XEZALA SOMERÎ

Tengezarê Marînî

Bi tenê...

Da ez, bi navê te bixurrim.

Birîna şûnwarekî bêhedan, kofiyên xerzanî, tîne dîlanê

Rabe dîlbera min!

Şevçiraxa heyvanekî sûnddayî ji "Du'aya serêşê`; ji Kaniya Spî, veneqetîne.

Bila ez,

bibim nêçîra bîstikeke pûşt.

Ji wê çirisandina xemgîniyê, çixareya xwe, hişyar bike. Keldûmana ahînên rûbarê te ye.

Keskahiya mirinê, dijene.

Nêzîkî min in, ew indeko.

Sih û neh, ji lawija qederê re, dikim qêrîna berfê.

Deng ji nişka ve, ji xewnên serîhildana pencerê, rû didin.

Ji nalîna du mindalan, ev deq; dibişkive.

Nûjeniya pîvazê, yariya sêwlekên ji hinavê...

kolanên bê sultan,

xemsariya bê nav û nîşan im.

Dergehê nivistinê ye,

wekî tîrêjên rojê, vedimire.

Razên şevê ne,

windabûna xaçerêkên sermedî,

di dilopa xunavê de ne.

Kahinên dahênanê, bê lebat in,

di asoyên dînîtiyê de.

Ho SALEHê...

Bextik li te biqulipe.

Bi dilxweşî, tiliyên min,

li xizêmokê, li wan şiharan, gok, maç dikirin.

 

Te, ew reştîr, mîna reşçiyayekî,

bi ser min de, berda.

Di wê rojê de,

şikestina min a yekemîn hate neqişandin.

Mixabiniya min a ciwan,

tirih da,

reng veda.

Dîmenên pêlavan xwe di dêmên min de,

çandin.

 

Ev nîvê min e, Kubara min.

Lerza welatekî ji mijê,

Dê bigihin hev, em?

Dergehê serxweşiya min,

li ber şeva,

ko zuxurên xwe winda kirine,

davan vedide.

Xwîna spî ya kîjan xwedayî yî tu?!

zingilê gumanê, mestbûna te beşdar dike.

Hûçkên lêvên te melûl in.

U.. ez biyan im dilo, biyan im.

Em, li ser rev û qirkirinê,

perwerde dibin.

De ka ji birûskê, sêvekê, bide min.

Li ser derfeşa xwedê, bêdengiyê, xelat dikin:

Sirûdên rewrewkê ne,

 

wekî dîrokê bê xunav; girtî dimînin.

Li ser peykerê rondikan, bendewarê we me.

Ji xapên Orfios, fîxanên te, disincirin.

Weha ez, hatim Çengezêrînê min.

Bê xetîre, li Kelehê vegeriyam.

 

Çi oqiyanos e, dilê te?!

Bihar e?!

Bendewariya qurbanan dikî?

Rabe serxwe:

Tu hetîketiya min a bê nav û nîşan î.

Dîwarên ketî ne, dilê me.

Bes e, bes e,

dîwarên ketî ne dilê me.

Ev zeman bi kû ve diçe?

Pesindana reşbîniyê ye, şepala min.

Li wir, devera dil, tê xapandin,

ahînên xwe, diverêsim.

Min rêça bajêr, winda kir.

Pozê xwe, hilnede.

Ez te xezalek e Somer î, li pêş xwe, dibînim.

Tiraf e îro kenê te.

Bi nazdarî, awirên te, himbêz dikim.

Cara yekemîn bû, bi xil û xavî..

ez, hingivtim jixwebiyaniyê.

 

Li wî dergehî, li biyanistanê,

baqê gulan, Ji xwe şerim kirin

û min jî şerim kir.

Wisa melûl.

Wisa biyan.

Wisa ciwan,

şikestin li şûn têkçûnê,

Bi xemgînî, min fehliya xwe, dikurkusand.

Bi pêş ve, Faust, bi pêş ve...

Çi xewn, mêbûna te, himbêz dikin?!

şîr û tiraf im, hawara rojê.

şeva bêhesab im:

Were dîlbera min!

