Keftar

Rezoyê Osê

-1 -

   Di civcateke rewşenbîrî de / li xatirxwestina rewşenbîrên Binxetê, yên ko

çûne konferansa edebiyeta Kurdî li Serxetê/ gengeşeke kurt li ser festîvala

helbesta Kurdî li Sûriyê vebû. Endamekî  komîta birêvebirina festîvalê, li ser

bidawîanîna festîvalê, axifî, got:"Me navên endamên komîta birêvebir û

partyiyên piştgir jî....".lê, dengekî axaftina wî birî, got:"her yek ji me weke

Keftarekî ye...çima...em...rolnaskirin...rewşenbîr...kar û

xebat...siyasetmedar...erk û armanc....".

   Bi kurtî,bi gotina Keftar re, min xwe winda kir. Ez ji gengeşa civatê hatim

birîn. Min peyvên bel-wela dibihîstin, lê wan gotinan, di mejiyê min de, hev ne

digirtin û ne dibûn hevokên watedar.Erê,gewdê min li wir ma, lê hiş û hoşeyên

min di qurçikin din de diçêrîn. Bi kurtî, ji civatê firîbûn û li mêrg û çiyayên

xweristê danîbûn. Wilo, ez ketim xilmaşiyske bêsînor de.

   Ez hinga bi hiş xwe hatim,dema min hest kir,ko pêçiyek di tengala min de

çikizî û pl re dengek kete guhên min,got: "Mamoste, şekirekî bişkîne...!".

   Ez li kû, şekirşikandin li kû !.Ez bi vê pirsê re veciniqîm.Min nema zanîbû

çi li dora min qewimî ye.Lê min di xwe dernexist, ko ez ne li civatê me.

Belê,ji gengeşa civatê tenha peyva"Keftar" bi min re meyî bû û di serê min de

digijmijî. Min teyrê xwe li mijê berda, min got:

 

- 2 -

   Keftar cinawerekî bi hêz e û ne destevîl e, lê bi dilovanî tê girtin.

Girtina wî jî cegerdarî jê re divê. Ev şêweyê nêçîrê jî, li ba Kurdan, folklorî

ye. Wilo, yekî bi ceger, tevî ciherekî tije kuç û kevir, xwe diberde kuna

Keftêr.Bi derbasbûna xwe re, bi dengekî zîz û dilovan dibêje: "Kefar î çak î

pak e, ciher lê ke dey nake....", tanî destên xwe dighîne gewdê wî û pê re-pê

re wî tîmar dike, dixwerîne û ciher dixe sukra wî. Piştî ciher dikeve sukra

Keftar de û tîşikên wî têne girêdan, êdî Keftar bê serêş dide pey nêçîrvan û ji

kuna xwe derdikeve.

 

-3-

   Belê, mirov bi vî şêweyî Keftar ji kunê derdixe û dike nêçîr. Lê, çawa

Keftar nêçîra xwe dike, dema ev nêçîr mirov be?. Belê, dema nêçîr mirov be,

Keftar cirîdeke rengxelekane li dora nêçîra xwe dike. Ango, bi rev û bazdan di

çerxa xêzeke mezin de digere û dihêle nêçîra wî di sentera/nîvê/vê xêzê de

bimîne.Wilo, sawa xwe dixe dilê nêçîra xwe de û hin bi hin xêza xwe lê teng

dike. Dema dipelîne, ko tirs ketiye dilê nêçîra wî de, xwe nêzîkî wê dike û bi

gupika teriya xwe de mîz dike. Li nêzîkbûnê wê gupika bi mîzê şil li ser çavên

nêçîrê diweşîne.

   Dibêjin, hinga mirov ji hiş xwe diçe û bê serêş dide pey Keftêr, tanî pê re

dikeve kuna wî de.Wilo,Keftar nêçîra xwe derbasî kunê dike, lê wê bi saxî

naxwe, wilo jî wê birîndar nake. Tenha wê dikirkirîne, tanî ji ken û tiqtiqê

dil lê radiweste. Piştî dilrawestanê, ji nû ve, dev tavêje nêçîra xwe û xwe jê

têr dike.

 

- 4 -

   Erê, min ev serborî digotin, lê ez ne li hewata civînê bûm. Wilo, dengek

kete guhên min, got:"Te dawiya wê anî....de rabin, lê dereng e...".    Lê min

çi digot, çima digot û dawiya çi anî, ez tê negihiştim.

 

Qamişlo 05.11.2003