Nimûneya kurdên Binxetê-1-
"Zimanê me hebûna me ye"
Nimûneya kurdên Binxetê-1-
Rêvebirinek di rewşa giştî de
Berî ez dîtin û behweriyên xwe di mijara xwedîderketina li zimanê xwe de, şirove û berçav bikim û vê mijarê li gorî nimûneya Kurdên Binxetê raxim, ez ê li ser danasîna rewşa herêmê, di warên civakî, aborî, erdnîgarî /geografî/ û zanistî de rawestim, da ev danasîn bibe bingeha analîzekirina, ne tenha rewşa zimên di demên bûrî de, lêbelê wilo jî bingeha analîzkirina hemî movikên liv û warguhestinên civakî, tanî pileya li xwe xwedîderketin û xwenasînê.
Belê, bê çawa erdnîgariya Binxetê berdewamiya erdnîgariya Serxetê ye, wilo jî civaka kurdî, li herdu beşan, berdewamiya hev e. Lewra, ev civak, di warê aborî û zanistî de jî /bilî hin niştevanên şarên mezin li Serxetê/ hemkûfî hev in û di yek pêr û mêzînê de terazû dibin. Ne tenha wilo, lê riyên oldarî /Şêx û sofîtî/ êl û eşîr, mal û mewdan, sinc û rewişt, zanîn û xwenasîn. .. û herweha tiştên din, bi yek pergalê dihatin pîvan.
Bi kurtî:
- Civaka kurdî li Binxetê, di tem û têla gelek herêmên Kurdistanê de bû. Lê, bi taybetî, di tem û têla Serxetê de bû. Ango, civakeke girtî bû, di xêzeke teng de diliviya, di bin bandora hiş û sincên êl û malbatan de bû, di bin bandora dîtin û gomanên serokeşîrên mezin de bû, bi destên oldarên olperest /dûrî regeznasiyê/ bi qeyd û bendan hatibû dorpêçkirin. .. civakeke bi gêlîtiyê / cehatetê / pêçayî bû, kewden û nezan bû. .... Ne dibistan û xwendin û xwendegeh / bilî Hicrikên xwendina olî / hebûn, ne jî alavên ragehandina nûçeyan û vekirina dergehên hiş û gomanan hebûn. .. Ev civak, bi hemî pîvanan, di bingeha xwe de, bi civakeke gundî û koçerî dihate danasîn.
- Civaka kurdî li Binxetê, di warê erdnîgarî de sînorkirî bû. Sînorê jor Zozan bû, yê jêr jî Germiyan bû.Di navbera herdu sînoran / waran / de cih girtibû, lê bergîriya wan sînoran û wî warî nedikir, ji ber ev sînor, di hişê civakê de, bi wateya welat formule nebûbûn, lê bi wateya çêrîgehê cih girtibûn.Lewra, sînor zû lê teng bûn û bê berxwedan û desthilanîn ji dest xwe berdan.Wilo, li jor danîna têl û mayinan, bê berxwedan hate qebûlkirin û li jêr cîwariya koçên Ereban, bê serêş, hate qebûlkirin.
- 1 -
Civaka kurdî, bi vî rengî, kete qalikekî teng de, ko tê de mezin nebû, ma çavmiç û hişkor. Tanî parastina berjewendiyên kesayetî kete şûna berjewendiyên giştî.
Êdî, ew liblibên bîrewer jî bê bandor man û ne desthilatên guhertinan bûn. Bi kurtî, tiştek ne dihate milên wan û behweriyên wan, tevî ked û xebata wan, mane di tûrikên girtî de, li ber destên fraksiyoneke, bi jimara xwe, kêm û bêhêz.
- Civaka kurdî, di warê aborî de jî, bê giranî bû. Ne têkildara çavkehniyên bazirganî bû, da çavên wê li cîhanê vebin. Lewra xwe siparte hatinên xwezayî. Belê, genim (nan û dan) ji cotariyê bû, sipî (şîr, mast, dew, penêr, rûn...) ji koçeriyê bû, şînî (şebeş, petêx, ecûr....) ji werzvaniyê bû, û pincarên xwarbar (tolik, kereng, ginêber, kumik, dombelan...) ji xwezayê bûn. Wisan jî, terwend /fêkî/ ji darên herêmê bû. Goşt û dohn (dermale) ji terş û tilûrên malê bûn... Bi vî rengî, civaka kurdî, civakeke xwe li xwe xwedî derdiket, bê ko hewcedara têkiliyên civakên din ba.Ji vê yekê ma civakeke di nava xwe de girtî... wilo jî hişê wê ma girtî... û xwe di warê civakî de, ne di warî gelêrî de, nasî.Lewra, bi derengî xwe bi pirsa netewî girt û, di vê pirsê de, ma li şûna gelên herêmê.
- Civaka kurdî, di warê zanistî de, civakeke xil û xav bû.Dibistanên vê civakê, ji bilî hicrikên olî, bi zimanê wê nebûn. Ev hicrik jî bi zimanê ola misilmaniyê bûn, lê tenha şêwezarê kurdî, di guftûgo û şirovekirinan de, ne di nasîn û zanînê de, pêk dihat. Lewra rola wê di guhertinan de nema û çavmiç da pey serkanên olda misilamniyê, da pey berjewendiyên şêx û mela û kete xêza beg û axan de. Wilo, bi rola keriyê pez rabû, da pey şivanan û ma ji guranê re. Belê, ev civaka çavmiç û hişkor kete gêra berberî û rikgîriyê de û ma li benda darê şivên.Şivan jî, di warê regeznasî de, ne zana û dûrbîn bû.Êdî, elementên bîrewer û gelnas jî, di civaka xwe de, mane bê bandor û desthilatdarî. Deng, awaz û fîxanên wan /yên weku M. E. Xanî/ li wan vedigeran bê ko bikevin guhên gel de û tê de cih bigirin.
Belê, di vî hişî de, bi tundî, hêlîna ol û êlperestiyê hatibû avakirin, bê ko cihê zanîn û nasînan tê de bimîne.
Ev hêlîn, cara yekem, piştî SERHILDANA pakrewanê nemir ŞÊX SAÎDÊ PÎRANÎ, hate hilweşandin. Sedem jî ew bû, ko gelek ji beşdarên vê serhildanê penaberî Binxetê bûn /Ango, ji malên xwe yên jor daketin malên xwe yên jêr /.Û di civaka kurdên Binxetê de, di bin bandora kar û xebata wan de, guhertinan hin bi hin şûna xwe, di hiş û gomanên kurdî de /weku xwenasîneke netewî/ girtin. Lê ev bandor bihêztir, piştî cihgirtina Mîr Celadet Alî Bedirxan li şarê Şamê, kete rojevê û gêra vebûna hişê kurdewariyê, roj bi roj, ferehtir bû...Wilo, nifşekî gelnas ji xwendevanan kete nava kar û xebatê, tanî di sala 1957 an de pirsa kurdî kete çerxa xwe ya rast de û siyasetmedariya kurdî bû hilgira vê pirsê.
Qamişlo
24/08/2005
(Berdewamiya babet, di xeleka bê de : " Bandora Mîr C. A. Bedirxan li kurdên Binxetê ")