Rezoyê Osê
Çavpêvedan
1
Me
Nivişt pêçan
Berbejin
bi
bejnan de berdan
û
bazbend hilgirtin,
hilênan.
2
Me
Nal
bi
devê deriyan ve
kutan
Simê pêz
daleqandin
û lepên xwînê
li
wan
dan
3
Me
şînok
Hîro
Bi eniyan
Ve
kirin
Qespik
û
şeytanok
bi
kumikên zarokan ve
şêlan
4
Tiştekî
em
ji
çavên
pîpoqî
ne
parastin
ne
hêlan.
05.01.94
Tilihên dest
Me
tilihên xwe
jimartin:
Vê, got:
dam herin
diziyê
Vê, got:
de
Vê,got:
ku
û
ta
Vê, got:
ez
şehde
Vê, got:
Pîr im,
Qut im
nagihime hevala!
05.01.94
Kêzka Zêrîn
Me
Kêzka Zêrîn
anî
hêdîka
l
ber xwe
danî
Me bakiryê:
Qoplanî
Moplanî
Kêzê
perek hilanî
yê dî
pê re
bir
banî,
got:
Kêz firî
ma
"kompanî"!.
06.01.94
Dilşikestin
1
Nanê min
di
tenûra tox
û
sar de
bû kûmir.
2
Berxê min
di
mêrg û
çîmenan de
noq da
3
Cama dilê min
Di şerê
kezîzeran de
şikest.
07.01.94
Jiyan
Çêleka me
kayîna xwe
dike
Aşê me
kevirê xwe
dihêre
û
keraxê me
bi
devê tevşoyê xwe
hêdî hêdî
axa
dora
mêwa tirihdayî
dixepêre.
15.01.94
Kuftik
Me
kuftka xwe
hilda
ker hat
Me
avêt
diz hat
Me
werand
sofî hat
Hembervanê me,
destegul
qot rakir
hilda
mîr anî
avêt
mîrê mîra
anî
Em mane
li
xwar
Ew ma
li
banî.
16.01.94