cihê çalakiyan.
2. Bicihkirina çalakdaran.
3. Nandariya Berpirsiyariyê.
Çalakî li çend cihan pêk dihatin : Şanogeha Şaredariya Bajarê Mezin;Navenda Hunerê ya Diyarbekirê /DSM/; Navenda Çanda Dicle Ferat û Enstîtuya Zimanê Kurdî . Mêvan jî, li çend otêlan, hatibûn bicihkirin û çar xwaringeh jî bo xwarina wan hatibûn binavkirin, da sê danan, bi talonan, li wan bixwin . Ji her grûpek mêvan re jî, rêvebirek hatibû binavkirin û berpirsiyariya mêvanên xwe, di her warî de, dikir.
Beşdarên çalakiyan dora / 125 / kesî bûn . Guhdar û aktîvîstên birêvebirina gengeşan jî, bi sedan bûn. Rê li pêşiya çapemeniyê jî vekirî bû . Lê, " Konferansa Zimanê Kurdî ", ji bilî axaftinên vekirinê, ji çapemeniyê re girtî bû.
Konferansa Zimanê Kurdî :
Konferansa zimanê Kurdî roja pêncşemê/2 Berfanbarê/ hate vekirin û roja înê / 3 Berfanbarê / bi dawî hat . Bernameya Konferansê jî, bi axaftinên vekirinê kete çerxa xwe de.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê, birêz Osman Baydemîr, bi axaftineke cihgirtî, şêrîn û watedar Konferans vekir . Pişiî vê axaftinê serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, birêz Şefîk Beyaz gotina xwe got . Hinga, berpirsiyar û şandên çapemeniyê ji sala kar û bar hatin dûrkirin, da "Komên Xebatê" bêne diyarkirin.
Di vê rûniştinê de jî, lênihêrtineke gelemperî li zimanê Kurdî ji hêla prof. Dr. Îraîda Anatoliêvna Smîrnova / Cihê Kurdî di nav zimanên Îranî de / û prof. Dr. Joyce Blau / Li Ewropayê xebatên li ser zimanê Kurdî/ hate pêşkêşkirin.
Piştî bihnvedaneke kurt, mamoste Ezîzê Cewo Mamoyan axaftinek, di bin sernavê / Şopên Bingeha destpêkî ya Zimanên Hind - Ewropî di Kurdî de /, anî zimên. Di vê rûniştinê de jî Dr. Elî Roxzadî axaftina xwe, di mijara / Têkiliya Kurdî û Farisî /de, bi dawî anî.
Rûniştina duyem, di mijara ZARAVAYÊN KURDÎ de, kete çerxa kar û bar de . Vê rûniştinê bi mijara Prof. Dr. Zara Alî Yûsûpova / Saziya zaravayî ya zimanê Kurdî / dest pê kir. Piştî vê yekê mamoste Mehemed Malmîsanij lêkolîna xwe li ser / Hin Aliyên Kirmanckî û Kurmancî yên hevbeş û cihê / bi dawî anî. Lê, berî roja pêşî bi dawî bê, Doç. Dr. Salih Akin mijara xwe, di warê / Di Zimanê Kurmancî de Têkçûna Zayendê /, bi dawî anî.
Ji ber ko mijar û lêkolînên roja pêşî gelek dem xwarin, hin mijarên vê rojê hatin guhestin, da di roja didiwan de bêne pêşkêşkirin. Wilo, sê beşdar hatin bişûnxistin . Ew jî Behroz Şûcaî ; Mistefa Reşîd û Deham Evdilfettah bûn . Lêkolînên wan, yên bi navên / Bandora peywendî - xalibiyeta tirkî li ser kurdiya bakurî ya nivîskî /; /Rastnivîs û Standarkirina Kurmancî / û / Pirgirêkên Zaravayê Kurmancî /, di destpêka karê roja didiwan de, hatin pêşkêşkirin . Da piştî vê yekê Konferans li ser mijara SIYASET Û ZIMAN raweste. Di vê rûniştinê de Prof. Dr. Karîna Cîhanî mijara lêkolîna xwe, bi navê / Zimanên di xetereyê de û rewşa Kurdî /, pêşkêşî beşdaran kir . Hinga dor dighe Dr. Amir Hasanpour, da lêkolîna xwe ya bi sernavê /Siyaseta Ziman û
Kêşeya Zimanê Kurdî / pêşkêş bike. Lê, mamoste Ebdulwehab Xalid vê rûniştinê, bi mijara / Li Iraqê rewşa zimanê Kurdî /, bi dawî tîne.
