Dergeh

Rezoyê Osê

- 1-

   Min,ji zû de,pirtûka penaberekî Suryanî xwendibû.Ev pirtûk di bin

sernavê "Pop Silyo hildikşe azman"hatibû nivîsandin.Nivîser behweriyên xwe li

ser zimanê Pop Silyo,derbarî hin dîtinên oldarî û serkanên olan,bi şêweyekî

komîk,berçav dike.

   Belê,êvarekê Pop Silyo gazî pîreka xwe dike û fermana xwe di guh wê ve

tîne,dibêje:"Kerê min êm bike.Xwarina rêwîbûnê,ji min re amade

bike.Têrê,hevsar û ciher jî deyne ba kurtên.Lê,bi segurkê re-ango,berî dinya

zelal bibe-ez dê bimeşim...".

   -Bi kû de,gidî?-jinê pirsî.

   -Ez ê hilkişim azmên!-Pop lê vegerand.

   Wilo,Pop Silyo hildikşşe azmên û li ber dergehê pêşî radiweste.Li dergeh

dide.

   -Ew kî ye?.Dergehvan dipirse.

   -Dergeh veke.Ez Pop Silyo me...ma tu kî yî!-Pop dipirse.

   -Ez Adam im dergehvanê dergehê pêşî me Fermana vekirinê bi min re nîne û

navê te li ba min tune ye... Piştî guftûgoyeke tal û tund,Pop dibêje:

  - Kuro!..Adamo,ma ez te nanasim bê tu kî yî!.Tu mafdarî,ko dergeh ji yekî

weke Pop Silyo re venakî,ji ber ew te xweş dinasî!.Ma ne tu serkanê hemî

kul,derd û janên mirovaniyê yî.Ma ne te,di ber çila zwe de,em mirov ji buhuştê

koçber kirin.Hîna jî kilîtên dergehan di lepên te de ne,kuro!!?.

   Wilo,Pop Silyo li gelek dergehan dide û axaftina xwe bi pêxemberan re -bi

dergehvanan re - dike.Pê re behweriyên xwe tîne zimên.Lê dergeh li ber

venabin...

 

-2-

      Di sedsaliya seyda Cegerxwîn de,ez û Konê Reş ji hêla

InstîtûtaKurdî ya Stanbolê,hatin vexwendin,ko beşdar û   hevpariyêdi hin

çalakiyên rewşenbîrî de,li Serxetê bikin.

    Bi vê mebestê em,roja 18.09.2003,ji Binxetê

hilkişiyan Serxetê.Ji Nisêbînê,me berê xwe da Darê,da em cihê bûyera"Reşoyê

Darê"- zîndan û bira Berdewêl-bibînin.

    Dema me berê xwe da Sarinc,şikeft û Tirbên Darê,dergehvanan polîsan-rê li

me birîn.Pirsa nasname û pasporên me kirin.Lê,me ji wan re negot:"kê mafê

dergehvaniya şûn û warên pêşiyên me daye we",em lerizîn.

    Me berê xwe da Cizîra Botan.Me xwest Burca Belek bibînin.Lê,dergehvanan-

polîsan-Burc ji ber me girtibûn û,ji xwe

re,kiribûn hêlîn.Me nepirsî:"kanîn xwediyê hêlînê!?.Kanîn Mem û Zîn!?.Kanîn

Mîr û Tacdîn!?.".Tenha gewdên me,xwe ji ber lûlên tivingên dergehvanan

vedizîn...

   Li Amedê,me dil hebû,ko qûntareke"Sûra Amedê",ji hêla camiya "Hezretî

Suleyman" ve bibînin,lê kilîta dergeh di destên dergehvanan-polîsan-de zingar

girtibû.Me mafê pirs û derbasbûnê nebû,lê em ji hêla "Fîs" ê de,bi ser dergeh

de qelizîn.

 

-3-

   Zarokên min,li şarê şamê,doza seredana gora Mîr Celadet Bedirxan kirin.Em

ber bi goristana şêx Xalidê Neqşebendî de hilkişiyan.Me serê xwe li ber gora

Mîr tewand.Kurê min got:"ez dixwazimderbasîhundirêavahiya gorê bibim..".Kurik

nebih e,lê vê daxwazê serî li min gerand!.Ne kilîta dergeh bi me re ye,ne jî

dergehvan nas û amade ye!.Lê,min xwe ji vê pirsê,weke tu mûkî ji mast

bikşînî,bi rewanî kişand.Lêbelê,ne tim bextê mirov  rûniştî ye û dikare,ji

meydana pirsên zarokan,serkeftî derkeve.Erê,li bajarê Qamişlo jî, zarokan,

doza seredana gora Cegerxwîn li min kirin.Tew,ez li tiştekî wisa digerim,da ez

hunerên xwe pêş zarokan bikim û xwe di çav wan de bikim dîk!.Lê,tiştê bi serê

min hat bila bi serê gawiran neyê!.Belê,ne tenha dergehê gorê girtî bû,lê

dergehê malê jî girtî bû-Seyda Cegerxwîn di bergeha mala xwe de hatiye

veşartin-.Kilîtnebendî bû û te digo,qey dergehvan nînî bû!.

   - Yabo,ma Cegerxwîn kilîta xwe bi xwe re veşartiye!?.- Kurik pirsî.

   Vê pirsê ez tar û mar kirim.Min bi madtirşî got:"Kurê min,rawestana zêde,li

ber dergehan ne durust e..ê" û da ez xwe ji vê gerînokê derxim,min yekser

çîroka" Faraon û şeytên "jê re hewil da.

 

- 4-

   Dibêjin,şeytan bihîst,ko Faraon ji miletê xwe re dibêje:"Ez xwedayê we

me!"şeytên xwest vî xwedayî bibîne...Hilkişiya ber dergehê eywana Faraon û li

dergeh da.

   -Ew kî ye?- Faraon pirsî.

   şeytan deng nebir xwe û bersiv ne da.Lê,dîse li dergeh da.

  - Ew kî ye?  Faraon pirsî.

 şeytên deng nebir xwe û bersiv ne da.Lê car din li dergeh da.

 - Ew kî ye? Faraon pirsî.

 Gava Faraon bersiv nebihîst,berê xwe da dergeh û dergeh vekir.Dît,va şeytan li

ber dergeh e,got:"Pîso,ev tu yî...deng nabî xwe..!".

- "Xwedayê nizanibe kî li ber dergehê wî ye,ew jî ne ti xweda ye..pîs e!"

şeytên lê vegerand.

 - Ya rast:"Ez û te herdu pîs in,lê yên ji me pîstir ew in,yên behweriyê bi

koranî bi me tînin!".Faraon got

 Wilo,min zarok tar û mar kirin û xwe ji pirsa dergehên girtî xelas kir.

 

Qamişlo 23.10.2003