Sebrî Botanî
Derengiya êvareke hişk û qerisî bû Piştî şerekî demdirêj di navbera tabûra me û ( ) leşkerê rûsî de teqteqa çekan hêdî hêdî xwe li kêmê da û paşê ji nişkê ve li herdu rexan şer nema.
Dengekî bilind û kirêt gewrî li xwe dirand:
- Ew çima şer sekinî? Kê sekinand? Çawa bê ragihandin sekinî?
Dengekî stûr û bilind bersiv da:
- Ev nîşana xêrê ye lo! De bila raweste, me ti dêr û mizgeft neşewitandine, me rezê Xwedê nebiriye, ji xwe dive raweste!
Herçend ji her 200 ta 230 neferên bloka me, hejmara kurdan ne ji 40 neferan bêtir bû, lê herdu deng bi kurdî bûn.
Di dinayayê de titişt wek rawestandina şerî kêfa esker xweş nake. Çimkî ta şer berdewam e û teqteq heye, kesê esker xwe mirovê li ber sekerata mirinê dibîne. Pê dihese ko ew ji bo kuşina xwe şer dike. Lê ko şer sekiniye, yan disekine, hingê mirin yan tirsa kuştinê, ser û dilê wî berdide û ta demekê jê dûr dikeve.
Ev baweriya kesê esker e, nemaze di şerên mezin de, ta heke ew qehreman û gernas jî be. Bi vê baweriyê neferên bloka me bi giştî kêfa xwe pê xweş kirin, nemaze texmîn dikirin ko bi agehdariya herdu aliyan sekiniye. Lê ev texmîna wan şaş derket. Rastiya wê li jêr zixta sir û seqema bayê kur û berfa bi erdê ve qerisî, şer sekinî. Ji bêhêzî û şepirzebûna şervanên herdu aliyan bû, ko şer sekinî. Lê dîsan baş bû, ew sê saet bûn ko ser û guhên me ji gurmegurma dengê topan û teqteqa mitiryaloz û tivengan hêsa bûbûn. Şorbeyeke xweş û germ jî bilez û bez ji me re hatibû û me jî bi bayê bezê xwaribû. Ma gelo ji vê çêtir, di rewşeke wisa de dê çi hebe?
Êdî her kes ji me bi paqijkirina çek û fîşekên xwe û bi xwerandina laşê xwe ve mijûl mabû Xwedayo çend xweş e ko êdî şer nebe! An jî hema zû destpê neke. Herkesî hez dikir ko bêhnekê vesihe. Lê ne destûr hebû û ne jî ciyê vezîlandinê. Ji xwe "yasaq" jî bû ko em bostekê ji ciyê xwe dûr bikevin. Loma piraniya me ji bêçareyî, xwe di nêv wê berf û çiravê de vezîland. Lê wisa jî kêfa ragirtina şerî em germ kiribûn û navê Xwedê jî bûbû benîştê devên me, ko hema xirabtir li me neqewime Lê heywax li me û li wê kêfa me ya derewîn! Êrîşeke rûsî di rexê me ê çepê re hat. Ne hemû lê giraniya wê kete ser bloka me û Xwedê jî, em gorî mezinahiya navê wî, li hana me nehat.
Zabitê me yê zimanlûs qîjand:
- Van gawirên pîs û bêzirav bikujin û bişînin cehenemê! Îşev şeva we ye ey qehremanên şan û şerefa dewleta Alîosman. Ji xwe berê jî tikesî guh nedida van gotinên pûç û arzan. Lê dîsan neferên blokê li gor rewşa xwe sistî nekirin û bersiva vê êrîşê jî dan. Piştî berxwedaneke kêm û sist, zabitê şan û şerefê dît her ko dem dibore êrîşa rûsan jî hêdî hêdî nêzîktir dibe, û bi me naête rawestandin. Loma wî deng li esker kir:
- Şerê xwe bidomînin! Destên xwe sivik bikin! Xuya ye ko neferên vê êrîşê, ne ew in ên ko berî nuha şerê me dikirin. Evên henê ne westiyayî ne û min nebawer e jî, ko di demeke lez û nêzîk de hanek ji me re hebe. Heke hebe jî, dê dereng bigihe. Loma heke em Nizanim çi!
Zabitê şan û şerefê gotina xwe got û bi lez neferek pey Mişkê heftcan re rêkir. Êdî me baş têderxist ko tirsê serî ji xwedanê şan û şerefê standiye û neşê veşêre jî.
Nuha em werin ser Mişkê heftcan, kî ye û çi ye!
Mişkê heftcan neferekî zîrek û çavnetirs bû, di şeran de hatibû siqandin. Ji xwe wî bi devê xwe gotibû:
- Ez ji bilî eskeriyê, bikêrî tiştekî dî nayêm. Bi rastî jî Xwedê ew ji eskeriyê re dabû. Şarezayê çekan bû, li ser topê bû, pîvaz hûr dikirin, nanpêj bû û zabitê xwe jî şîret dikir. Ma çi dî bêjim? Bûbû şîretkar û şarezayê blokê çar caran birîndar bûbû; zik, sîng û herdu ranên wî bi fîşekan hatibûn simtin û kunkun bûbûn, lê her car fîşekek tenê jî di laşê wî de nedima û derbasî rexê dî dibûn, hestî û hinavên wî ne dihingavtin. Hekîmê taborê ji birînên wî ecêbgirtî mabû, çimkî zû sarêj û sax dibûn, her car wêrîtî û kêfxweşiya wî jî pesinandibû û bi mistek şekrokên xweş û navê Mişkê heftcan jî xelat kiribû. Êdî ji hingê ve ev navê spehî pêvê nûsabû û wî bi xwe jî kêf pê dihat. Mişkê heftcan gihişt û silava eskeriyê jî ji bîr nekir, her çend di wê rewşê de pêdivî jî nebû. Xwedanê şan û şerefê gotiyê:
- Haneke me heye, lê zû nagihe. Derengiya wê ji herdu blokên dî re qenc e, lê ji me re na. Çare çi ye? Em çi bikin ey başçawîşê delal?
- Hey çavê min, ko wisa be wek tu dibêjî, pa karê me li vir çi ye? Ya qenc ew e ko em zû ne dereng ji vir vekişin, xwe bigihînin berbinê rexê rastê û keysê xwe li wan xweştir bikin, mişkê heftcan got.
Em reviyan, lê reva me reveke plankirî bû, ne bê ser û ber bû. Her deh deqeyan 30 nefer bi hev re hêdî hêdî diçûn wî ciyê ko hatibû diyarkirin, ji xwe dinya taristan bû mirov ber piyê xwe jî nedidît. Wisa jî pir mixabin, neferên êrîşa rûsî pê hesiyan û keys û delîva revê ji me standin, berî ko em karê xwe hew bikin. Êdî zimanê xwediyê şan û şerefê şkest. Ji şilka serê xwe ta binê piyê xwe, wek nihikê di nêv avê de lerizî şeqşeqa diranên wî dihat bihîstin. Lê dive mirov xwe ji Xwedê neke û hevalê xwe bi derewan riswa neke. Fehmî Efendî, ko ev navê wî bû, ne mirovekî bêzirav bû. Ew di şer û êrîşan de tim li pêş bû û di dema rev û vekişînê de xwe tim li paş dihişt. Mişkê heftcan jî ev dizanî, loma wî bi nermî û dilovanî gotiyê:
- Brako çimkî tu berpirs î, loma tu ditirsî! Ji xwe kesê di rewşeke halo de netirse, di dinyayê de peyda nabe. Û heke hebe jî, ew kêmaqil e lê dive mirov xwegir be û di ber tirsê re karê xwe jî bike! Kar di cengê de bêtirs nameşe Rewşa herdu blokên me ên dî, ne ji rewşa me çêtir bû. Lê ji sextî û asêtiya ciyê wan, êrîşa rûsan nedişiya pêşdetir bêt. Ji xwe berê jî me dizanî ko heke êrîşa wan neşke jî, dê di ciyekî de raweste. An jî ew bê ziyaneke mezin nagihin armanca xwe. Herçend li hana me nehatin jî, lê topçiyê blok 2, ya ko li nêzîkî me bû, alîkariya me dikir. Wî nekêmtir ji çil berikên topan avêtibûn êrîşa li hemberî me, lê êdî wî jî ew keys nemabû û êrîşê