Konferans bihnvedana bidawîkirina vê rûniştinê distîne, da bibe dora Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û pêşkêşkirina lêkolîna wê / Li Turkiyeyê Rewşa Zimanê Kurdî / . Wilo jî, Rojnameya Azadiya Welat, di warê pisporiya xwe de, lêkolînekê bi navê / Çapemenî û Zimanê Kurdî / pêşkêş dike . Hinga dor digihe Xwendina gotarên nivîskî . Êdî ev rûniştin bi dawî dibe.
Di / Rûniştina duyem / de, / Axaftinên serbest / dest pê kirin . Beşdar, di van axaftinan de, li ser / Nirxandina pêşniyarên komên xebatê / rawestiyan, da di civîna çapemeniyê de /Ragihandina encamên Konferansa Zimanê Kurdî / ji çapemeniyê re diyar bikin . Wilo, Konferansê Zimanê Kurdî bi dawî hat.
Rojên wêjeyê li Diyarbekirê :
Di vê hefteyê de dora 125 kesî beşdarî di çalakiyên rojên wêjeyê de kirin. Çalakvan jî pisporên karên xwe bûn. Ji wan, kesên weke Prof. Dr. Andreas Schaner ; Prof. Dr. Celîlê Celîl û gelekên din hebûn. Yên, ko / mirov ne desthilat e navê tevan di nivîsareke wisan re derbas bike / beşdarî di van çalakiyan de dikirin . Mijarên çalakiyan jî rengareng bûn. Hem gotûbêj bûn, hem panel bûn, hem jî helbestxwendin bûn. Tev jî dihingivtin babetên wêjeyê di civaka serdem û kevnar de.
Çend nimûne ji gotûbêjan :
" Newekhevî, pesta civakî û malbat " - Şebnem Işiguzel ; " Ji berê heta îro çanda popûler " - Bulent Somay û Ahmet Tulgar ; " Wêjeya Suryanî û Naum Faîk " - Mehmet Şimşek ; " Di wêjeya dema navîn a Ermen de Kurd " - Çerkezê Reş ; " Zimanê me, zimanên me û wêje " - Necmiye Alpay û Mehmet Çetin ; "Polîtiya zimên yên welatên Rojhilata Navîn " – Dr . Emîr Hasanpour ; " Pirçandî û wêje " -Dr. Martin Van Bruinessen ; " Di wêjeyê de nivîskarên jin" - Sibel Irzik û Haşîm Ahmedzade. . .
Çend nimûne ji panelan :
"Mîtolojî, efsane û wêje" – Prof. Dr. Andreas Schachner û Prof. Dr. Celîlê Celîl û Îhsan Culemêrgî ; "Li Îranê wêjeya Kurdî " - Sami Tan, Şerko Cîhanî, Eta Nehayî, Kambîs Kerîmî û Şemzdîn Cîhanî ; "Di wêjeyê de rexne, hêza rexneyê" - Mehmet Can Dogan, Zeki Coşkun û Tengezarê Marînî . . . Wilo jî gelek panelên din di warên " Werger û wêje" yê de; "Kêşeyên wêjeya Zarokan" de ; "Wêjeya devkî û nivîskî ya Kurdî". . . . .
Çend nimûne ji helbestxwênan :
Jimareke mezin ji helbestvanan jî beşdarî di rojên wêjeyê de kir . Ev roj bi helbestên xwe xemilandin û raman û dîtinên xwe di riya firdikên xwe re pêşkêşî guhdar û beşdaran kirin. Ji wan : Azîzê Cewo ;
Rênas Jiyan ; Seyithan Komurcu ; Halil Ibrahim Ozcan ; Kemal Varol ; Lal Laleş ; Roşan Lezgîn ; Berken Bereh ; Şrfan Amşda ; Rizoyê Xerzî ; Tengezarê Marînî ; Hamit Geylani û Hêvî Berwarî .
Di roja bidawîhatina "rojên wêjeyê" de, beşdar li dora maseyên şîva xatirxwestinê li hev civiyan, ko Şaredariya Bajarê Mezin êDiyarbekirê
û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê tê de mazûlvan bûn . Wilo, mazûlvan û mêhvan ji hev bela bûn, lê umîd û hêviya tevan mane pêkanîn û birêvebirina kar û barên hêja. . . . .