Tu her deh salên sosretê, wekî rêzên çiyan, reşgirêdayî, li pey xwe dihêlî.
Ey gulistana bajarên wêranbûyî!
Ey fireşteyên mirina dar û zeviyên xewnê!
Li ser hinarkên vê sibeha ji dûmana zer, li ber duryanên metirsiya rehdaçikyayî, salên me li kulîlkên şewitî û li dastana goristanên serberdayî, dipirsin. Dihingivin sîberên birîndar û li pey termê nêrgiza çiyan û sirûdên henasê, wek asoyên ji xerdelê, digindirin.
Li welatê xwekujan, wexta tu dest bi giryanê dikî, û esmanê dilê te hînî bîranîna mirinê dibe, tu hildiperî darbesta serdemê û lêvên te yên ko PÎREMEGRÛN ji ber kirine, di dûmana derengmayî de dilerzin.
Ey salên Helebçeya bînçikyayî!
Ey sorgulên ko aniha, li ser kêlan, dest bi aferandina rengan dikin!
Ey balendeyên ko êdî nema bêriya hêlîn û xuşexuşa çavkaniyan dikin!
Werin!
Werin!
Da ji nû ve em ahenga şewatê vejînin û ji nû ve em navê Helebçeyê li ser ewrên zer û li ser destên xatirxwestinê, li ser rûpelên nalîna zarokan û li ser keservedanên pîrejinan, binivîsin!
Werin!
Da em destê mirinê ji hinavên Newrozê derînin û serkêşên govenda buharê ber bi kavilan û sîberan ve rakişînin.
Da em taristana çavên berbangê di xweliya demê de, di keftelefat Mem û Zînê de, di elfebaya xemê de, binimînin û salên zuha yên xewna zuha bi ser gerdeniya Helebçeyê de bireşînin û miriyên bayê sibê bi kefenên ji spîndar û şengebiyan bixemilînin.
De werin!
Van herdeh slalên ji kevir, di hişê çiyan de, di cergê giyan de, bilivînin..
bilivînin!
DUGIR