Beşîr Botanî
![]()
Stirana Şêxanî
Peyv bajarê Şêxan
Mork (stîl): dîlan.
Hewa: Beyat
Pîvana Xanê 2/4 yan 4/4
1- Delîl im, Delîl im, Delîl im lo
2- Delîl im Delîl im, şêxanî
3- Delîl im, Delîl im, şêxanî
Baedrê gundê mîran
çarsed malêt pismîran
çarsed malê pismîran
Baedrê di korê da
Qesra mîran wa têda
Qesra mîran wa têda
Baedrê ser seqlqan e
Nextê zeryan herzan e
Nextê zeryan herzan e
Mala te l` mezrê danî
Yêk zanî, yêk nezanî
Yêk zanî, yêk nezanî
Hey ronahiya çavan î
serbextê min tu c`wan î
ser bextê min tu c`wan î
Destê yêk û du bigrîn
Pêkve dîlanê bikîn
Pêkve dîlanê bikîn
Êzîdî û şêxanî
Pîrên êzîdî bi çavekî pîroz li vê govend û dîlana reşbelek temaşa dikin û heger ew di cejin, dawet û tewafan de beşdariya ahengê nekin, divêt hevbeşiya şêxanî bikin. Berî ko aheng bi tekûzî hew bibe, hingê bi vê şêxaniya pîroz tête hewkirin; micêwirê gundî, çend rihsipî û pîrejin li pêşiyê dest bi vê govend û dîlanê dikin, bi heyîna xwe dijmêrin û dibêjin:
- Bila xort xwe ladin û rêkê bidine me, ev govend û dîlana me ye!
Bêguman, ev şêxaniya pîroz, gav û hizrên lawîniyê tîne bîra wan pîrejin û pîremêran; kurdîtî, êzdîtî, gundîtî û di ser hindê re, evîna rast, durist û pakij!
Dema ko ev govend germ û coş dibe, pîrejin jê derdikevin û rêkê didine pîremêrên ko dixwazin berdewam bibin, deholvan û zurnevan jî xwe hêdî hêdî ji govendê dikêşin. Êdî dîlan dest pê dike ; keç, jin û pîrejin bi tilîlî (lîlandin) û dengê xwe dîlanê geş dikin, pîremêr bi tepe tepên piyên xwe, xort jî bi fîke, çepik û dengê xwe şahiyê xoş dikin. Lê dîsan kur, mêr û pîremêr zimanê xwe piçekî dirêj dikin:
- keç, jin û pîrejin ji ber nermî û nazikiya xwe, neşên wek kur, mêr û pîremêran xwe bi tundî û bi hêzî bilivînin, ji ber hindê divêt ew xwe ji nêv me bikêşin.
Ya rastî, jin sivik û nerm in, ji lew re, ew digel awazê baş govendê digirin, lê kur, mêr û pîremêr wek dîn û haran xwe dihejînin. Ji ber vê ûştê keniya jinan bi wan têt.
Hêdî hêdî xort jî têne nêv dîlanê, micêwir û pîr jî vedigerine perestgehê.
Şêxaniya xortan berdewam e; destpêka xoşî û evîna wan, germî û têkeliya wan û hêvî û armanca wan e!
Nîveşev e, dîlan berdewam e, xuhdan e, westan jî ne xem e, jiyan e! Êdî beşek ji xortê nûgehiştî nemaze yên çarde- panzdesalî, cot bi cot, ji xwe re piyasê dikin, li ser kayî yan li nêv daran rûdinin û sojê didine hevdu... Carinan di şevên cejin, dawet û tewafan de, keç û kur bêgav dibin ko ji gundî birevin û cot bibin... Ew jî li ser rewşa wan dimîne.
MORKA STIRANÊ
Morka vê stiranê dîlan e, an ko bi dengekî nerm û zelal û wek pesteyên heyranokan tête stirandin. Lê di dema berê de, piraniya stiranên vê dîlana şêxanî dengî bûn û diyar e ko nuho kêmtir bûne û morkên dî jî têne stirandin. Dîlanvan peyvên stiranê li hev vedigerînin û demeke dirêj û bê rawestan distirin.
ÇÎROKA STIRANÊ
Çîrok ji naveroka sivik diyar e ko li ser dîlana şêxanî, mîr û şêxên bajarê Şêxan, gundê Baedrê, nextê keçan û kesê ko distire navê wî jî Delîl e, yê ko dixwaze digel dosta xwe dîlanê bike.
CIHÊN DÎLANÊ
Ji navê wê diyar e ko ji dilê Şêxan (paytexta êzîdiyan) derkevtiye û belav bûye. Ev dîlan li Mûsil, Badînan, Botan û Hekarî bi nav û deng e, lê govend gehiştiye Mêrdînê jî. Di ser hindê re, ermeniyên Îranê jî vê govendê dileyizin û bi saya serê kurdên cuhû li Israîlê jî cihê xwe girtiye. Gelek corên şêxanî hene û li her cihekî yan deverekê bi awayekî tête leyistin.
AWAYÊ GOVENDÊ
Mişe awayên vê govendê hene, lê min awayek hilbijartiye, ew jî ya ko li çend cihên başûra Botan (Ji Zaxoyê ta deşta Mişarê) tête leyistin, an ko govend bi vî awayê xwe berbi rastê ve ye, lê hemû govendên Badînan û Hekarî berbi aliyê çepê ve ne. Ev awa jî 12 gavan pêk têt.
BEŞA 1
Awayê rawestanê:
gav û piyên çepê 3 4
gav û piyên rastê 1 2
Govendvan wek trênê destên hev digirin, berê xwe didine aliyê rastê û xwe piçekî diçemînin, piyên rastê du caran hildigirin û du gavan diçin, dest û milên xwe jî dihejînin. An ko piyên rastê 1 û 2, piyên çepê jî dûvre.
Govendvan berê xwe didine aliyê çepê û dîsan xwe piçekî diçemînin, piyên çepê du caran hildigrin û du gavan diçin, dîsan dest û milên xwe jî dihejînin. An ko piyên çepê 3 û 4, piyên rastê jî dûvre. (Du xaneyên muzîkî têne lêdan, an xêzek tête stirandin)
BEŞA 2
8 gav û
7 piyên
gav û piyên çepê 6 5 rastê
Govendvan piyên rastê û çepê li tenişta hev dideynin (5 û 6), bi piyên rastê pêşve du gavan diçin û piyên çepê dûvre, dest û milên xwe jî dihejînin (7 û 8). (çar xaneyên muzîkî têne jenîn, an du xêz têne stirandin)
BEŞA 3
gav û 9
piyên 10 12 gav û piyên çepê
çepê 11 gav û piyên rastê
Govendvan piyên çepê li erdî dideynin û hildigrin (9), gavekê bi paşve vedigerin û piyên çepê li erdî dideynin (10), piyên rastê li ser hêla(xeta) destpêkê dideynin (11), piyên çepê li tenişta piyên rastê dideynin (12 ) û awayê govendê hew û tekûz dibe. (şeş xane têne lêxistin, an sê xêzên stiranê têne stirandin)
SÊ BEŞÊN GOVENDÊ PÊKVE
9 8
3 4 10 7
1 2 6 5 12
11
FERHENGOK
hewa meqam
xane xaneyên muzîkî, bi pîvanin 2/4, 4/4 6/8 û hwd.
Baedrê gundek.
pismîr kurmîr.
reşbelek dîlan, sema û govendên mê û nêran bi hev re.
ladin dûrkevin.
ûşt sebeb.
heyranok stîlek ji stîlên jina kurd e ko bi dengekî nerm û zelal tête stirandin.
dengî stîlek ji stîlên kurdî ya, ko ji gewriyê û bi dengekî pan tête stirandin.
mişe gelek, tenê ji hejmaran re tête bikaranîn.
micêwir nobetdarê perestgeha êzîdiyan e.
Jêder:
1- Ehmed Salih Silo(1951-1991), şehîd bû.
2- Koma Metîna, Baxdad.