Nameya kovarên Kurdî

Rezo Osê

Di vê dema dawî de,di malper û belgeyên Enternetî de, me destekên rêvebir; nivîser û xwênerên kovarên Kurdî yên bi tîpên Latînî li Sûriyê têne weşandin peland ku êrîşeke bêtam û bêbingeh ji hêla Dr. Ferhadê Şakilî ve hatiye ser Bedirxaniyan nemaze li ser Mîr Celadet Bedirxan. Ew Mîrê ku jiyana xwe, hiş û ramanên xwe bîr û boçûnên xwe di ber pirsa Kurdî de di ber çand û toreya Kurdî de, di ber ziman û rêzimanê Kurdî de terxandine. Bi ser ku em, weku kovarên Kurdî, xwe şaxek ji dara " HAWAR " ê dibînin û jîndariya vê kovarê berdewam dikin.Wilo jî nivîser, xwêner û rewşenbîrên me, bi tevayî, di warê netewnasî, zimanzanîn û bîrgeşiyê de xwe suxteyên Bedirxaniyan dinasin. Ji ber ku Malbata Bedirxaniyan sembnola wêje û zimanê Kurdî ye. Lê, em napelînin, ku Bedirxanî li hêviya bergîrî û bervedêriya me ne. Na, bi kêmanî, li ba me,ev mijar çareserkirî ye û ne gerekî guftûgoyê ye. Ne tenha wilo lê dîroka kar û xebata wan sranserî Kurdistanê wan diparêze û wan rûmetdar dinase. Bi ser vê tevî de jî em behweriyên li ser bingehên zanistî û rasteqînî dipejirînin û xwe di gemkirina xwedan behweriyên resen û petî de mafdar nabînin. Wilo jî,em hewil nadin ku perda evrayî bi ser kesekî de berdin.Lêbelê,dema mebest, ji hewildanên bi vî rengî, hêrivandina bingehên dîroka çand û toreya Kurdî bin,destavêtina hebûna navnas û navdarên pirsa Kurdî bin, em bi tundî hemberî van karên arzan û bênirx radiwestin û wan şermezar dikin. Ne tenha wilo lê em pûçkirina dîtinên bi vî rengî erkên xwe dibînin. Eger mebesta Dr. Ferhadê Şakilî ji van behweriyên çewt û arzan, tevrakirina hêrizên zarperestî bin hêviyên gurkirina nakokiyên herêmane bin yan jî berxwedanên zaravperestî bin, ji xwe Kurd ji vê qonaxê derketine û nema lê vedigerin. Ango bîr û boçûnên wî eşkere ziyandar in kesek bi wan napîve û dem di ser wan re derbas bûye. Ew jî,bi vî awayî, pûşekî vala dikute. Dimîne em bêjin ku berçavkirina asteng û problemên ziman û zaravên Kurdî wilo jî rengên Alfabêyên Kurdî bi van dîtinên xav û bedbîn, yên bê bingehên zanistî û akademîk çareser nabin. Belê çaredîtin û çareserkirina van pirsan,wilo jî pirsa zimanekî"yekgirtû" di prosesa lêkolînên zanistî re, di gêra nerîn û guftûgoyên rêzdarî re û di riya konferans û kongireyan re têne bidestxistin.

Kovarên Kurdî : Aso; Deng; Gelawêj; Hevind; Jîn; Newroz; Perwan; Pirs; Roj; Vîn û Ziman