Ji bo hevalê min BOZO

Mustefa Gazî

Li wir, li derve

Ji welatê xwe dûr!

Rewşa jiyana li surgûniyê

Helbet ez jî zanim.

Dizanim helbet, êşên ku di dilê te de reh berdane,

Erê hevalo!

Malmîrata dewranê, çi dewran e!

Qey riya xwe şaş kiriye,

Dîsa rika xwe li me girtiye

Hê jî dawiya riya xwe ya şolî neaniye.

Û dawiya heyama talanê jî nayê!

Hewqas wextên bê hêvî

Hewqas êşên hesretê

Û bi ser de gava ku hewqas hêvîyên talanbûyî difikirim

Û gava ku diya xwe ya ji bişirînê bêparmayî difikirim

Ez çi bibêjim nizanim!?

Hindik maye biteqim!

Erê hevalo!

Nizanim tê bîra te

Kuçeyên Diyarbekirê

Pişo Meheme

Û Rasta Şêx Meheme

Hela Qahwa Tulux a wexta me ya lîseyê

Meskenê qûşbazan bû, te dî!

Û yê diz û dermankêşan bû

Li Derê Ruhayê me volta diavêt,

Hela bi şev, çi xweş dibû wê derê

Û agirê Newrozê li ser

 

Birca "Yedi Qardaşan"

Em hê bûtikên biçûk î teze bûn

wê wextê

Di hişê me de bi sedan fantazî

Di dilê me de jî hezkirineke ne bi dizî

Û em carna rêwîyên şoreşê

Erê hevalo

Pir tişt hatin guhertin li vir,

jirgî tu çûyî

Me faşîzm dît

Ango zulma reş

Em binketin, êsîr ketin

Hîç îzaheke din jê re tuneye, birê min!

Lê bizanibe

Her ku em binketin

Hewqas jî em hatin sûyîn

Her ku em hatin sûyin,

bêtir em gehîştin

Erê em bin ketin,

lê em winda nebûn

li welatê xwe yê derya xwînê de

Em fêrî zîlavêtinê jî bûn.

Diyarbekir, 1988


 Pişo Meheme: Keleşekî mêrxas û navdar e ji keleşên Diyarbekirê bû

Rasta Şêx Meheme:"Şêx Meheme Duzlixî" Meydaneke di goristana Derê Mêrdînê de ye. Berê cihê çeqokêş û araqxuran.

Qehwa Tulux:Li ser kolana Mêlik Ehmedê nêzî Derê Ruhayê qehweyeke navdar e.

Ben û Sen: Bircek ji bircên kela Diyarbekirê ye.

Birca Yedîqardaşan: " Birca heft bira" Ew jî ji bircên kela Diyarbekrê ye.


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST