PEZKOVÎ Rezoyê Osê - Qamislo
-1- Dema Kulehên Necdî Rûpelên dîrokê kirkivandin, Em Bûne abonementên lîsteya mirinê…! Hinga Me Navê Xalxalokê kire "Kêzika Hecê" Û Navê kerkê pîrê kire: "Kerkê Fatimayê"…! Kire: "Kerkê Nebî"…!
-2- Em, Bi demê re, Li "Kerkê Nebî" siwar bûn… Me pistên xwe vekirin, Li ser serên xwe, Kirin kofî Û Me, Li ber dergehên kelehan, Ala ser hilda… Hinga Heftê û du bablîsok li me rabûn… Û… Em ketin kûrika mirinê.
-3- Siya Dest û zevî Li ber barê me Ranebûn… Me Xwe, Di kuna Keftêr de, Vesart…! Dema roj li me hilat, Em Bûne dêwên heftserî… Hinga Me dev li xwe kir Û Xwe, Di xwîna xwe de, Gevast…!
-4- Di Buharê de, Em Li dengê Pezkoviyan siyar bûn… Me Zanî gonxwarin hatiye qedarê.. Hinga Me Bi sersimên xwe ax kola Û Hebûna xwe berçav kir…
-5- Nêçîrvanan, Li pêjna simên me, Li marîna hevbanîna me, Xwe berdane desta Hewlêrê… Û Kustina Pezkoviyên avis Kirin armanc…! Hinga Em Li ser xaka pîroz, xaka gonxwarinê, Dane ber tîrên "Kevanên Necdî" Û Bi silfên sûrên zingargirtî, sûrên kevnezemanî, Dane gurandin…! Xwîna me bû gol… Û Em Di roja Qurbanê de Bûne qurban…!
-6- Em Bi sivanê Pezkoviyan Behwer in, ku Wê Bilûra hinekirî Ji kirasê wê derînin Û Karexezalan, Li dengê wê, rakin sevînê… Hinga Wê Destên me jîndar bibin Û Demsal wê, Di çerxa xwe de Bigerin..