Sirebayek ji çavên te
Û newqa te ya ko di destê min de difire.
Kêfxweşî min dişewitîne
Û esman jî li ba dibe.
Qereçiyê ko di dilbijandinê de pîr bûye,
ez im
Û yê ko bi pinpinîkan di ser dev re çûye,
dîsa ez im!
Îca ji bo çi mîna stêrkan
ez û tu bi hev re nafirin?
Di dilên me de ronahî
Û di destên me de mûm.
Ji bo çi em nafirin?
Rojên me kulîlk in
Çavên me mermer in
Destê xwe
Û maça xwe diyarî te dikim
Bi şîniyan girêdayî me
Wek pelên payîzê
Wiryayî
Li ber destê bagerê
Bi seqem û zerbûnê tême lêdan..