jî nêzîkayî li ciyê me kiribû. Êdî ya ji me hat ew bû ko em torbeyên xwe ji fîşekên ko di sindoqan de mabûn, dagirin û bilez birevin. Lê mixabin ev reva me bê ser û ber bû. Me bi vê reva xwe ya bilez û bê ser û ber, hevalên xwe jî, ên ko pêştir vekişiyabûn bi xwe re bizdandin. Hindek jî belkî nû digihanê, hindek jî hêşta bi rê ve bûn û em jî direviyan. Lê berî ko em bigihin ciyê diyarkirî, rûsan jî êrîşa xwe kiribûn du bir, an du nîv. Nîvek jê berbi wî ciyê ko em diçûnê hat û serpeşkên wê ermenî bûn. Êdî ew li me qewimî ya ko ez nizanim behs bikim. Me rewşa şer û berxwedanê nema. Êdî her kes, an her çendekan ji neferên blokê, ji xwe re bi rexekî ve teriqîn Tivêna fîşekan bû; di ser serên me re, hem li rex û dorên me "lingo lezke bilezîne". Kî hat kuştin, kî hat birîndarkirin û kî ma zindî. Xwedê dizane! Em dişemitiyan, devdevkî û qonqonkî diketin û em naçar dibûn fîşekên xwe jî biavêjin, da ko em piçekê leztir birevin Û hevalên me ên ko berî me gihabûn ciyê kombûnê ew jî ketibûne ber pêla wê êrîşa ko çekdarên ermeniyan rêberiya wê dikirin. Loma êdî bloka me wek blok nema û neferên wê bi giştî ji hev hatin veqetandin. Wisa şehê şerî di serê bloka me re şkest. Herçend em tibabekê dûr çûbûn jî lê hêşta dengê pismamekî me yê ermenî bi tirkî û piştre bi kurdî jî dihate guhên me.
- Nerevin lo! Hey koçikên Reşad û Hemîd! Werin ji xwe re em gawiran bikujin! Vî pismamê me gelek gotinên pîs û kirêt di derheqê van herdu sultanan de dikir. Hevalê me Mustefa Hilmî, wî jî ji rik û bêzariya xwe, "amîn amîn" digot. Vî ermeniyê malşewitî û dilperitî, wek piraniya ermeniyan belkî wî jî bawer kiribû ko em bi serên sultanan sûnd dixwun. Şeva me, ji tariyê tarîtir bû. Ji ber bazdan û revê kutekuta dilên me bû. Me hew dît ko em şeş kes in; Lutfî ji Îzmîrê, Cemîlê Ebdilla ji Amêdiyê, Mustefa Hilmî ji Şamê, Cindiyê Temer ji Dihê (Eruh), Seîd Lazî ji Sînopê û ez Silêmanê Misto ji Colemêrgê. Em nizanin çi dema şevê ye lê em dizanin ko şeva me ya dimor dageryaye û hêz di me de nemaye. Me çavên xwe li bervezek zuha gerand ko piçekê me ji sermayê biparêze. Lê mixabin tat û nehîtên kevrên wî çiyayî bê bervez bûn û ji xwe şkeft tunebûn, an em bi ser ve nabin. Hevalê me C.Amêdî çû li ciyekî bigere. Wî dîzek mezin ya çilo dît û hat em birinê. Me çendek ji gurzên çilo jê rakirin da em têkevin nava komê û xwe pê binuxumînin. Lê wey kulmano ezooo, ev çi ye em dibînin? Çar esker rûniştî ne, xwe bi hev ve kirine kurîşk, erzenên xwe gihandine kabokên xwe, ko me dît nalivin. Nû me zanî ko birs û sermayê ew kuştine. Me her çar cendek ji ciyê wan rakişandin û em daketin nava koma çilo,
ya ko bi pûş û rîsiyan hatibû raxistin û me xwe bi wan gurzên çilo nixamt. Hêşta me ciyê xwe xweş nekirîbû, hevalê me C.Temerî got:
- Ev çi ye li kemaxa min dikeve, nahêle ez ciyê xwe xweş bikim? Cî teng e, keysê min lê nahêt. Yek ji we destê xwe bigihîninê û bizanin çi ye?
