I
Wexta ko min
bi agirê girrê girên te,
xetîreya berbanga mirî,
xemgîniya serserî,
xweliya xewnê û sistegavên kerî,
vêdixistin.
Wexta ko min,
bi teþiyên dastana girî,
Velerzîna destên te
Velîstina hestên te
Veguhestina darbestên te
Di navbera xwe û goristanên birçî de
Wek pirên xatirxwestinê,
Wek çemên dîlokristinê,
radixistin.
Wexta ko min,
bê ximav û bê perî,
þaneyên kulên te,
sînorên hiþyar ên her çar dilên te,
rakêþana awirvedanên mêrkuj ên kilên te,
û pêlvedana bîranînên þewatê
di kêferata peyvên zuha de,
di reþgirêdana kulîlkên hovane û
di ferhenga tozgirtî ya reha de,
di kelkela çinînê û di seridandina ceha de,
diristin.
Wexta ko min
heyva bîrtûj a bobelatê,
dlisariya stêrkên rijyayî yên esmanê çavên te,
çelmisîna kewên tîmayî yên hêlîna lêvên te,
bi ser serê gêjahiya evîndaran de
dixistin.
Wexta ko rengê axa min bi alî te de diherikî,
raperîna xwîna te haþ dibû,
Ko ava dengê min bi ser birîna te de dirijiya,
zimanê te li hev digeriya, qublenameya te þaþ dibû.
te ez û xwe
ji hev der nedixistin.
Wexta ko min
bi dara newqa te digirt,
û bi tena serê xwe li ber bagerê dihejiyam,
di asoyên nalîna te de dihatim û diçûm
Tu di enîþka rê de
dibûyî
xwekuþtina mûmê..
Ez jî, di rûpela nermik a destê te de,
dibûm,
çîroka pêlan û qûmê.
Min bazbenda revoyê Xanoyê çeng zërînî
Min Dimdim û govenda aheng kevirînî
Min xirecira porê te yî aramkêþ
Min pirepira siviksorê te yî bi kêþ
Min rojhilata memikên te, lorîna landikên te,
hêlan û pêçek û zingîna navikên te,
li bin guhê lerza Xwedê
dixistin.
II
Wexta ko Goyînekî çavrijyayî li ser kavilên kendavên laþê te bûm,
di nav xura xweliya sîng û berên te de,
dinaliyam..
Di bin qehweyiya çermê êvara te de;
di bin saw û metirsiya zimanê bihara te de;
di bin daw û lingên hawara te de, ne tîr dibûm û ne jî
dimeyiyam..
Ji û bi babelîska serxweþ a çolistana laþê te,
ji û bi qaþa reþ a moristana kaþê te, geh þa dibûm,
geh ditirsiyam..
Di nîveroja sincirî ya gazinên te de,
di berberoja serbilind e,
di bêhûdeyiya ava zelal a bazinên te de,
dikeliyam..
Di esra teng de, di berbejna tûj-reng de
wek çavtengiya tavên Gulanê, wek werîsê gumanê,
wek lixwemikurhatina nemanê,
wek zîvê dûmanê,
bi ser pencereyên kesk ên bendemana te de,
dibariyam..
Wek berfa bêrîkirinê,
wek qerfa ji dil a mirinê,
di tîna bîna kîna vîna birîna jîna te de,
rojekê diweþiyam û çend rojan
dihiliyam..
III
Wexta ko dîmen û dûman;
bajarên xew sivik û Keman
li hev dipirsin
Wexta ko olana çiyan û peþkên barana destê þevê
ji hevdû himbêzkirinê ditirsin..,
wek tava westyayî, wek hespekî bêxweþmêr mayî,
wek silava giyanê veçiryayî,
keysa xwe li defa sînga þevgerînê xweþ dikim..
Hemî kenarên hesreta te,
hemî hinarên bêdengiya te,
hemî dildarên dergeh û bergeh û bargehën sosreta te,
bi lavlavê,
bi çirusîna ximavê, geþ dikim..
Hinarkên þermokî yên îstgehên dîroka te,
sipîbûna tîr û tarî ya neamadeyiya kevoka te,
bi kilsa nifirê reþ dikim..
Lerz û ciwaniya barûdê
Derz û çavkaniya sirûdê,
û cîwarekî bêzar û xewn-har, bi þûrê xembariya xwe,
dabeþ dikim..
Wexta ko kelehên stirana te ya gemkirî bi ser lêvên kurê Zeynê de,
diherifîn
Wexta ko zersosinên biþirîna te,
li ber gurîna agirê demê, wek radestiya Memê,
dikerifîn...
Wexta ko sorgul û sergulên xeftanê te,
garana rengên qedexe, û xwêdana gavanê te,
bînçikandina rêberên þevê û pizotên bîbika pasvanê te,
di sergermî û bêbaviya bayê kur de,
diçelmisînin..
Wexta ko di þûna avî û xunavê de,
di kezeba peyvê û di surdariya lîlavê de,
singo û pêlav û çavnebarî û hovîtiya xwe,
dadiçikînin..
Wexta ko radihêjin piþtiyên xwîna te,
û termê te yî ji þengebiyan,
û giyanê te yî ji tozê,
û bixçika te ya miþt raz û belgeyên Mîdiyan,
û li bazirganan, li rovî û tajiyan,
digerînin.
IV
Wexta ko dildarên te xwe ji gulhinarên himbêzkirina te berdidin.
Wexta ko gustîlkên axê hînî oxira gîha û yaran dibin.
Wexta ko keroþkên tarawgehê hînî xaçên berfa giran dikin.
Wexta ko pinpinîkên zaroktiyê pêrgî þoreþa gulan dibin.
Wexta ko êvarên tenhatiyê, çîrokên sergermî û berberiyê, ji bîr dikin.
Wexta ko keldûmanên þevbuhêrkên havînan biþirîna sitêrkan zincîr dikin.
Wexta ko pêlên þeyda yên xewna vegerê pravên bîranînên te dagîr dikin.
Wexta ko bêrîvanî bêrîkirina xwe bi ser sira bayê sibê de dirijînin.
Wexta ko tavsorka bendemanê di asoyê guhanê wêranê de dihejînin.
Wexta ko dewkêlên berbeyaniyê meþka felekê bi nifiran diçirînin.
Wexta ko dayikên reþgirêdanê, xweþmêrên bê veger, di landikên axînên xwe de dihejînin.
Wexta ko xuþk û bira, wêneyên me, nûçeyên me, di nav destmalên rengîn de dipêçin û bi rondikên kêfxweþiyê dinimînin.
Wexta ko nameyên me di nav xwêdana destên wan de diqermiçin.
Wexta ko hemî kolanên bajêr, hemî kêlîkên bêkêr di kêlîka girî de diqurmiçin.
Wexta ko pencereyên xemgîn ên dilên yaran bi agirê demê diqiçqiçin.
Wexta ko em bêrya nermahiya perîkên te dikin ey balgeha xewrevînê!
Wexta ko em bêriya bîna hiriya te dikin ey doþeka kulînê!
Wexta ko em bêriya tirs û þerm û lerza te dikin ey Xwedana evînê!
Wexta ko em bêriya terk û werm û derza te dikin ey çolistana birînê!
Wexta ko em bêriya lîsk û pevçûn û diziya bêdengiya te dikin ey þevistana qîrînê!
Wexta ko em bêriya te dikin ey toza destbirak!
Wexta ko em bêriya te dikin ey soza bêmînak!
Wexta ko em bêriya te dikin ey Hedoya qereçî!
Wexta ko em bêriya te dikin ey goristana çavbirçî!
Wexta ko xoþewîst di nav pencên te de bêdeng dibin û nema dibiþirin.
Wexta ko darên xewn û xwezayan bi dû darbestan de dikulkulin.
Wexta ko tava heyvê xwe bi ser kêlan de diçemîne.
Wexta ko keskesora miriyan esmanê me bêwaran dixemilîne.
Wexta ko nermebarana paytextan giyanê sergerdanan ditepîne.
Wexta ko guliya berfê dihingive hiþê qonaxê û gavê dilezîne.
Wexta ko cigareya dawîn di nav tiliyên derengmayî de vedimire.
Wexta ko nameya pêþîn di hilma xêzan, di rêzên xweliyê de, dimire.
Wexta ko hevalên westanê navnîþana te bi zikreþiyê diþewitînin..
Wexta ko di koþeyên qûmistana nenas de, nasnameya bengîniya te, û movikên mizgîniya te, dikeritînin.
Wexta ko di kelkela serberdayî ya Tebaxê de, li dorhêla Xanê, em li kelmozên cegerdar digeriyan..
Wexta ko di nîveroja pêxwas de, bi sermestî, li ser dirk û qurincokan, berbi gunehkariyê de, em dimeþiyan..
Wexta ko me bîstan û werz û bexçe bi kêfxweþî talan dikirin.
Wexta ko lemên teze, darkokên bacan û îsotan di nav lapûþkên êrîþa me de digiriyan.
Wexta ko pîjên hetavê wek þûjinan xwe berdidan nava nivînan.
