Hed
Rezoyê Osê
-1-
Di serboriyeke
civakî de,zarokek ji jineke navser re
çêdibe.Piþtî ev zarok
pilitik dibe diçe nav heval û hogiran.Lê,weke zarokan
jî jê
Re digot: "Sexela
pîrê bû " ,qor û
laxer bû, bi nûz-nûz bû ,jar
û
belengaz
bû.Belê,bê ev zarok çendî li
malê delalî bû,wilo jî sist û
Pist bû ,lê ew çendî doza delalîbûna xwe li heval û
hogiran dikir.
Rojekê,ev
zarok,bi girî,bi ser diya xwe de hat.Dê li sedema giriyê zaroka
xwe pirsî,zarokê got: "zarokan çêr ji min re dan, gotin...!".
Wilo,piþtî hin pirs û bersivan,dê nasî bê çi ji zarokê re
hatiye gotin.
Erê,bi vê yekê li xwe hay bû,ko ew jî,di nav pîrekan
de,bûye navek.
Rabû,ji kêfa xwe re,derkete devê deriyê mala xwe û
dengekî lîland.
Cîran li dengê
lîlandinê derketin,da zanibin çi þahî li mala cîranê wan
heye,çiko lîlandin nîþana kêf û þahiyê ye,pirsîn:
- Xêr e,cîranê?.Ev çi lîlandin e?.
- Xêr e...ji xêrê pê ve nîne.Ji kêfa re ez dilîlînim.
- Kêfa çi...xwedê xêr ke?!.
- Kêfa ko"Q..." ê me jî kete nav
"Q..."an....
Cîranan,bi
van gotinan re,kenê xwe bi devdesmalên xwe veþartin.
Lê,cîranê serê xwe bi kenveþartinê ne êþand.
-2-
Di
serboriyeke ayînî /olî / de,du bir oldar,li gundekî,dikevin gengeþê de û
dibine du bend.Bendek dibêje:"ji xezalê bezatir
nîne,ji rizqê xwe pê ve
naxwe!".Ango,bê xwedê çi li aniya te
nivîsiye,nayê
guhertin.Wilo,ev bend behweriyê bi xwesipartinê
/tokiliyê/ tîne û
bizavê di ber guhertinan de nake.Bendek jî
dibêje:"rast e,rizq li xwedê ye,lê
xwedê gotiye:rabe ez bi te re!".Ango,xwedê bê kar
û
xebat,bê bez û berxwedan nan nade kesekî.Wilo,ev bend
behweriyê
bi hêza xwe tîne û bizavê di ber guhertinan de
dike.Lêbelê,vê gengeþê dom kir û
herdu bendan behweriyên xwe neguhertin.
Dibêjin,rojekê
yekî hafiz /korê ji herdu çavan/ hate vî gundî
û weke hercar
xwe li camiyê girt.Erê,ji ber çira negerekî yê hafiz bû,
çira camiyê vemirandin û li hev kirin,ko kesek þîva yê
hafiz nebe camiyê.Hinga
wê bê xwiyakirin bê riziq li xwedê ye,yan jî bez di ber
rizq re dive.Wilo,li hev kirin û mane li benda sibê,li
benda bersivê.
Pîrebiyekê þîva
miriyên xwe derxist.Tepsikek tije xwarin kir,bi ûçikê xwe
nixumand û berê xwe da camiyê,belkî rêwîn lê hêwirî bin.Gava pîrebiyê derî
vekir,dît hundurê camiyê reþ e,taristan e,bi þûn de
vegeriya.Yê haviz pêjin kir
û li pêjinê kire "ihênî ".Hinga pîrebî derbas
bû û tepsika xwarinê danî ber yê
hafiz.
Roja din,herdu
bendan xwe li yê hafiz girtin,da bersiva wî
derbarî rizq
bizanin.Yê hafiz got:"Herwe rizq li xwedê ye,lê
ihêniyek jê re dive".Lê herdu
bendan serê xwe bi bersiva yê hafiz ne êþandin.
-3-
Xwepêþandana bo
nasnameyê serboriyeke folklorî di bîra
min anî.Li gorî vê
serboriyê,kur ne tenha bi ya bavê xwe nake,lê tim
berevajî daxwazên wî pîþan
dike.Belê,dibêjin rojekê kur û bav ji êþ ve,ber bi malê
de,vedigerin.Sewalên
wan, tevî barên xwe, li bor didin.
Barê kur,di
nîvê bor de,ber bi tilekî dibe.Bav vê rewþê dibîne,lê ceger nake
rasterê kur agadar bike.Bi xwe mijûl dibe,dibêje: "
ez bêjim,barê xwe rast
bike,wê di avê wer bike.Ya baþ ew e,ko ez bêjim,wî
barî kupî nav avê bike.Wê
hinga barê xwe
rast bike..".
Wilo,bav li kur gazî dike,dibêje:"wî
barî kupî nav avê bike!".
Belê,kur li bav
vedigerîne,dibêje:"babo,min ticaran bi ya te nekiriye,
hema vê carê ez
gotina te badilhewa bernadim.."û bi vê bersivê re
arvanê xwe kupî
zê /çem/dike.Lê,serê xwe bi arvanê nav avê naêþîne.
-4-
Li gorî
tradesyonên mirinê,li herêma me,mirov,nas û dostên yê mirî,wî li
darbestê dikin
û berê
xwe didin goristanê.Li wir,miriyê xwe bi kul û keser
dadixin
gorê.Piþt re bergora wî ferþ
dikin.Ango,
bergora wî bi
ferþên kevirî /bi hedan/ dinuxumînin,da ax ne keve ser
kelaxê wî
de.Hinga axa gorê lê kom
dikin,gorê bi kêl dikin û telqînê li
ser
dixwînin.
Oldarên me dibêjin,mirov di mirinê de di xwe dernaxe,ko ew e yê
mirî.Loma wê
hingê li xwe hay
dibe,dema kesên li ser gorê,ber bi malê de,vedigerin.Ew jî
hewl dide,ko
rabe û bi wan re bimeþe,lê serê wî li hedan dikeve.Wê çaxê
dipelîne,ko yê
mirî ew e,ne kesekî din e.
Lê,ya baþ,ko êþa
serî hest nake.
Qamiþlo 13.11.2003