Kurk
Rezoyê Osê

  -1-
   Şivanê berxên gundê me sîpe bû. Kurkekî kevnar li xwe dipêça û, di destpêka buharan de, berx li nav dexlan qar dikirin. Me zarokan jî virnîkên xwe dibirin nav berxên şivên û, li wir, dest bi daneheva çavçêlek û penîrokan dikir. Car-caran jî li şinêrekan digeriyan. Lê,  me xwe ji daneheva sûrimê jî bêpar nedihişt. Bi ser ko sûrim rengek ji sîrên kovî(xweristî) ye. Lê, ji sûrimê jî babetek bi navê bacê hebû. Em ji wî babetî bi tirs bûn. Wilo jî em di wê behweriyê de bûn, ko mirovê bacê dixwe dîn dibe. 

  Dema berx dûr diçûn, me bi dorê vedigerandin. Lê, pirê caran şivên dora xwe bi me dikir. Belê, xwe li me dîn dikir. Kurkê xwe divirand û xwe lal dikir, digot:"min bacê xwariye!". Me jî behwer dikir û, ji tirsa, dora wî dikir. Wilo, virandina kurk, ji me re, bûbû nîşana xwedînkirinê. 

-2-
   Ez carekê, weke gelek caran, ji hêla amnîstê leşkerî ve hatim xwestin. Dema ez derbasî oda bersivdanê bûm, yekî bi madekî tirş û tal got:"rûne!". Ez bêdeng rûniştim. Min çavên xwe li odê gerandin,  min odeke vikî vala dît. Tenha masek, kenebek û sobeke nedadayî tê de bûn. Mirovek li pişt masê rûniştî bû, xwe di nav kurkekî de pêça bû û çavên xwe kiribûn wê dosiya li ber xwe.  Vî camêrî geh pelikên wê dosiyê bi hêz  û  zirçoneyî diqulibandin , geh   jî pifpif dikir. Car-car jî mistên herdu lepên xwe li masê didan, dihişt dengê daholekê bi masa wî bikeve, lê li min nedinerî. Min jî bêdeng temaşa wî dikir û li benda pirsa wî bûm. 

   Wilo, zengilê telefonê lê da. Rahişte destik, bi giranî da ber guhê çepê û bêdilî xwe " alooo " ji nav lêvan derxist. Ev mirov, piştî "alo"  ya xwe , bû pizot, bû weke komira ko tu baweşînê di ser re bigerînî. Ji wê sistiya xwe şiyar bû û bû şîqşîqa wî. Belê, bi hêz û hêrz  û dengbilindî fermanek da, got: " Çend kesan bi xwe re bibe û herin wî segî, li pey terembêlê, bixişiqînin, da ticaran zimandirêjiyan neke. . !". Wilo got, lê hîna jî berê xwe nedaye min. 

   Min, di vê kêlîkê de, rewşa xwe ji bîr kir. Tenha ew mirov(seg,  weke wî gotî) dihate ber çavên min. Çawa wî girêdidin, çawa wî dixişiqînin, çawa çekên wî diherhilin, çawa laşê wî dişeride û birînên xwînda di laşê wî de vedibin. Lê, ya ez tê de mame behitî ew bû, gelo wê sax bighe, yan na!. Wilo, ez di nav xeyalên xwe de winda bûm. Ez hinga li xwe hay bûm, dema ko dîse zengilê telefonê lê da.  Dîse rahişte destik, bi giranî da ber guhê çepê û bêdilî xwe " alooo" Ji nav lêvan derxist. 

   Piştî " alo " ya xwe gazin kirin, got:"Tu dibê qey ez van rojan, di psîkolojiya xwe de , nexweş im. Ez nizanim çi dikim, çi dibêjim. . . weke dînan li min hatiye. Piştî ez bi hiş xwe têm, ez li kirdarên xwe poşman dibim. . . ". 

   Ew her gotinên xwe berdewam dike, lê dilê min pê şewitî û min nema guhdariya wî kir, ka çi dibêje. Lê, ji ber ew ketibû sirên xwexapandinê, rabû ser xwe, bi bestika kurkê xwe girt û ew virand, da dînîtiya xwe bi min bide nasîn. Wilo, kurk ji hev vebû û weke paraşûtekê firî. . . firî. . . firî  û li kuncikekê hate xwar, bû komik. 

   Min ev kirdar ji xwe re nekir bar, ji ber min dengê tût. . . tût. . . tûta telefonê dibihîst, bê ko telefona xwe daxe, yan jî axaftina xwe bibire. Ango, min nasî ko ev ne dînbûn e, lê xwedînkirin e. Wilo jî,  min nasî ko ev xwedînkirin xapandineke nebiserketî ye. 

   Belê, min dinasî ko virandina kurkê vî mirovî di rengê virandina Kurkê şivanê berxên gundê me de ye. Lê, min zanîbû, ko wî bacê nexwariye, lê wî nizanîbû ko min bi çendê caran bi virandina kurk re berx gov kirine. 

Qamişlo 09. 01. 2004