Sermediya şûneke raketî me.

Gerdûnekî lêvexumehayî,

daweta reşkêşevê ne, em.

De bêjin, çîrokan, bêjin.

Û ez, mêvanê xwelîdankê me.

Nêzîkî min bibe.

 

Dîtina dawî, di valahiya têkoşrekî de me.

Wê qehpê, paqê xwe ji Enkîdo re, nekirine nasname.

Ezê ba ji xwedayan, dagirim.

Wan bikim şîva dawî.

Yûsiv naxwaze ji wê bîrê, ji hêlîna Meryem, derbikeve!

Li GOYR, DONAU,

ji ber mijûliyên min, rawestiya bû.

Kolanên xerîbiyê bûn, dîlbera min.

Kuç û kevirên ŞARÊKERIKÊ

têra dilê min, nedikirin.

Birako:

Ew mêraniya te li ser vî tuxûbî,

mehrecana xwedîkirinê ye.

De bese şevê, min tevlîhev neke.

De bese şevê,

Nebe sedema bişkivîna ahînan,

di kûrahiya min de.

Godot hat, kurd tenê dîtin û vegeriya.

Di vê keesrê de, kesk im.

 

Qîrîna binefşê me, serbizingil im.

Bes e, min tevlîhev neke!

Dinya pûç û betal e.

Bêciriya mijê, dengê strana evîndara min e.

Di raza şevê de, bêwestan,

li wan çavxezalan, temaşe dikim.

Dilopek ji çiravê,

di navbera xwedayan de

dibe tozgerînok,

Ji destpêka baranê ve,

xewna min mewîjan, dihûne.

Li ser vî dîwarî,

bêrengiya meyê, giha qonaxa nimêjê.

Li ser maza mirinê,

şanogerî şarên xwe, hine kirin.

Seqema herêşimê ye,

pîrozmendiya kavilên şahnaziyê, bi dest dixîne.

 

De were..

Dorpêçkirina min, ji xelekplanên xwe,

di oqiyanosên matmayî, werbike.

De bese cana min.

Kulên min tevlîhev neke.

Ez...

Çi bibêjim û çi nebêjim?

Ji girnijîna şevên serxweş,

ji henasa berbangên bêzar.

Na, na weleh, ji kerba wan ên,

rojê bêjing dikin.

Min gelek nêrgiz di dilê xwe de,

bi cî kirine.

Kolan bi kolan, şûna simên min,

nêrbûna min a qaçax

li ser mêza bîranînên min, wêne dikin

Ji rûniştgehên zangoya Helebê, Fakulteya Adab, bipirse.

U ji (......) bipirse û bi .... bipirse:

Ka min çend caran, dûmana rondikên xwe,

di nav tabloyên Qilêç û Gulî de,

winda kirine.

Ji bayê,

ko ji ber keziyên zerî û esmeran,

ber bi ba dibû,

bipirse.

Aaah, min çendê caran,

hiş û sewdanê xwe, sipartiye dengê Miço!?

Bes e, min tevlîhev neke.

Birînên min ên sava, şiyar neke.

Ez çi bibêjim û çi nebêjim;

Tu bi xwedê kî,

Devê birînên min, venekî.

Bêhna kewdanan têt

Ji hêlekê ve, dê

Ji hêlekê ve, bira

Ji kê re bibêjim?

Ji kê veşêrim?

 

Çîrokvano, dem van çîrokan nasipêre xwe.

Li kûrika xwe, bigere.

Bi reşpekan, tu bîranînên xwe,

liber bê dikî.

Dergeh bigire,

şev ji havîbûna xwe, wê bête der.

xemgmya min a piroz,

dema tu derbas dibî,

sermest û sergerdan dibe.

Daristanek ji evînê -Ez neşiyam bêm-

di çavê te de, dixwînim.

Were cana min,

bila ew bixûr,

di ser serê me re, hilbiperike.

Ezê qurbanekê..

ji xezala xwe ya SOMERî re, girêdim.

Berî kitika reş bi zarokan re, derbikeve,

Em, bigihin "keştiya Nûh".

Em, bigihin "Keştiya Nûh".


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST