...Na, ez jî Mac Gregor im.
Zagrosê Hajo
Rojeke pêncşembêyî sayî û geş ez ji
Zanîngeha Teknîkî ya bajarê Brno, ji Fakulta Radyoteknîkê li cada Lidicka piştî
rojeke tijî kar, derketim û min berê xwe da antîkvaryata li cada Çeska, ya li Brno bi
navûdeng. Li vê cadê mirov pêrgî her tiştî û her kesî dibe, ew weke dilê Brno bi
çalakî dijene. Antîkvaryat pirtûkxaneke taybetî ye, ew pirtûkên kevn bi arzanî ji
xelkê dikirin û piştre bi fêdeke piçûk wan dîse difiroşin. Ew der jî bi rastî
yek ji cihên ko min gelekî jê hez dikir. Pir caran mirov pirtûkên hêja li wir
didîtin, wek nimûne pirtûka Kurdistan ya nivîskarên li Çeko-slovakiya bi navûdeng
Hanzelka û Sigmund û pirtûka Extera Mirovan (Planeta Lidí) ya Frantîşek Kejîk, ko
tê de beşekî mezin li ser Kurdan bi navê Birayên min Kurd nivîsiye û tê de dibêje
Eger ez ne Çek û ne Moravî bama minî xwestibana, ko ez Kurd bama.
Wê rojê jineke zirav û dirêj, temenê wî li dor çilî bû, kete hundirê
antîkvaryatê û yekser berê xwe da kasê. Tûrikek li milê wê bû. Tûrikê tijî
pirtûk danî ber karmenda, ko li ser kasê kar dikir û got:
- Ev dîroka Sovyêtistanê ye, ew nema ji min re gerek e, ez dixwazim, heke bi arzanî be jî, ez wê bifiroşim.
Karmendê pirtûk bi rastî bi arzanî jê kirîn. Lê hin kesên li wir bûn, firotina wan pirtûkan li xwe nexweş anîn û gotin, ko çawa bûye, tu hatiye dîroka Sovyêtistanê ji mala xwe derdixî û bi arzanî difiroşî. Di vir de guftûgoyeke germ destpêkir û em kesê li wir, em tev
li dara wan kombûn û me ji xwe re li wan guhdarî kir. Jinikê bi zimanê
xweyî çalak û dîtinên xweyî zelal zora hemûyên, ko serê xwe li ber rakirin bir, ew çû nav gelek mijaran, lê bi taybetî di pirsên dîrokî de zîrek bû. Piştî ko dawî li qerebalixê hat, ez çûme cem û min got:
- Ji kerema xwe tu dikarî şîretekê li min bikî, da ez hin çavkaniyên dîrokî li ser Kurdan bibînim?
Wê bi dengekî bilind û herkok got:
- Tu dixwazî li ser dîroka Kurdan ya kevn yan nû ya zanibî?
Ez mame matmayî, ji ber ko kêm xelkên Europa li ser Kurdan di wê demê de tiştin dizanîbûn, lê min bi lez got:
- Dîrka kevn.
Wê got:
- Here li dîroka Ermenistanê ya sedsalên deh û yazdehen binere, li wir gelek tişt li ser Kurdan hene!
Ez ji antîkvaryatê derketim û ketime pirtûkfiroşa li hemberî wê. Weke her pêncşemb rêzeke dirêj li pey hev bû û pirtûkên nû dikirîn. Li Çekoslovakya bûbû adet, ko pêncşemban pirtûkên nûweşandî li pirtûkfiroşan dihatine belakirin û xelk li pey hev dibûne rêz, da wan bikirin. Ez jî ketime rêzê de, da ez pirtûkekê bikirim, lê min dehnê xwe dayê ko gelek ji yên li pêşiya min dibêjin Fraşka se zbranemî (Çek û Çiya), ya James Aldridge. Min dît ko gelek ji vê pirtûkê hatine kirîn, êdî ew ji min re bû meraq û min jî hema got:
- Fraşka se zbranemî (Çek û Çiya) ya James Aldridge.
Li malê min dest bi xwendina pirûkê kir, heylo ez çi bibînim, gava ko pirtûkek ji yên herî bi nerx li ser Kurdan bi hunerekî wêjeyiyî payebilind hatiye nivîsandin, li ber min e. Ji wê rojê pê de min gelekî xwest ko her tiştî li ser nivîskarê wê bizanibim. Piştre min pirtûkeke, giranbuhatir, ya James Aldridge bi navê Diplomant jî bi destxist û xwend, êdî nivîskar hê di çavê min de mezintir bû. Diplomant pirtûkeke ji gewdê mezin e, naveroka wê li ser diplomasiya piştî Cenga Cîhanê din nav Inglistan û Yekîtiya Sovyêtê de li ser kêşeya Komara Kurdistan û Azerbêcanê ye. Welatên Rojava digotin, ko tiliha Sovyêtan di avakirina van herdû komaran de heye, lê wan jî ev tişt didane mandelayê û digotin, na gelê Kurd û Azer bi xwe biryara damezrandina dewletên xwe yên neteweyî dane. Bûyerên pirtûkê bi awayekî huneriyî herî bilind hatine hûnandin û mirov hin caran goman dike, ko ew belgeyeke dîrokî dixwêne û dibe şahidê afirandina kêlîkine aloz ji dîroka gelê Kurd.
Gelek sal derbas bûn, ez vegeram welêt û li wir bicihbûm. Rojekê Rezo telefon ji min re vekir û got:
- Dibêjin ko James Aldridge bûye mêhvanê Mihrecana Sînemayî li Şamê û Bavê Nazê hêvîdike, ko tu û filankes pê re bi navê Komela Kawa ya Rewşenbîrên Kurd herine pêşiya wî. Ma tu çi dibêjî?
Min bi rastî di xewnan de jî goman nedikir, ko ezê carekê pêrgî vî camêrê hevqasî bi kûrayî û nazikî li ser pirsa Kurdan nivîsiye û kul û derdên Kurdan naskirine. Ew ji min re ne weke mirovekî bi goşt hestû xwiya dikir, lê ew li ber çavê min weke kesekê afsaneyî bû. Min yek nekire dido û got:
- Erê, ezê bi wan re herim.
Navê hevalê me yê sisiyn weke filankes ez dibêjim, ji ber ko ez rêzê li daxwaza wî digirim, da navê wî neyê naskirin. Hevalê me komunîst bû û wî nedixwest, ko hevalên wî yên komunîst zanibin, va ye ew xwe tevlî pirsên Kurdan dike. Komunîstên kurd wilo têgehiştibûn, ko kurdayetî pirseke nijadperestî ye û dive ew li dijî wê bin.
Em hersê bi hev ketin û me berê xwe da Şama şerîf. Weke gelek karê me Kurdan çûna me ne birêkûpêk bû. Me nizanîbû, ka James Aldridge kengî digehe Şamê, ewê li kû bi cih bibe, emê kengî, li kû û çilo wî bibînin? Lê me bîra gelek tiştên giring jî dibir:
- Me dizanîbû ko dive em bixêrhatineke wilo mezin jê re bikin, da ew bizanibe, ko ew di çavê Kuran de gelekî giranbiha ye û Kurd ji ber hilwest û hestên wî derbarê Kurd û pirsa wan, têkoşîn û hilwest û hestên piştgîriyê, yên lehengên pirtûkên wî, pir spasdar e û nameyeke spasiyê bi navê Komele Kawa di vî warî de jê re pêşkêş bikin.
- Emê jê bixwazin, ko navê herdû navdarên kurd Cegerxwîn û Yilmaz Guney pêşkêşî Komîta Xalata Lenîn ya Aşîtiyê bike, herwekî ew bi xwe jî endamê wê komîteyê bû.
- Dive ko em li ber xwe bidin, da hijmareke mezin ji rêxistinê kurdistanî navê xwe di bin pêşniyaza dana Xelata Aşîtiyê bo Cegerxwîn û Yilmaz Guney binivîse.
- Dive ko em hijmareke, ta bi dest me ve were, mezin bênine cem hev, da bi hev re werine bixêrhatina wî û da wî nasbikin û ew jî pirsa gelê kurd jê re şirove bikin.
Li Şamê em li hotêleke ji pileya navîn bi cih bûn. Hotêl di nîvê bajêr de bû û vê karê gera me hesanîtir dikir. Me dest bi gereke sîstematîk kir. Ji ber ko Aldridge mêhvanê mehrecana sînemayî bû, em çûne dora sînemayên mezin bi hêviya ko em şopekê bibînin, lê ti nîşaneke ko alîkariya me bike me nedît. Kurd dibêjin Bi pirsê, digehê Xursê, me jî di vir re di wir re pirsî û me naskir, ko James Aldridge li hotêla Al Şam dimêne, lê niha ew ne li Şamê ye. Ew çûye darî kavilên bajarê dîrokî Tedmirê yê li çolistana sûrî û ew sibe divegere. Em mane bendewarê roja din. Roj li nîvro me telefon ji hotêla wî re vekir; ji ber ko min bi zimanê inglîzî hinekî ji hevalên xwe baştir dizanîbû, êdî ez bi karmendên hotêlê re diaxivîm. Çend caran min telefon divekir û dipirsî, ma ez dikarim bi birêz Aldridge re bipeyivim. Li vir min tiştekî balkêş ji bersiva karmendan dibihîst. Ew her car pêşî bi fransî diaxivîn û li zimanên din nedibûne xwedî, êdî min bi çavê xwe dît, ko wilo bi hesanî gelê dagirkirî nikarin xwe ji zimanê dagirkeran rizgar bikin. Ev bûbû 37 sal ko Sûriya ji bin destê Fransiyan azad bûbû û di dibistanan de zimanê inglîzî piştî yê erebî tê xwendin û partiya Baasî nijadperest jî ji destpêka salên şêstî ve desthilatdar e, lê hêjî ewên dixwazin xwe bilind bibînin, serê xwe bi zimanê fransî bilind dikin. Dawî ez bi Aldridge re peyivîm û me civan li hotêla wî jê stand, lê ji ber ko me kêsimê hev nas nedikirin, me nizanîbû emê çawa bi ser hev ve bibin, rabû me ew bi hêviya guhleptika xwe ve hişt. Em zû çûne ser civanê xwe û bi çavnêrîn li bendê man. Wext hat, em rabûne ser xwe û me li dora xwe meyzand. Me dît ji nêrdewanê ve mirovekî navser, nêzîkî 60 salî, ne kin û ne dirêj bi bedlekî şîn ber me ve hat, em jî bi ber ve çûn û weke ko me berê hevdû nas dikir, me silav li hev kir û me jê re got, em kî ne û me bi dilgermî bixêrhatina wî kir. Em li cihekî rûniştin û yekser gotin hatine ser pirsa kurdî û aloziyên wê û têkiliya Aldridge pê re. Wî hişkere kir, ko di rastiyê de wî kêm Kurd bi xwe nas kirine, lê dema ko ew Kurdan dibîne, ew zû bi kul û derdên wan dihese. Wî got, ko mîr Kamîran Bedirxan carnan belavok û brojûrên li ser Kurdan jê re dişiyandin, lê basa ti kesên din nekir. Û ew hinekî matmayî mabû ji ber vê hatina me û dipirsî: Win komeleke kultûrî ne, ne siyasî ne? Axaftina me zû geha dawiyê, me jê re got, ko komeke nûnerê partiyên kurdistanî yên siyasî jî hene, dixwazin wî bibînin û wî bi kebaniya wî re vedixwênine hevdîtinekê. Tevlî ko wî dizanîbû, ko em bi awakî nehînî li vir in û dibe ko ev bi mêhvandarê wî re, ko serokê sûrî bû, dilsariyekê çêbike, wî bi dilxweşî qîma xwe anî, me xatir ji hev xwest û çûn.
Ji ber ko me beşek ji erkê xwe pêk anîbû, em gelekî dilşad bûbûn. Lê beşekî din ketibû nav astengiyan de. Hê nû ko em gehane Şamê, me xwe gehande nûnerên partiyên kurdistanî û me sedema hatina xwe ji wan re rave kir û daxwaza pişgirtina pêşniyazên xwe li ser Cegerxwîn û Yilmaz Guney li wan kir. Eger ez li vir hûr û kûr li ser bertekî û rengê danûstandinê bi vê daxwazê re şirove bikim, ewê gelek pelên spî reş bike. Bi kurtî, eger xwendevan mozayîka bê harmonî û bi hev re nekokkirî, ya hêzên siyasî, ko îro Kurdistan pê neqişandî ye, bêne ber çavê xwe, hingî wê nêzîkiyê li rewşa wê dema me bike. Hinekan gotin, ji ber navê Yilmaz destê me li dilê me ye, hinekan gotin ,ko Cegerxwîn endamê filan partiya girêdayî bêhvan cihî ye, hinekan gotin filan û bêhvan partî muhra xwe li ser kaxetkên we deynin, emê ya xwe rakir. Ne tenê wilo partiyeke gewre, ne tenê navê xwe rakir, lê bi xwe re du partiyên din jî kişandin û kaxetkên me muhr nekirin. Lê tevlî van hemû xirûciran jî çardeh partiyên kurdistanî pêşniyazên me pejirandin û muhrkirin.
Piştre hinek xirûcir li ser cihê hevdîtina Aldridge de jî derketine meydanê. Dostekî me ji Kurdên şamî got, ko werine mala me û bere diya min çend xwarinên kurdî jê re çêbike. Diya wî pîreke kurdî dilovan û xwînşêrîn bû, mala wî li dehma tarika kurdî ya li Şamê bû û odên wî bi taximên rûniştinê yên kurdî raxistî bûn. Ew taxim tiştekî antîk bû, tev bi mozayîka Kurdên şamî, ya bi navûdeng neqişandî bû. Me pêşniyaza wî baş û durist dît, lê hêzên siyasî, yên me gotin, ko na, ew hevalê we ye, ji ber vê win dixwazin Aldridge bibine mala hevalê xwe û propagandê ji partiya xwe re çêbikin. Êdî me dev ji wê berda û me camêr vexwende cihekî li bajêr.
Her tişt êdî me ber bi hev de anî bû, wergerandina pêşniyaz û gotinên spasdarî û bixêrhatinê bi zimanê inglîzî, piştgirî û amadebûna partiyên kurdistanî jî bûbû rastiyek. Lê me dît, ko em hemû mêr in û ti jin di nav me de nînin û ev jî dikare nîşaneke şaş bide mêhvanê meyî şêrîn. Em mane heyirî, lê dostê me yê, ko dixwest mala xwe ji me re terxan bike, çû û endameke partiya xwe anî, ew xwendevana zanîngehê bû, û ev bû cihê dilrehetiya me, niha me karî bû em rûyê xwe li ber mêhvanê xwe spî bikin.
Roja hevdîtinê, partiyên kurdistanî ji bakur, başûr û rojavayê welatê me li hev gehane hev, di wê demê de ji rojhilatê Kurdistanê ti partiyên siyasî li Şamê nediman. Piştî ko hemû li hev civîn, Bavê Nazê dest bi axaftinê kir, bixêrhatineke li gor qedr û qîmetê James Aldridge kir, nameyên spasdarî û pêşniyazan danê û li ser wan axivî dawî got, ko dema em Kurd çîroka Çek û Çiya dixwênim, tê ber çavê me ko tu bi xwe lehengê çîrkê MacGregor î û kebaniya te jî Katya ye. Kebaniya wî Dana bi lez ji cihê xwe got:
- Na, ez jî MacGregor im.
Di çîrokê de Katya nedixwest, ko mêrê MacGregor xwe tevlî teşqelên Kurdan bike. Vê gotina piştgîriyê Dana Aldridge dilê min gelekî xweş kir. Piştre Bavê Nazê wergera xwe ya pirtûka Çek û Çiya da Aldridge, tevlî ko Aldridge destûra wergerandinê nedabû jî, lê ew pê şah bû.
Li wir her kesî dîtinên xwe û dîtinên rêxistinên xwe li ser pirsa kurdî û çara wê gotin. Tiştê bala min dikişand hijmara bêpîvan, ya pirsên Aldridge bû. Xwiya dikir jî, ko rabûna lehiya olperestiya serhişk li herêmê, ew nereht dikirin. Wî got jî, ko hê planên wî hene, da pirsa kurdî bike mijara berhemên xweyî wêjeyî yên nû.
Dem hat ko tev herin, êdî her yek rabû xatir jê xwest û çû, çaxê divabû, ko em jî herin wî adresa xwe da min û weke, ko Kurd dibêjin, wî got:
Çi wextê tu werî London, mala min mala te ye.
Bernameya James Aldridge bi gelek derên din ve, bi serokê sûrî ve, bi rojname û televizyon û mehrecanê ve girêdayî bû û me hew dikarî bû careke din hevdû bibînin.