Nameya dilekî bi kul

Mehmûd Iko

Dem ne dema te bû, lê birîn birîna te bû.

Te bi bêhnên hemî buharên temenê minî qurmiçî xweziya arama mirinê dipişkivand. Te hestên minî rizyayî bi evîna derdên xwe yên birîndar avdidan, rûpelên payîza min û te hêsrên rêwiyan dianîne xwar, bi wê hezkirina xwe ya ciwan heyvên dilê yaran geş dibûn, bi daxwaza pakrewanekî di bêhnên xwe yên dûmanî de be, te bi nerîna çavekî westiyayî temaşe dikir, bi evîna derdên keçeke di keçkaniya xwe de avis dima, hemû bi damarên te ve daliqandî diman, û te ew li dor dilê xwe yê mezin dorpêç dikirin,

ezmanê xweziyên xwe dixemilandin, geh bi hêviyê û geh bi poşmaniyê, dengê ba û baranê pir pê xweş dibû, buhar dihate ber çavên wî, ji xwe re digot: Ez dizanim ko buhar nîşana azadiyê ye, hêviya xweşî û şahiyê ye, gelo ev buhar dîsa dê weke ya...?

Mixabin ta niha jî buhar nebûye mêvanê min û ez bi rojeke wê şa nebûme.

Di cihê xwe de diçelmisî, ji xwe dipirsî: Gelo çima ez bi tenê mame?

Yara min a ciwan!

Tu kanî?

Kê tu ji pêxêla azaran revandiyî?

Ez dê çawan te bigihînim dilê aştîxwazan, ez dê bi çi rengî te bigihînim mafên mirovan?

Ez bi tenê mame?

Girtiyê tenêbûna xwe dima. Pêdiviyên xwe pûç dikirin. Stûnên ezmên ji dengê zayîna zarokekî ko nabûna xwe diyar dikir, diherifîn, û bi nalînên birîndarekî ji xwe re digot: Ev xirecira li dora min çi ye?

Ev netebatî; netebatiya mêjiyê bêgane di serê min de çi ramanê dilorîne?

Ez birçî me, ez tî me. Na...Na, ez nexweş im, min ta girtiye, ma taya mirinê ye, ma gelo ez dê bimirim?

Destên xwe diguvaştin û bi gezan lêvên xwe birîn dikirin, destê ramanê dihejand, dibeşişî û bi kurtepist jê re digot:

Dem ne dema te bû lêbelê birîn birîna te bû!

Di wê bêdengiya xwe de dima, dipûnijî, li tûrê derdê bapîran digeriya, bi dilekî tije azar; berê xwe bi ezmanê odeyê ve dikir, bi

dînbûn digot, bi gotinê re hêç dibû:

Ez westiyam. Di mirinê de dijîm!!

Hingê hêsrên wî xweber dihatin xwar, bi ser lêvên wî de dişemitîn, ew şorbûn pê xweş dibû, daxwaza xwe bi himbêzkirina yara xwe dikir, xewnên xwe dikirin nameyên dilekî bi kul, û ji xwedayê evînê re rê dikir, şahiya kewan dibû sirûd, dengê bêdengiyê dibû zengilê bîranînê, jibîrkirinê.

Poşmanî dibû şahê bêçare!


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST