Ferhadê Içmo
Ezê navê te deynim, li ser lêvên birînêLi ser dêmên êşa dil, bi rondikên tev xwînê
Sûnda mi b´ navê te ye, ne bi tîpên yasînê
Hêviya min dîtna te ye, heta roja terqînê
eger rokê nebînim, dîlana herdû çava
Dilkê reben xemgîn e, li hêviya silava
Cîhan li min tarî ye, hêvî ketin nav dava
Ma ne bes e ji te kîn, Xwedêyo malî ava
Bila cîhan bi carek, li serê min bibe yek
Bên hawar û gaziya wa, leşkerên çerxa felek
Îzraîl li pêşiya wa, bibe şah û sermelek
Ezê bêjim herbijî, du çavên mest û belek
Va ye qumrî dixwînin, li bin siya ala te
Sitêr dîsa dirêsin, li dor bejn û bala te
Evîndarên Roja Nû , dil ketine xala te
Sed pîroz be li zozan, agirê sersala te
22. 12. 1995