Ji Helameta Stêra Dakeve
Mihemed Jûrî
Aşopa romaneke entîkeyî
Xwe di berbejna hişkeberan de dialand.
Werîsekî zivir
Li elendên zelal
Ji hevrikiya subê
Hêviyên di qurnetî re
hatin bend kirin...
Şifşên pîlayî,
Sergopkirina darên serkûrha,
Li benderiya sîtavka
Ya ji min, ya ji te
Ya ji agirê xewnan.
Pel carê sor dibûn
Carcaran jî kesk bixwe ve digirt
Ferhenga xewnên kujek,
Malxuliyanê digel hizrên betal dikir,
Pexşeka yekser bide.
Ji helameta stêra dakeve!
Rêportajên berperên reşgovara..!
Du çavên hilweryayî, li benda çi ne??
Di kêliyan re, bêhna qerquda serdikeve.
Ya sitar û bê lome be..!!!
Guhbel bi sê zêran dê hêne sizakirin.
Dê dayê:
Heyranokan bêje.
Ma Emo çi lê hatiye?
Bo carekê behsa misk û enberan nakî..??
Pêl çi dijwar in!!
Xişexişa êzgeyî,
Guhên min berbi aloziyê birin.
Gêriyên te, pirasiyên pîtî, sivik kirine.
Esman xwedîke,
Xor salekê hatiye paş,
Ji nû ve...
Cêmik û kêvjal û şêr,
Kiç û kevan û neheng...