Geryanek li MEM
Tengezarê Marînî
Sala 1995 an ya ko bi sala Ehmedê Xanî û Mem û Zîn hate bi navkirin, gelek nerîn û dîtinên cihêreng û hemreng diyar kirin, û di gorepana lêkolînê de, gotarine giranbuha û bejinbilind hatin pêşkêşkirin û derbirîn. Lê ji derveyî wan çalakiyan, em dixwazin li ser peyva Mem rawestin.
Liserrawestan dê ne tenê ji bo naskirina wateya wê ya ferhengî bit, lêbelê dê di Mem û Zîna seydayê Xanî û di destana kurdî ya herî bi nav û deng Memê Alan de, ronîkirina amaje, nîşan û rola hunerî be.
Di pêşgotina xwe de, ya ko ji bo destana Memê Alan nivîsandiye, Nuredînê Zaza dibêje ko Mem ji Mihemed hatiye ango kurtkirina navê Mihemed e.
Di baweriya me de, ev ji wê tê, ko kurd piraniya caran navan kurt dikin, mîna ko em dizanin ji Silêman re dibêjin Silo.
Eger em werin û li nav rûpelên mîtolojya mezopotamyê bigerin, emê peyva Memo di gelek deqên (tekst, heyber) Sûmeran de bibînin, wek nimûne, di lehiya mezin de, ya ko bi navê Jnoma Jlîş tê bi navkirin, peyva Memo wek navê xwedayekî derbas dibe. Di Jnoma Jlîş de berî afirandina erd û ezmên sê xwedan hebûn:
1- Apso: Xwedayê ava şêrîn bû.
2- Tiyamat: Jina Apso û Xwedaya ava şor bû.
3-Memo: Xwedayê mijê bû, û hindek dibêjin ko ew ji levketina pêlên ava yekemîn bû, û nerîneke din jî di heman mijarê de dibêje ko Memo mija ko li ser ava yekemîn hatiye vedan û jê hatiye afirandin, e.
Bi kurtî, di mîtolojya Mezopotamiyayê de, bi vî awayî navê Mem derbas dibe, lê niha em dixwazin li ser navê Memê Mem û Zîn û yê Memê Alan û di pey re, li ser çend peyvên Kurdî, ko Kurd di jiyan xwe de bikar tînin û di fonetîka xwe de nêzîkî peyva Mem in, rawestin.
Dema ko Mem ji dayik dibe, hem di destanê de û hem di Mem û Zîna Xanî de, diyardeyên pîrozî (avrateyana) berz û bale dibin. Rebê Alemê kurikek daye û sê çirûskên nûrê di rû de berdan. Dema ko pêxember Mihemmed ji dayik bû, wek nîşana vê nûzayînê, cîhan ronî bû. Û dema ko peyam (wehî) ji hizretî Yûsif re tê û ji bavê xwe re dibêje: Yabo min dît, ko roj û heyv û yazdeh exter ji min re çûne sucûdê.
Li vê derê bi daneberheveke piçûk, diyar dibe, ko Mem, rengekî ji rengên avratiyê distîne.
Dema ko Beko -şîretkarê Mîr- berê mîr, Celaliyan û Mem jî bi wan re, dide şer, bi sebareta ko ji Mem xilas be. Mem derbekê li xwe dixe û vedigere mal û berê xwe dide koçka mîr û diçe oda Zînê. Beko mîr û êlê vedigerîne û Zîn û Memê dibînin...
Hesen, mêrê Sitî xwîşka Zîn û mîr, xan û manê xwe davêje êgir û hawarî mîr dike, Beko nahêle mîr bi wan ve here. Hesen radibe kurê xwe Celal davêje nav êgir Sitî dîsa hawar dike, Beko dîse lîstika xwe dilîze, lê vê carê mîr, şemaqê li Beko dixe, devê Beko dikeve nav azê û diçe, Mem derdikeve û ber bi hawarê ve diçe, hawar dike ocaxa xalan û derbasî nav êgir dibe û Celal sip û sax ji nav êgir derdixe. Li vê derê Çîroka Nemrûd û Ibrahîm Xelîl, ya di quranê de hatî, tîne bîra me dema ayet dadikeve û dibêje:
"Agiro, li Ibrahîm bibe hînkayî û hêminî"
Ma di vê derê de, Mem rola xudê nalîze...? Dîsa di destanê de, dema Mem û mîr bi şitrencê dilîzin û bi fen û fûtên Beko Mem lîstikê winda dike. Mem dibin bircê, bi zincîran, lingên Memo girêdidin, ew zincîr sor dibin, dibin mar û ziha, bi pey Beko dikevin. Ev çîroka Mûsa pêxember û Ferûn tîne bîra me. Mem wek siwarekî mindal, bêguneh, ji bo evîna xewna xwe Zînê, li bajarê Cizîrê, di Zindanê de dimire, lê dibe sedema vemirandina şer -kuştina Bekoyê ewan. Ev jî di mîtolojya Zerdeştiyan de, cengeke gewre di navbera xwedayê xêrê û roniyê Ahora-mazda û xwedayê şer û tariyê de Ahrîman de çê dibe û Ahora-mazda Ahrîman dikuje û ew bi tenê xweda dimîne. Ez van herçar hînkerên ko me li jor nivîsîn û daneberheva wan, ji xwêneran re dihêlim. Çimkî heyber bi wan tê vejîn. Li aliyê din, emê bêne ser çend peyvokên, ko di form û fonetîka xwe de, wek; yan jî nêzîkî Mem dibin.
-Dayika kurd, çaxê hest dike, ko zarokê wê tî ye, avê didiyê û wişeya mem bikar tîne.
-Memik: ev bêje, ji sînga keçên nûgehayî re tê gotin. Ew jî ji mem hatiye weke çawa em dibijin: Jin= jinik. Kin= kinik. Mêr= mêrik...
-Mam: ew ji birayê bav re tê gotin, yan jî dibêjin ap (apo, mamo, amo). Peyva Mamo ji mirovekî, şareza û temendar û xwedî serbûr û serpêhatî re tê gotin. Mem jî, hem di Mem û Zîna Xanî de, hem jî di Memê Alan de, zîrek e, û dibe xwedî serpêhatîne mezin.
-Mûm. Mûm wek material tê bişaftin, û encama bişaftinê ronî belav dibe. Mem jî jîna xwe dike qurban, û di encamê de şer -Beko- vedimre.
Mebesta me ji vê yekê ew e ko pir tiştên me winda ne, û carcaran derdikevin, lê dibin milk û mîratên miletên din, û bi zanebûn, yan jî bi nezanebûn, em ji wan werdigirin û dibêjin ev ya filan û bêhvan miletî ye. Û em weke milet, civat û gel, ji ber pir sedeman, ko ev gotar ne cihê axaftina wan e, pir tiştên me li ber lingan çûne, yan jî, ji bo gelên din bûne tiştine bi nerx. Ev kultûra me ya devkî û zengîn pêwîstî nivîsîn û lêkolîna ye û tiştekî gelekî diyar e, ko di guhestinê de pir regez û rol winda dibin, û çendine nû şûna wan digirin, lê hin tişt wek xwe dimînin. V.prop di Struktûra Çîroka Gelêrî de dibêje: Nav û dîmenên lehengan têne guhertin, lê erkên wan, wek xwe dimînin.
Jêder
1- Memê Alan. Pêşgotina Dr N. Zaza. R11, Şam. Çapxaneya Kerem
2- Memê Alan R3. Bahoz. Sal 1973. Uppsala. Swêd
3- Bunyet elnes elserdî. Dr Hemîd Elhemdanî, 1992. R68
4. Mûxameret eleqil elûla. Fîras Elsewah. R42