
Weşanxana APEC
STOCKHOLM Bihara 2002
Karel
Çapek
Karel
Çapek (1890-1938), romannivîsê
çekî bi nav û deng bû,
şanonivîs û derhênerê şanoyî bû. Li Male Svatonovice xwedê daye û li
zanîngeha Pragê xwendiye. Çapek dostê nêzîk yê serokê çekoslovakî yê
pêşî Tomas Masaryk bû û pê re gelekî karkir, da gelê Çek piştî şerê
cîhanê yê pêşî were azadkirin. Herweha Çapek birêvebirê rojnama Prag bû,
daner û birêvebirê Şanoya Vinohradsky ya Hunerî ya li Pragê bû, û nivîskarê
gotarên siysî bû.
Çapek
herî baş bi şanoyên xwe tê naskirin û bi taybetî bi ya herî bi nav û
deng R.U.R tê naskirin . Di vê fantazya dramî de mirov ji ji mirovaniya xwe têne
valakirin û ji aliyê heyama makînan ve têne birêvebirin. Çapek bi gelek
dramayên din ve jî tê naskirin weke Leystika Kêzikan, Jiyana Em Te de û Hêz
û Serfirazî. Çîrokên wî romansî ne, zanistiya leylanî ne û xwediyên
felsefeke sê alî ne. Karel Çapek gotarên siyasî jî dinivîsandin, wan
gotaran hêrz bi xelkê çêdikirin û ew dirakirine ser piyan.
Pêşgotina
wergêr
Dayik
jineke malê ye. Erkên jiyana xwe yên herî bilind di xwedîkirin û
perwerdekirina zarokên xwe de û di hezkirina wan û ya mêrê xwe de dibîne.
Serê xwe bi siyaset û ramanên civakî yên mezin naêşêne. Lê qeder wan
şêrînên li ber dilê wê yek bi yek bi şêweyekî dramatîkî dispêre axa
sar. Kurê wê yê nû gehayî weke takî rihanê bi tenê ji dayika xwe re dimêne.
Li welêt şerekî çînayetî diqewime. Bi ser de jî dijmin dikevine xaka welêt
û çavên xwe diberdine xêr û bêrên wê. Dayik ji bona parastina mêr û
zarokên xwe ta dilopa dawî ya canê xwe li dijî şer û cengan e. Hestên
dayika diya zarokan û hestên dayika, ko karasata welatê xwe dibîne di vê şanoyê
de derbas dibin.
Kîjan
hest bi ser dikevin?
Dive
şano tev were xwendin, da mirov şerê giyanî, yê di nava hinavê dayikê de
dikele, bibîne û nas bike, ka dayik çi biryarê digire.Dayikên
kurdan bi sedhezarên zarokên xwe dane û didine goriya Kurdistanê. Bêgoman şerê giyanî di nava hinavê dayikên kurdan de jî dikelî û dikele. Bi
wergerandina vê şanoyê ez hêvî dikim ko qehremaniya wan dayikan bibîr
bixim.
Zagrosê
Haco
Gävle,
Pêncşemb 19.7.2001