Aro, di nava xwe de, weke wê roja bi sir û serma, şikestî bû. Lê, xwîna tinaziyê di laşê wî de dikelî. Dixwest tinazan bi xwe bike, bi xweristê bike, bi lebt û liva wan kesên xwe qurnisandî bike. . . Lê, cegerdarî ne dikir, ko vê sarbûna xwezayî bişikîne.
Destê xwe ji "Taksî"yê re hilda. Bi rakirina dest re, bû zîqîna firêman, û li hember wî, bi rengekî ne normal, rawestiya. Lê, gava Aro ber pê de çû, dît va kûçikek li ser kursiyê pêşî ye û zîq, di camê re, li pêş dinere. Ev wêne, bi pêkên pêşî re, bi serê wî ne ket. Lê, çi bike, ji serê xwe avêt û deriyê paş vekir, da siwar bibe.
Bi vekirina derî re, dengek kete guhên wî. Şifêr bû, got:
"Bibûre, rêwiyek bi min re heye, ez ne vala me !". Bi vê gotinê re, kela tinazdariya Aro sar bû. Loma, derî bi zivêrî dada û bi şûn de vekişiya.
Şifêr, bi qîrênî, bakir :"Bibûre, çima te derî dada!" - Ango, çima wisa bi zivêrî -. Aro, bê dengbilîn lê vegeriya, destikê derî girt, derî vekir û ji şifêr re "Biûre" got. Lê, derî vekirî hişt û bi şûn de vekişiya. Dîse, şifêr bi qîrênî, bakir:"Bibûre, çima te derî vekirî hişt!". Aro, bê dengbilîn lê vegeriya, destikê derî girt, derî dada û ji şifêr re "bibûre" got. Lê, dengê livê ji "Taksî" yê ne hat.
Gava Aro lê nerî, dît va kûçik li kursiyê paş e, û şifêr badike :"Bibûre, de were, ez li yekî nala te digerim !".
Qamişlo 18. 07. 04