Wexta ko toza ber lingê garana Mihemed Raî dibû dermanê birînan.
Wexta ko xuþk û jinbiran lihêf ji ser me dikiþandin û bi darê zorê em ji xewa giran radikirin.
Wexta ko me balgehên xwêdangirtî di nav pencên xelmaþbûnê de bi xwe re dibirin.
Wexta ko ji nû ve li ser kulêv xew li me zîz dibû.
Wexta ko siya dara hinarê bi ser qehwa mêvanên bavê min de xwîz dibû.
Wexta ko parsûyên demê di bin serê me de ditevizîn.
Wexta ko þûþeyên çirên xemê bi raperîna laþê me diderizîn.
Weta ko hêkên qelandî, penêrê badayî, desthilatiya nanê tenûrê, av bi devê salan dixistin.
Wexta ko xweþiya dengê tembûrê, nalîna kûr a hinavên bilûrê, em ji hiþ dixistin.
Wexta ko li ser mesefê, me kerb û qehra ciwaniyê di ser û pozê hev re derdixistin.
Wexta ko di kelkelê de me xwe vedidizî û me dara tûyê dihejand.
Wexta ko me sorê tarî bi ser kirasê axê de dirijand.
Wexta ko me bi ava hinarên mêxweþ nifir û pitepita dayikan divejand.
Wexta ko me þopa helkihelka canê xwe, bînçikandina hemî rexên giyanê xwe li ser keviyên dîwaran dihiþtin.
Wexta ko me marên çeman û pisîkên çêçikxur bi þarezayî dikuþtin.
Wexta ko piþtî nimêja sibê em diþandin da ko mastê mîhan ji xaltîka Hacoyê bikirin.
Wexta ko çav li xew me rêça xwe dirêj dikir da ko çûkên dilbijandinê li ser perdeyên qalind ên pencereyên yaran bilivin.
Wexta ko bi rê de, bi tiliya qereqûçkê, me qeymaxê mêst diþikand.
Wexta ko ji dil me rengê dengvedana evîna te ey þaro di þîrê xwîna xwe de dimeyand
Wexta ko dayika me sindoqa xwe vedikir, mewîj û bastêq li me belav dikirin.
Wexta ko me pirtûka xewnê û destnivîsa cih û þûnê ji sosreta mayinan re amade dikirin.
Wexta ko Torosê çavqerimî, þûrê xwe yî mijînî, ferhenga bihîvan di bîbika çavê me de radikirin.
Wexta ko çîrokên xwîniyê, efsaneya tol û þîniyê wek xweliya heft gundan bi ser serê me de dadikirin.
Wexta ko zeviyên nêrînên me, mizgînxêra neviyên me bi baþûrê sorgulan þa dibûn.
Wexta ko alên kenê me, ava qerisî ya denê me, di asoyên qehremaniya gulaberbero de li ba dibûn.
Wexta ko ez û tu di gerdeniya þoreþa þor de du morîkên windayî bûn.
Wexta ko sîbera min û te, di herikîna demê de, di zixta rimê de, di pepûkî û renckêþana Memê de, du nexþeyên windayî bûn.
Wexta ko rojhilat û rojava di xirecira xerxar û morî û karbanên te de, du oqyanosên matmayî bûn.
Wexta ko jiyana me hêjayî navê jînê bû...
Wexta ko ava rûbarê me hêjayî zêrîn gava Zînê bû...
Wexta ko çîçekên sînga te di bazdana salên min de hêjayî pesindana bînê bûn...
Wexta ko maçên me, germ û serberdayî, û hêjayî pîroziya xwînê bûn...
Wexta ko zikê te yî hevrêþimîn hêlîna derd û kulan û vehesîna bindestan bû...
Wexta ko zimanê te yî þêrîn bend û pend û qublenameya agirperestan bû...
Wexta ko lêva te ya narîn meyxaneya bêzar û sermestan bû...
Wexta ko bênahiya çavên te, þevçira û xetîreya karwanê helbestan bû...
Wexta ko awirvedana min dihingivî bêhûdeyiya sorê te.
Wexta ko guregura min hildiperikî çeperên porê te.
Wexta ko rondikên min xwe dadidan rakêþana kirasê te.
Wexta ko darbesta min bi kotekî hildikiþiya hevrazê te.
Wexta ko helbesta min ji biþirîna te ber bi nemanê de serniþîv dibû.
Ey buhara reþgirêdanê!
Ey kevirno!
Ey toza gumanê!
Dilê min bi jena bêrîkirinê dilukumî
Bi kefenê bajarekî bê xwedîmayî dinixumî..
Stockholm 1996/10/26