Min destê xwe di ser pişta wî re bir gihand kemaxa wî û peland, kete ser kîsekî dagirtî, ko min ser xwe de kêşa, hişk û giran bû. Me anî danî ber xwe. Benikê devê kîsê zêrîn bilez me vekir û bêhna nanê genimî xwe li xinxinkên kepiyên me xist Ey Xwedayê pak û tak û pîroz, em şikirdarê te û vê qenciya te ne! Bîst û sê nan, pênc serik pîvaz û tibabek mêwîjên zer û reş di kîsê mezin de bûn. Min got kîsê zêrîn! Lê zêr çi rîx e yaboo? Bawer bikin ko hingê (li gor rewşa wê demê) ew ji hezar kîsên tijî zêr çêtir bû. Ji nû me zanî ko xwediyên vî kîsê nanî, ne ji nêza miribûn, belkî ji serma req bûbûn Êdî kêf kêfa me bû, me dizanî ko em dikarin 10-12 rojan li xwe ragirin û zindî bimînin û pê bijîn ta Xwedê çareyekê li vî halê me dike.
Me her şeşan di wê rewşê de sê nan bi mêwîj û pîvazan xwar, Xwedê xêra wan her çar miriyan jî binivîse. Dinya li me bû sibeh, me gurzên çilo ji ser xwe avêtin û li hawîrdor temaşe kir. Ji nû me derdê xwe zanî; derdê windabûnê, em nuha winda ne, rojhilat, rojava, bakur û başûr ji hev nanasin. Em nizanin bi kîjan rexî ve herin. Çumkî hingê li hindek deveran, meydan û şergehên me û rûsan nîşan û sînor jê re nemabûn, hemû herifî bûn
Me bawerî bi xwe nemabû ko em bisteh bi rexekî ve biçûna. Ma gelo ew rexê ko em bigirin, dê me berbi ordîgeheke rûsî an tirkî bibe? Em nizanin. Lê em dizanin ko em her şeş çiyayî ne û reşatiya şevan, zehmetiya kaş û kendalên bilind û asê nikarin me bitirsînin. Nemaze me têra xwe nanê zêrîn jî heye gurmêna dengê topan ji dûr dihat. Me dizanî ko herdu aliyên şerî berbi hev davêjin, lê kîjan alî tirk e û kîjan rûs e? Em nizanin! Hevalê me C. Amêdî got:
Hûn li vî ciyê xwe bimînin. Ez dê hilkişim serê vî çiyayî û ji wê derê binerim ka li rexê dî çi heye? Lê bila we hay ji min hebe! Ji bîr nekin!
S. Lazî nanek sax û neşkestî ji kîskê nanî raberî Cemîlî kir. Nîvek para wî ya wê rojê û nîvê dî bi diyarî mîna xelatkirinê, lê bi şertê ko ew nexwe ta digihe serê çiyayî Cemîl nanê xwe bir û çû S. Lazî xwe kenand û got:
- Eskerno xwelîserno, ev çi ye? Werin ji xwe re bibînin. Xuya ye ko şeva borî me nanê xwe bi goştê sipihan xwariye. Bibînin çawa bi nanî ve û di nêv mêwîjan de dilivlivin. Me nan û mêwîjên xwe ji sipihan paqijkirin. Lê me ev ji xwe re nekir xem. Sipihan neşiyan biqasî serê mûyekî ji bihayê nanê me kêm bikin. Çumkî birçîbûnê herkes biribû ber nemanê çi esker, çi jî sîvîl. Me xwe li tenişta tatekê mit û bêdeng kiriye û çavên me ên tarî li riya hatina. C. Amêdî ne, ka dê kengê vegere?! Hevalê me S. Lazî, rabû ser xwe û got:
- Hevalno, dîmenên kuştî û birîndaran têne xewna min û nahêlin ez razim. Ez dikim nakim, nikarim ji bîr bikim. Ma ez dê çawa ji bîr bikim? Roj di ser min re derbas nedibû ko ez termê 50 ta 100 kuştî, birîndar û miriyan nebînim. Dihate gotin ko ew neferên bi mirinê diçin, ji ên bi kuştinê bêtir in. Lê min ev gotina ha bawer nekir ta ko min bi çavê serê xwe nedît! Carekê di rêka çûna xwe de ji nik hekîmbaşî ta nik zabitê îdarê, ko hemû du saet rê bûn, min çil û du cendek hejmartin. Ji wan tenê sêzdeh kuştî bûn. Ên dî hemû ji nêza mirî bûn, ji xwe bila em behsa kûtîbûn û sermayê nekin çêtir e. Gotinên S. Lazî ên melûl û dilşewat, li vir hew bûn.
Çûn û hatina C. Amêdî nêzî sê-çar saetan dom kir. Wî mizgîniyek da û em pê fûrandin ko çend çadir ji ên Hemîdiyan li rexê dî û li ser simên çiyayê beramber dîtine, rûnenişt, got:
- Heydê rabin em herin
Ew diçe û em li pey wî dilezînin. Kaş û kendal in, hêrik û newal in. Mina dizan dilbitirs em diçin mêvandariya hemîdiyên, ko bi tevayî kurmanc in. Rewşa me baştir bûye. Em li tenişta tatekî rûnişt ne û nan, mêwîj û pîvazan dixwun. C. Amêdî got:
- Hevalno nalînek dête guhê min.
Me tevan guhên xwe lûç kir. Nalîneke nizim û lawaz bû, mîna ko ji bin heft tebeqên erdê derkeve. Em pê neguhişîn. Çumkî me dizanî, ko kuştî û birîndarên bêkes û bêxwedî li van çol û çiyayan hene û ev ne cara yekê jî bû, ko em dibînin. Ji xwe heke em di wê kêlîkê de ne bêdeng bûna, me qet dengê wî nedibihîst. Tat pan û dirêj e, em li rexekî wê rûniştî ne, rexê dî tatê nagihe erdê, bilind û hildayî maye. Valahiyek çêbûye û tê de çaleke vêl heye, eniya tatê dirêj
e û jê re bûye ban û bin de bûye bervez. Birîndarê me û sê kuştî ji xwe hîç, lê birîndarê me çi birîndar e? Ey Xwedayo mala te Fîşekekê hestiyê milê wî ê rastê hûr hûr kiriye û fîşekeke dî di stûna movikên pişta wî re derbasî kemax û perasiyan bûye. Ji bil dengê nalenala wî û peyvên " Üsküdar" û "evet" me ti tişt jê fêm nekir. Lê wî bi îşaret û nalîna xwe got:
- Min li vir nehêlin!
Me her sê termên kuştiyan jê dûr kirin, çar nanê neşkandî di gel mistek mêwîj jê re hiştin. Cî û cilên wî jî ji xwîn zox û edavê paqij kirin û em çûn Bi rê ve min ji hevalên xwe re got:
- Ji Xwedê bixwazin ko em bêne kuştin, lê neyêne birîndarkirin. Me çiyayê bilind paş xwe ve hişt û em daketin rexê dî. Vê çûna me pênc- şeş saetan dom kir. Li gor kulpa wê serdemê, ew dan û dikakê ko me li nik van hemîdiyan dît, heke me bi çavên xwe nedîta û kesekî dî ji me re bigota, me dê bawer nekira. Ma gelo em hişyar in an xewn e em dibînin? Garaneke dewarên reş; ga, mêga û golik. Di nêv vê garanê de tibabeke mîh, kavir, bizin û gîşk jî hebûn. Di şkefteke xweşkirî de xwarin çêdikirin, navê wê kiribûn Tekiyexana sultanî. Li tişta wê konekî dustûnî vedabûn. Di hundurê wî de tijî têrikên dan û dikak, derfên penîr û jajî, taxeyên tûtinê û hemû cuda cuda li ser hev danîbûn. Ev çarsed-pêncsed hemîdiyên ziktêr û çavbirçî wek ko ji talankirina malê xelkê re hatibin, ne ji tiştekî dî re. Wan ta buxçikên cil û hûrûmûrên jinan jî li xwe kom kiribûn. Vê rewşa xweş û bêrûmetî, gotineke koçerî anî bîra min: Neristî nebedayî, kûnê reş vedayî. Helbet piraniya vê bereketa sultanî ji malê xelkê pêkhatibû, nemaze yê ermen û êzîdiyan. Lê van xweşmêrên me kurdan! Ta kurdên misilman jî talan kiribûn, di nav wan de du gundiyên belengaz ji devera Sarîqamîşê bûn û daxwaza gayên xwe dikirin
Ferhengok:
vesihe: rihet û îstîrahethan: îmdad, deim
hinik: darik, zilik û qirşikên ko li ser avê dilerizin
dimor: nehr
bervez: cihê zuha ko ba û barov jê nagire sitar e
kurîşk: core rûniştineke çi ji melûlî û çi jî ji tirsan e
kulp: giranî, xela cela
dan û dikak: erzaq