Aramên çanda xwekuj

Nezîr Akat

Tu, wek germiya şevên havînê, xewrevîn û fediyok, min bi tîrêjên evînê hênik dikî.

Dengbêj û nêçîrvanên herêmî, ketine ser şopa evîna min û te, bûne rêberên evînfiroşan.

Lê ew ji bîr dikin ko ez û tu di destpeka nîvê dîroka kambax û malwêran de, bûne wek Memo û Zînê.

Ne bi hev û ne jî bêyî hev em dikarin bijîn.

Dê çawa be?

Hişyarbûna me ya dawîn, bêhişiya me ya pêşîn wenda nake,

pezên me li zozanên xemilandî belav nake.

Ne lorînên dengbejên herêmî, ne tîrêjên evînê û ne jî xunava biharê dikarin dilên me yên xemgîn şa bikin.

Govendgirtina me ya li ber kalîna pezên me yên candayî, xemgîniya me ya ko bi tîrêjên evînê hênik dibe,. êdî nema bikêr tên..

Pezê me yê candayî bi can nakin û zozanan ji nû ve bi ber nakin.

Erê dapîra kul û kederan!

Di berbangên biharê de, beşdarbûna kerwanên rêsîvanan; vexwarina ava ´eyarên pezên giroyî û guhdarkirina dengbêjên bênav ên çanda nemir radestî me dikirin, bûne xewnên bê xeyal.

Herweha îro jî" nobedaren azadiyê" û "rêberên" pêşeroja min û te, yeko yeko, dikevin dora xwerêdanên bi nêçîrvanê evîna min û te re.

Ew bi dîrokên xwe yên paşerojê sergêj bûne, nizanin ji ku hatine û diçin kuderê.

 

Lê herweha dengê te yê zelal û lal jî qurmiçandine.

Divê ez û tu careke din hişyar bibin û ji xewa bê xewn rabin.

Careke din wek hespên kihêl di destpêka biharê de gewî û bi çargav ber bi doza xwe ve birevin, doza evina min û te.

Ma nebes e lê!

Ey dapîra kul û kederan!

Bi koçbariya mamostayê hêviya evînê, zozanên koçeriyê bûne qada xwînbariyê. Sînga te ya kaniya gul û beybûnan, ji mizdarî û maç û ramîsanên xwînxwaran, bê bîn maye û ji xemla xwe ketiye.

Hêviya evîna mamostayê min û te, di nav lepên hunermendên xwekujiyê de, pepûk û bêçare maye

Yek ber bi rojava û yek jî ber bi rojhilat ve dikişîne.

Ew jî ji derd û kulên bêhişiyê dihele û ji taqet dikeve û nikare xwe ji nav destên xwekujiyên zîrek azad bike.

Di gergerîneka Labîrênta lîstika veşartokê de, ne tenê min û te riyên xwe şaş kirine, herweha yên din jî ketine leca dest ji berdanên hunermendiyên mamoste yên bi şewat û wêrankirina hêviyên salan û ên bi xwêdana eniyan û bi hêsirbarînên bêçare û bi hawar û qîrînên zarok û dayekên di alavên ragihandinê de yên sedsala bîstan; wek wêneyên serdemî dihatin weşandin, hatibûn avakirin.

Li der û dora me binêre!

Şagirtên mamoste jî yeko yeko beşdariî leca veşartokê dibin û di labîrênta bê rê de xwe ji asoyên sayî ber bi asoyên bi mij ve dikişînin û dibin xwedanên desthilatiyên çavsoriya diji hêviyên baranbarîna guneh şûştinê.

Tu ey dapîra kederan!

tu hiş û ramanên xwe ji ku digrî?

Tu ji bo çi wek mirîşka kurk ketî, bi ser hêviyên xwe de diponijî!

Bo çi carekê ji ser hêviyên xwe ranabî û nakî qîrîn?!

Ji bo çi carekê dengê te yê xemgîn û bi şewat nakeve kerîneka guhên" serkêşên" hêviyên min û te?

Tu ji bo çi, desthilatiyên xwe yên dapîrî bi kar nayînî?

Ma tu nikarî belavkirina mîrata bav û kalan rawestînî ta ko berbang bê û ezman sayî bibe.

 

Ma tu nizanî, ko têkçûna şopên rêçika baweriyên mamoste, serberjêrkirina hêviyên min û te bi xwe re tîne.

Bawerî û ramanên serjêkirî, dem û xewnên bêçare diafirînin û rê û rêçên derketina ji labîrênta bêdawî tevlihev dikin û agahdariyên peywendiyên evîna jîndar diqurmiçînin.

Ka were li ber serê min ê gêj û bêxeyalmayi rûnê û çîrokên evînê ji min ra dûbare bike.

De were ji nû ve dest bi avakirina hêviyên xwe yên wendabûyî bike û min jî di hêlana xewn û xeyalên xwe de bihejîne.

Ez derd û kulên te dizanim.

Êdi tu naxwazî rûpelên ferhenga lorînan vekî!!?

Tu taqeta xewndîtinê û avakirina xeyalên wendabûyi di xwe de nabinî.

De ka were!

Careke din hunermendiya xwe eşkere bike.

Hunera dartewandinê di ware hûnandina xewn û xeyalan de jî eşkere bike.

Şagirtên di şopa peyarêka mamosteyên min û te de, westayî û mayî ketin e, wek weşandina darê wan hilweşîne û helwestên hozanên hêviyan radestî wan bike.

Ev ne hewldana yekem e û ne ji ya dawîn e!

Hewildanên piştgirtina pevçûn û tawanbariya destberdanên ji daristanên pezkovîyan û ji heyamên kuştina bêhêviyan, ne karên min û te ne.

Heyamên serjêkirina bêhêviyan, aramên çanda dîroka serbilind û payedar e. Avakirina heyamên kuştina bêhêviyan, raperînê, ji nava diroka kambax, ji sînga zozanên wêranbûyi û ji hunermendiya hêza zimên, wek zayîna demê, wek derketina rojê û wek vebûna gulê, derdixîne.

 

Ger ez û tu, li ser rê û rêçên kevnare yên ko me di demên paşerojê de, wek

pêwistiyên hêviyên Jiyana berhemdar rê didan û dikirin destûra evîna xewnan, bi rê ve biçin emê rêberî gelek kelemên tûj û çiyayên asê bibin.

Emê nikaribin rojeva pêwistiyên jiyaneke azad bi çavgirtokên veşartoka labîrênta bêdawî peyda bikin û emê nikaribin rojeva pêwistiyan bikin qada bawerî û hêviya xewnên mamostayê min û te.

Divê ez û tu îro, wek xortine xemkûjîn bipijiqin ser çavên bêdûrbîn ko li termên hêviyên bav û kalan dilikumin û nabînin.

Dahfikên ko bi çavkorî têne vedan, dahfikvedanên bi zanyarî û bi bawerî bi xwere tîne.

Serencamên dahfikvedanên zanyarî kuştina axa gorra min û te ye.

Dest ji ber xwe bernede, û nebe xwedanê kuştina zayîna demê.

Ko ez û tu wek bav û kalên xwe nekevin sînga hev û stûna xaniyên hev ji bin hîmê avahiyan nekişînin, dê dem berhemdar be.

Ji bîr neke ko berhemdariya demê şabûna min û te ye û serencama bi cî anîna sozên me ne; sozên ko min û te di destpeka evîna xwe de radestî mamosteyê xwe kiribûn.

 

Gulebarînên te wek tîrêjên awirên evînkuj û wek zîpika destpêka payîzê, min diêşînin. Destbiratiya di destpêka xûnava bihara rengîn de ya ko bi tîrkevanên kuştina xem û derdan hatibû hûnandin yeko yeko têk diçin.

Bihara min û te wek xunava evînê li ser darên bê pel, li ser avahiyên wêran û li ser destên hunermendên xwekujiyê dihele û xwe dighîne ava çemê hêsiran.

Riya me ya ko em jê hatine û ya ko em pê da diçin glover û serberjêr e.

Îro bûye bela serê me.

Ketiye nav lep û lingên me.

Serê xwe bilind ke û bibîne.

Ka dilê te û devê te li hev dikin.

Dîmenên evînê radestî yên din dikin. Bizanibe!

Kilamên me ji bo dilgirtina mirovên evindar in. Bibîne!

Berbang mizgîniya destpêkirin û avakirina hêviyên mamosteyan radestî me dike. Û me gelek kilam û lorînên evînê jî ji hev re gotin.

Kilama min û te bi dawî nayê.

Serê xwe neêşîne û menale.

Diroka cîhanê; cîhana bê nav û bê deng, di nav lêvên te yên qermiçî û tî de, bûye benîştê qizwanê yê darên bê tam û bê ber.

Were destê xwe bide destê min û dîroka sosretan, Dîroka hesretan,

Hesretên bê hejmar

Bê dawî

Bê serî. Ji min re bilorîne.

Lorînên xeyalane

Wek çirokên pirevokan, di xewnên zaroktiya min de Difirin,

Dikevin,

Diteqin. Û

Li hawirdor belav dibin,

Sergêj û bê çar e.


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST