Çîrokên ji berîka pêşî:
Mîzêna Xêr û Gunehan

Karel Çapek
werger Zagrosê Hajo

Mêrkujê gelek caran, mêrkujê bi nav û deng, ê ko gelek fermanên girtinê di derbarê wî de hatine der û yê ko keriyek polîsan û detektîv li pey degerin; tawanbar Kugler daxwiyaniyek da û got, ko ew hemû jî ti caran nikarin wî bigirin û bi rastî jî negirtin, bi kêmayî bi saxî ew negirtin. Kuþtina polîsê dawî, di zik hev de ew xwîna polîsê nihan bû ko ketibû sûyê Kugler de. Vî polîsî jî dixwest Kugler bigire. Kugler çend gule jê xwaribûn, rast e, lê wî yê polîs kuşt. Birînên Kugler heft bûn, ji wan sisê bi timamî kujdar bûn. Bi vê serpêhatiyê ew ji dadamendiya zemînî rizgar bûbû.

Mirina Kugler wilo zû hat, ko êdî wext pêre nebû, da bi ti êşê biheste. Dema canê wî dev ji laş berda, wî karîbû têr ji xwe re li ser ecêbên wê dinyayê matmayî bimêne, ew dinyaya bê dîmenz, sipîçolkî û ta nemayê vala, lê canê wî matmayî nema. Mirovê ko li Amerîkayê di zînadanan de mayî, ji xwe re wê dinyayê jî hema weke jiyangehe nû dibîne, tê de jî bi hinek mêranî mirov dikare cihekî xwe li pêş, weke li her derî, bibîne.

Dawî bêçare roja Kugler jî ya Xêr û Gunehan hat. Ji ber ko li ezmanan her û her rewşeke sermedî, ya awarte heye, ew li şûna ko were ber sûndxwariyan, weke ko li gor tawanên xwe divabû hatibana, ew hate ber encûmenekê. Eywana dadegehê bi şêweyekî hesan raxistî bû, weke dadegehên zemînî bû; ji ber sedemên, ko winê nêzîk nas bikin, xaça, ko dîdevan pê sûnd dixun li wir nebû. Dadvan sisê bûn, bi tevayî sere bûn, rihspiyên giran xwediyên rûyên hişk û ziwa bûn. Formalîte hinekî kelê bûn: Kugler Ferdînand, bêkar, di filan rojê de bûye, di bêhvan rojê de miriye... Li vir hate xwiya kirin, ko Kugler nizane kîjan rojê miriye; wî di cih de dît, ko ev nezanî wê ziyanê bigehêniyê, ew di cihê xwe de hişk ma.

"Tu xwe bi çi gunehkar dibînî," serdadvan pirsî.

"Ne bi ti tiştî," Kugler bi serhişkî got.

"Dîdevan bênin," serdadvan keserek kişand.

Li hemberî Kugler kalekî mezinî weke bertelaşkî, hema bêpîvan mezin, rûnişt, xeftanekî şînî bi stêrikên zêrîn neqişandî lê bû; bi hatina wî re dadvan rabûne serxwe, û Kugler jî rabû ser piyan, bê viyana xwe matmayî mabû. Piştî ko yê kal rûnişt, ji nû dadegeh jî rûnişt.

"Dîdevan," serdadvan dest pê kir, "Xwedayê Mezin, vê Encûmena Dawî, win xwestine, da di babetê Kugler Ferdînand de win şehdebûnê bidin. Tu Rastaxêvê herî Mezin, pêwist nake ko tu sûndê bixwî. Ez ji we dixwazim, ji bona giriftarê, ko win ji mijarê dûr nekevin û nedine pey hûrekên, ko girêdana wan bi pêlkirina qanûnê re nîne. Û win, Kuglero, axaftina dîdevan nebirin. Her tişt xwiya ye, tu bidî mandelayê jî, pûç e. Fermo bere birêz dîdevan, bibêje."

Serdadvan wilo got, bi rehetî herdû anîşkên xwe danîne ser masê û berçavkên zêrîn jêkirin, xwiya bû ko ew xwe ji axaftina dîdevanî dirêj re amade dike. Kaltrîn endamê dadvaniyê keysa xwe li xewê xweş kir. Ferişt, nivîskarê dadegehê, pirtûka jiyanê vekir.

Dîdevan Xwedê hinekî kuxî û dest pê kir:

"Erê, Kugler Ferdînand. Ferdînand Kugler, kurê karmendê fabrîkeyê, hê ji piçûkayî de zarokekî nehs bû; lo lawo, tu çi xirab bûyî! Pir hez ji dayika xwe dikir, lê fehêt dikir vê bide der; ji ber vê ew zirz bû û bi ya ti kesî nedikir. Tê bîra te, çaxê ko te tiliha bavê xwe gez kir, dema wî xwest li te bide, ji ber ko te kulîlk ji bexçê nivîskarê dadperweriyê dizîbûn?"

"Ew kulîlk ji Îrma keça tehsîldar re bûn," hate bîra Kugler.

"Ez dizanim," Xwedê got. "Hingî ew heft salî bû. Û tu nizanî piştre çi pê hat?"

"Nizanim."

"Mêr kir, Oskar kir, kurê xwediyê fabrîkê; wî ew necisand û dema beravêt mir. Ma Ruda Zaruba tê bîra te?"

"Ma çi bi wî hat?"

"Kuro, ew bû keştîvan û li Bombayê hate kuştin. Win herdû ji hemû zarokên bajêr xirabtir bûn. Kugler Ferdînand hê deh salî bû dest bi diziyê kir û her û her derew dikirin; diçû nav civatên pîs, weke ya serxweş û parsek Dlabola, yê ko pêre xwarina xwe leva dikir."

Dadvan destê xwe hejand, weke ko bibêje ev der ne cihê van gotinan e; lê Kugler bi xwe pirsî:" Û... çi bi keça wî hat?"

"Bi Marîka?" Xwedê got. Ew bi yekcarê filitî. Çardeh salî mêr kir, bîst salî mir û diber zikratan de tu hatî bîra wê. Tu çardeh salî bûyî, tu serxweş ketî û te ji malê bazda. Bavê te gelek kul û derd xwarin û dayika te weke baranê hêstir barandin; te mala xwe bêrûmet kir, û xwîşka te, xwîşka teyî spehî Martîçka, zava nedît, zavayê ko were mala dizan. Hêjî bi tenê, li ser xêr û qenciyên bi ingûşk, yên ko xelkên dilovan wê pê birîndar dikin, di xizaniyê de dijî."

"Niha di vê kêliyê çi dike?"

"Di vê kêliyê de ew li dikana Vlk e û tê dikire, da berî tarî bikeve, karibe bidirû. Ew dikan tê bîra te? Te carekê li wir xareke camî kirî, tu hingî şeş salî bûyî; û hê roja pêşî te xar winda kir û te êdî ew nema dît. Tê bîra te, tu çawa hingî ji kerb û xeman girî?"

"Ew higî gindirî kû?" Kugler bi dilbijî pirsî.

"De ew gindirî şirikê. Ma ne, kuro, ew hêjî li wir e, ev sih sal di ser e derbas bûne. Ha di vê kêlîkê de li ser erdê baran dibare û xara camî di nav ava sarî bi xuşîn de dilerize."

Kugler dilşekstî serê xwe tewand. Lê serdadvan berçavka xwe danî ber çavên xwe û bi nermayî got: "Dîdevano, dive em werine ser mijara xwe. Yê sûcdar kes kuştiye yan na?"

Xwedayê dîdevan serê xwe hejand. "Nih kes kuştine. Yê pêşî di pevçûnekê de bû. Ew kete zîndanê û ew li wir xeyisî. Ya din yareke bi paşmêr bû. Ji ber wê cezayê mirinê danê, lê wî bazda. Yê sisiyan kalek bû, ko Kugler hat ew dizî. Yê çaran nobedarekî şevê bû."

"Ma ew mir?" Kugler kire qêrîn.

"Ew piştî sê rojan mir," Xwedê got, "bi êşeke dijwar û şeş zarok li pey xwe hiştin. Yên pênc û şeşan du jinûmêrên pîr bûn; ew bi balte kuştin û bi tenê şazdeh kron bi wan re dîtin, di wextê, ko wan bêhtirî bîst hezar kronî veşartibûn."

Kugler xwe çend kir: "Li kû, ezbenî!"

"Di nav doşekê de," Xwedê got. "Di kîsikekî hîzar de, li nav doşekê ew pereyên ko bi ribayê û bi kurbûnê maliştibûn, veşartibûn. Yê heftan li Amerîkayê kuşt; ew penaber bû, hevwelatiyê Kugler bû, weke zarokekê bêçare bû."

"De naxwe ew di nav doşekê de veşrtibûn," Kugler matmayî kire pistepist.

"Erê", dîdevan berdewam kir. "Mirovê heştan, yekî peyade bû, ew kete devê riya wî de, çaxê ko bi pey diketin. Hingî periwên dinanên wî kul bûbûn ji êşan sewdan di serî de nemabû. Kuro, te jî gelek êş û derd xwarin. Yê dawî polîsek bû, ko hema berî bimire, geha wî bikuje."

"Wî çima kuştin dikir?" serdadvan pirsî.

"Ew jî weke her kesî," Xwedê bersiv da; "ji torebûnê, ji bona bidestxistina peran, carnan bi plan û carnan ji korfelaqî ve, carnan ji kêfa dilê xwe re û carnan jî ji mecbûrî bû. Ew destvekirî bû û carnan alîkariya xelkê jî dikir. Bi jinan re qenc bû, hez ji lawiran dikir û xwediyê soza xwe bû. Ma ez qenciyên wî bibêjim?"

"Spas," serdadvan got, "ne gerek e. Sûcdaro, tiştek heye ko tu ji bona parastina xwe bibêjî?"

"Na," Kugler bêpêçdan got; ji ber ko êdî jê re her tişt weke hev bû.

"Dadegeh wê xwe bikişêne ji bona şêwerdariyê," serdadvan ragehand, û hersê dadvanan xwe dûr kirin. Xweda û Kugler mane di eywana dadegehê de.

"Ev kî ne?" Kugler pirsî û serê xwe bi hersêkên dûrdiktin ve kir.

"Mirovên weke te ne," Xwedê got. "Li dinyayê dadvan bûn, û li vir jî dadvaniyê dikin."

Kugler tilihên xwe gez kirin. "Min hizir dikir... ma ne, min guh nedida meselê, lê min goman dikir, ko gerek e te dadvanî kiribana, ji ber ko tu... ji ber ko tu..."

"Ji ber ko ez Xweda me," kalê mezin gotina wî tewa kir. "Lê ji xwe ev e mesele, tu dizanî? Ji ber ko ez bi her tiştî dizanim, ez ji binî nikarim dadvaniyê bikim. Jixwe ev yek nabe. Ne tu nizanî Kuglero, bê kê hingî gilehê te kir?"

"Ez nizanim," Kugler matmayî got.

"Lucka, ya berdestîka meyxanê, ji zikreşî gilehê te kir."

"Li min negirin," Kugler zirav da xwe û got, "lê we jibîr kir bibêjin, ko min li Chicago ew Teddyê pîs kuşt."

"Na bavo," Xwedê bi rikberî got, "ew jê fistiqî û hêjî sip û sax dijî. Ez dizanim, ew gelac e; lê wekî din, kuro, ew mirovekî pir baş e û zaf hez ji zarokan dike. Hema wilo behwer neke, ko kesek hebe bi yek carê pîs be."

"Çima jixwe win... çima tu, Xwedayo, bixwe dadvaniyê nakî?" bi ramanî Kugler pirsî.

"Ji ber ko ez bi her tiştî dizanim. Heke ko dadvanan bi her tiştî, bê kim û kurî bi her tiştî, zanibe, dê ew jî nikaribin dadvaniyê bikin; bi tenê wê di her tiştî bigehin, ta ko dilê wan ji ber biêşe. Ma ezê çilo te tawankar bikim? Dadvan bi tenê bi ziyan û gunehên te dizane; lê ez her tiştî li ser te dizanim. Her tiştî Kuglero. Ji ber wê ez nikarim te tawankar bikim."

"Nawxe vêca çima... ev xelk... li ezmanan... dadvaniyê dikin?"

"Ji ber ko mirov yên hev in. Ez, weke ko tu dibînî, bi tenê dîdevan im; lê ceza, tu dizanî, li ser cezê mirov biryarê didin- li ezmanan jî. Ji min behwer bike Kuglero, ev di cihê xwe de ye; ti dad ji ya mirovanî pê ve bikêrî miorvan nayê."

Di wê kêlîkê de dadegeh ji şêwermendiyê vegera û serekê Encûmena Dawî bi dengekî bilind biryar got: "Kugler Ferdînand ji ber neh caran li pey hev tawan û mêrkujiyên plankirî kirine, ji ber kuştin û diziyê, ji ber dubarekirina tawanan, ji ber hilgirtina çekan,ya bêdestûr û ji ber diziya kulîlkan tu hatî cezakirin, cezayê te dojeh e, tê ta nemayê di dojehê de bimênî. Pêkanîna cezê yekser cih digire. Fermo, doza peyre bênin. Ka sûcdar Machat Frantîşek li vir e?"


Here vir:

DERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST