Kamîranê Haco
- Hiş! Xwedê nehişta, xalê we raza ye... Dengê nizim yê xwîşka wî kete guhê wî, xwe netirand, lê nema xewa wî hat. Lihêf ji ser xwe avêt, çavên xwe vekirin, nerî ko xwariziyên wî li dora wî civiyane, bi wan re beşişî, wan jî, ji fediya berê xwe guhertin...
Axaftina xwîşka wî bi derbasbûna wê re hat:
- Van xwedê nehiştan nehiştin tu razî, ez çiqasî bi wan de xeyidîm jî lê bê çare bû...
- Zarok in, li wan negire.. Qehweke me çêke...
- Ma tu taştê naxwî..?
- Sibiha ji qehwê pê ve ez tiştekî dî naxum...
Bi van gotinan Ehmed xwest bide nîşandan ko mêrik bûye bajarî û qehwa sibihê jî nîşana vê yekê bû. Ji neçarî xwîşka wî qehwe çêkir û jê re anî.
Ev serê sê salan e ko Ehmed ji gund barakiriye û çûye bajêr, bajarvanî jî lê xweş hatibû. Rabûn û rûniştina xelkên bajêr jê re rast xuya dikir, degelî, paqijî, zanebûn, têkiliyên bi sînor û dawî vexwarina qehwa sibihê...
Qehwa xwe vexwar, dilê wî hate girtin nema dilê wî çû xwarinê, jixwe berê jî di dilê xwe de gotibû ko ew naxwe...! Xwîşka wî pê ve ma, lê wî xatir jê xwest û ji bo serdana pismamê xwe, berê xwe da gundekî dî...
Rojeke ji rojên biharî yên pir xweş e, dexla şîn vî alî û wî alî rê dixemîlîne, sinbilên dexlê avis bûne, xwîsiya sibihê li wan ketiye, rûyê wan pelên kesk şil kirine, bayê ko li wan pelan dixîne bi hêwabûn ji nav dertê û li rûyê Ehmed dixe, ew pir kêfweş dibe... Ji dengê çûk û çivîkan û dengê piyên wî li ser axê pê ve tu dengên din nayên. Bayê paqij bi kûrbûn dikşîne , kêfxweşiya wî bê sînor bû, nema zanîbû gelo ew bi rê ve diçe yan jî per pêve çêbûne...!!?
Vê rewşê bajar anî bîra wî, toz û dûman, qerebalix, çûn û hatina bêsînor ev hemû ko mirov nexweş dikin... Li vê yekê rawestiya û gund li ber çavê wî xweş bû, bêriya vê tenêbûnê û dîtina xweristê û bayê paqij kiribû... Lê dîsa jî bajarvanî lê xweş hatibû....
Giha gundê dî, dostekî wî li pêşiya gund gihayê û ew bire mala xwe ... Dengê xwe li pîreka xwe kir ji bo ko xwarinê hazir bike, lê Ehmed bi sûnd û telaqan ew da bawerkirin, ko li mala xwîşka xwe xwariye. Di dilê xwe de dizanîbû ko ev êdî ji bermayên gundîtiyê ne, lê hîna hinek pê re mabû û bajarvaniya wî hîna qelsî tê de hebû.. Erê birçî bû, lê ew jî nizane kê bersiv da, Ehmedê bajarî yan yê gundî..!
Ji wir rabû berê xwe da mala pismamê xwe. Ji ber ko pir birçî bûbû, bi rê de ji xwe re got, ko wê xwarinê li wir bixwe. Pismamê wî jî di temenê wî de bû, zarokiya xwe bi hev re derbas kirine. Bi dîtina hev pir şa bûn, xwestin xwarinê hazirbikin. Lê Ehmed ji nişka ve axivî:
- Bi serê bavê te, min li mala xwîşka xwe xwariye û niha jî min tiştekî sivik li mala hevalê xwe xwar, hema qehwekê çêbikin bes e... Li van gotinên xwe pir poşman bû, ew ma li hêviya ko careke dî bibêjin, lê gava ko careke dî gotin wî dîsa ew bersiv da.. Dîsa di dilê xwe de got ko pismamê wî wê careke dî zorê lê bike, lêbelê xuya bû ko gundî jî hinekî pêşketine, lewra cara dî nehat û nehat.. Ji ber vê yekê jî xwest ko zû here mala pismamê xweyî dî, da ko bigihe firavînê.. Lê mixabin gund hinekî dûr bû û ta ko ew giha wir, dema firavînê lê çûbû... Wan xwest ko xwarinê hazirbikin., lê dîsa gotinên Ehmed bêhemd pê re derketin:
-.Bi serê bavê te min niha xwar û ez hatim, ma ezê fedî bikim, ma hûn bawer dikin ez ji mala pismamê xwe bê xwarin derkevim.
Qurqura ûrê wî û birçîbûna zêde hêviyên wî çêdikirin, ko wê careke dî pirsa xwarinê bikin... Lê çi cara ko ev pirs dihat, wî jî eynî bersiv dida, wî nema zanîbû, ka kî ye yê ko vê bersivê dide, lê xweş diznîbû, ko ne ûrê wî ye, yê vê bersivê dide...
Xatir ji wan xwest û berê xwe da bajêr. Ta ko giha roj çûbû ava, berê xwe da firna nên, du kîlo nanê firnê kirîn û berê xwe da malê Hê bi rê de wî du nan xwarin û ko giha bi lez ji kebaniya xwe re got:
- Zû ji min re xwarinekê hazir bike, lê ez ji nêza û fediya mirim..!!?