Rojin havînî î bedew, derya Reş î hêmin.
Gemî ji mirov û qirûqafan mişt e, - ban ji mûnet tanî bi dîzikan barkirî ye.
Rêwîtî dûdirêj û xîzikî ye – Krîm ;Kavkaz ;kenarên Anadolê;Konstantînopol. . .
Rojeke tîrêjtûj, azmanekî şîn, deryake xemrî, rawestanên bêdawî li derbendên ji ademîzadan mişt û qîjqîja Qumriyan, ko guh li mirov ker dikin, sixêf, qîrên berdestîkên gemîvan : Mayîna ! Vîra ! û ji nû ve hedinandin , guhdarî û riyeke ne lezok di ber çiyayên dûr ve, yên di nav leylana rojika agirbarî de winda.
Rêwiyên serpişk li sercihên hînik, vala, paqij û fereh hêwirî bûn. Lê, rêwiyên belengaz û bêqewdir li cihên gemarî, di nav şelît û dîzikan de, hêwirî bûn. Bihna dijwar ji her cihî difûre. Gih germ û xweş e, gih jî germixî û dilxelênek e. Lê, her dimîne cihê bêhntengiyê.
Taybetiya vê bêhnê, taybetiyeke gemiyane ye, ko tevî
hêwîbûn û hînkayiya deryayê dibe. Li vir mêr û jinên Rûs in ;nêr û mêyên Ukrayînî ne ;koçekên Afonî ne; Kurd in ; Gurc in. . . Kurd, - miletekî kovî ye -, ji sibehê
tanî êvarê radizên. Gurc jî , yan distirên, yan cotik direqisin, sivik diqevizin, çengan sivik radixin, lepên xwe vedikin û di nav rêwiyan de mêlevaniyê dikin, bi şêweyekî helperikane diherikin : Taş – taş ; taş – taş!. Muqsiyên Rûsan, yên berê wan li Palastînê, tim çayê vedixwin. Mirovekî dirêj î çengdaleqayî, xwediyê riheke
ziravik û poreke mûseyî , nivîsekê bi dengbilindî dixwîne, lê jinikeke bi fanêrekî sor û desmaleke kesk î gazane bi ser porekeke reş î ziwa de berdayî, ko di rex xwaringehê de cîwar bû ye û serbixwe diyar e, awirên tûj ji çavên xwe ji ser wî venade. Em, demeke dirêj, li ber kenarê derbendekê rawestiyan
Ez peyabûme ser kenêr, û gava zîvirîm, min dît, çawa karwanekî nû ji Kurdên cilherhilî û çekdar bi pêpelûkan ve hildikişe – peyayên ko li pêşiya wî kalê mezin û hestûgir hildikişiyan, bi xavikên sipî û qutikên xercûlî bûn, bi qolanên bi zîv kutayî, li ser noqên zirav girêdayî, bûn. Kurdên, bi me re, di rêwîtiyê de, bi komik, weke keriyekî li ser pişta gemiyê cîwar bûyî, tev rabûne ser xwe û yekser gêreke vala vemaliştin. Peyayên Kalo, ew cih bi mafûran raxistin û balgih danîn. Kalo, rengpaşane xwe li ser derzika piştê, li ser mafûran, vemidand. Riha wî weke pembo sipî bû, dêmê wî, ji tava rojê hişkole û qemirî bû. Û çavên wî, yên mêşinî û hûrik, bi rengekî ne normal diçîsiyan.
Ez ber bi wî de çûm, li ser ferdekî Petatan rûniştim, silav lê kir û bi Rûsî pirsî :
- Ji Kavkaz î?.
Wî jî, bi zarşêrînî, bi Rûsî bersiv da:
- Dûrtir, ezbenî. Ez Kurd im.
- Bi kû de rêwî dibî ?.
Wî bi mildarî, lê serbilindî, bersiv da:
- Ber bi Stambolê de, ezbenî. Cem Padîşah bi xwe. Ji Padîşah bi xwe re sipasdariyan dibim, diyariyan :Heft qamçiyan. Padîşah heft xortên min birin şer. Tev, tiştê hebû. Û tev di şer de hatin kuştin. Heft caran Padîşah serxweşiya min kir.
- Tis ; tis ; tis ! – Wî xortê raserî me rawestiyayî, bê dilêşaneke berbiçav, deng derxist. Xort xweşik û dagirtî bû, tosin bû û çixare di dest de bû. Ji Grêkên Kêrçî bû :
Kumekî Şamî î gêlasî /rengqeresî -wergêr/, qutikekî xercûlî bi êlekekî sipî re, şerwalekî cûm î li gor modê û soleke gulyaxkirî bi pişkokên ji kêlekê ve girtî –Kalekî
wisa û bi tenha xwe ma ye ! – wî, bi serhejandin, got.
Kalo, li kumê wî nerî.
- Çi hovik î, - bi asanî bersiv da – va tê kal bibî, lê ez ne kal im û nema kal dibim. Çîroka Meymûn dizanî?.
Xweşkoko, bê behwerî bişirî :
- Çi Meymûn ?.
- De baş e, bibihîze !. Dizanî, ko xwedê erd û azman afirandin ?.
- Belê, dizanim.
- Pişt re, xwedê mirov afirand û ji mirov re got :Tê, mirovo, sih salî li ser rûkê zemînê bijî – Tê jiyaneke xweş bibûrînî, tê kêf bikî, tê behwer bî, ko her tiştê li ser
rûkê zemînê, xwedê ji bo te tenha afirandiye û saz kiriye. Tu bi vê danê kêfxweş î ?. Lê, mirov hizirî: Jiyaneke wisa xweş, lê tenha sih sal jiyan ! Oy, xwedo, hindik e! – Dibihîzî ? – devbiken kalo pirsî.
- Dibihîzim, - xweşkoko bersiv da.
- Paşê, xwedê Ker afirand û ji Ker re got : Tê rahêjî
baran û kunan, wê mirov li te siwar bibin û bi rotikan li serê te bidin. Tu bi demjiyaneke wisa kêfxweş î ?. Lê,
Ker zirî, girî û ji xwedê re got :Ez û hevqas emir?. Xwedo, tenha pazdeh sal emir bi min bide. -Van pazdeh
salan bavêje ser emrê min – mirov ji xwedê re got, - ji
kerema xwe, ji para wî bi min bide ! – Xwedê qîma xwe anî û wilo kir. Wilo, emrê mirov bû çel û pênc sal. -Bi rastî ji mirov re xweş ket ? – Kalo, bi lênerîna xweşkoko, pirsî.
- Ne xirab derket, - wî ne bi piştrastî bersiv da, bê ko zanibe, bê ko jê re diyar be, ev çîrok tev ji bo çi ye.
- Paşê, xwedê Seg afirand û sih sal emir da wî jî. Tê, xwedê ji Seg re got, nobedariya malê xwediyê xwe bikî,
behweriyê bi kesekî xerîb nayênî, tê bi rêwiyan de bireyî, ji netebatiya nava xwe bi şevan xew nakî. Erê, dizanî, Seg yekser zûrî : Oy, nîvê vî emrî ji min re xîş bike, Xwedo !. Lê mirov dîse ji xwedê xwest:Vî nîvemrî
jî bi min bide !. Xwedê, ew jî kire ser emrê mirov de. - Niha, emrê mirov çiqas çê bû?.
- Bû şêst, - Xweşkoko bi girnijîn got.
- Belê, xwedê, pişt re Meymîn afirand, sih sal emir da wî jî û got, ko wê bê zehmetkêşî û xemhilgirî bijî, lê wê
dêmeke ne sipehî li ser be – Tu dizanî, tazî ye, bi qermîçonk e, birûyên rût di eniyê de çandî ne – û wê tim hewil bide, ko lê bête temaşakirin, da herkes ji xwe re pê bikene.
Xweşkoko pirsî :
- Dêmek wî jî ev emir nepejirand, û nîvê vî emrî ji xwe re xwest?.
- Erê, nepejirand, - Kalo got, û pê re xwe dirêj kire tîrika Kurdekî nêzîk û ji dest girt. -Belê, mirov ev nîv jî ji xwe re, ji xwedê, xwest, - wî got, û dîse xwe vemidand.
- Bêdeng ma û li devereke hemberî xwe dinerî, em ji
bîr kirin. Pişt re dest bi axaftinê kir, bê ko berê xwe bide kesekî : -Mirov sih salên xwe, yên resen, mirovane jiya –dixwar,
vedixwar, dikete şeran, di dawetan de xwe dihejand, ji
jinên ciwan û keçikan hes dikir. Lê, pazdeh salên Kerane kar kir, mal da hev. Û pazdeh salên Segane malê xwe parast, bi rûtirşî di ber de reyî, bi şevan xew nekir. Erê, pişt re rahol bû, kal bû, weke wî Meymûnî. Wilo, herkes bi serhejandin bi kalbûna wî dikenîn. Belê
Ev tişt tev wê bi serê te bên, - bi ken Kalo ji Xweşkoko re got, û dûvkê tîrikê di nav dinanan re digerand.
- Çima ev yeka bi serê te ne hat? – Xweşkoko pirsî.
- Bi serê min ne hat.
- Çima ne hat?.
- Yên weke min, kêm in, - bi tundî Kalo got. – Ez ne bûme Ker, ne bûme Seg, - Çima ez ê bibim Meymûn?.
Ez ê li ser çi kal bibim?.

ÎVAN BÛNÎN
Nivîsên berhevkirî di 9 "tom" an de.
Weşanên çanda hunerî /xudojstvinnaya lîteratûra/,
Mosko 1966, tom 7.