Yara neyar
Dilyarê DêrikîEy periya ko
di xewnên min de
ji xewnan mezintir e...
Ey weþên evîna di jena dil de,
çendî,
min ji te hez dikir, bedew yarê!?
Hezkirina serokên rojhilat
bo girtîxaneyan...
Ey înana çerxa bîstan
di wêneyên xwe de.
Ey kenê þîrmijekî di hembêza dayikê de
çendî,
Ez li ser te ditirsiyam!?
Tirsa diktatorekî ji belavbûna
azad ramanan,
ji zayîna peyvan di nav lêvan de.
Ew dilyar bû,
çima me dil zîvar kir
Peyv pûç kirin.
Me yar kir neyar. Çima?
Ey kûrahiya lavijên pîroz, di sîngê de!
Ey derbasbûna dînîtiyê, di himbêzkirinê de!
Ey kêlîka di navbera hiþyarî û sermestiyê de!
Tu bûyî zelalbûna rondikan; di çavan de.
çendî
Zor e, bedew yarê!?
Çav bibin kulekeke cam
Rondik bibin modêrinek
ji evîna van deman,
Ji kûrbûna þînên di çavan de.
Ew dilzar bû
Çima me jiyan lê sar kir
Þîn kir miradê wî
Me ew bê per û bask kir
Çima?
Tu bûyî diyariya yezdan, di temen de
û biþkoja þahiya kulîlkan
wa tenikbûne
Dilyar e ji periyekê hez dikir
Wa periya di xewnên min de
Mixabin!
Tu ji min re bûyî girtîxane
û ji kuþtina beþûþiya li ser lêvan re..
Ew xembar bû,
Çima me xewna wî ya bi tenayiyê xaç kir
Sêdarkirin hêviyên wî
Di buhara wî de, me ew pîr û kal kir, çima?
Tu bûyî xwedaya dîlberan
Ew bûn... Em bûn... Ez bûm
dilekî agirpij û dildar...
Te OLEN xwe serjêkirî hiþtin
Tu bûyî kujyara xewnên
di malzaroka hêviyan de.
Tu bûyî pêkanên Wêrdekyanê
Min û xwe bê zindan
weke têlên dirihî
Li dor hustiyê min
Bawer be bedew yarê
Yezdanê ne dilovan be
Ehrîman e.
Bawer be, ew dîlbera neparêze
peymanên xwe, dibe keça þevan
Bawer be, ne bawer be
Bedew neyarê!
Te ev dem nekir dema min
Ev dem ne dema min e; bi carekê re.
Demsalên min hatin; bêbuhar
Nêvî av im, nêvî agir im...
Yara min bûye neyar.
2.6.1995