Wergerandineke bijartî ji Pirtûka
"Daxistan Welatê Min e"ya Resûl HemzatovWergêr: Samiyê Ehmedê Namî
Bê çawa çiya tev bi dîmenê xwe nêzîkî hev in, bê çawa kulîlkên çiyan tev bi malbat, reng û naziya xwe nêzîkî hev in. Wilo jî kes û gelên çiyayî bi suriþt, rewþ û psîkolojiya xwe nêzîkî hev in. Û ji ber ko min rewþa xwe (ya kurdan), bi kêmanî di hin redeyan de, di pirtûka nivîskar û ristevanê Daxistanî, yê bi nav û deng Resûl Hemzatov de "Daxistan Welatê min e", peland. Min xwest dilê xwe, li ser zimanê wî û di riya heyberên wî re, ji we re vekim.R.Hemzatov dibêje:
- Gava helbestevanên xort helbestên xwe ji bavê min re tanîn, berî her tiþtî wî li xêzên wan dinêrî. Ji ber zargotin dibêje: Cotarî ji xeta cotê xwe xwiya ye. Paþî þaþiyên wan rast dikirin û rastnivîsa wan bi serûber dikir, wî serê xwe dihejand, weku bibêje: Xwe hînî nivîsandineke rast bike. Hin xortan sirincokên xwe bi fedîbûn diyar dikirin, ko "Homîrosê sedsala bîstan" jî kewden bû. Bavê min digot: Min ev yeka nizanîbû?!. Min ev "Homîrosê" xort nedinasî.
Yên wekî wan hîna li Daxistanê pir in. Bavê min bi hebûna þaþiyên rêzimanî jî di ristan de ziþt dibû.
Her kesê ko bavê min dinasî, weku diyar bû, li gor xwe lê dinerî. Helbet wî cot dikir, geya diçinî û li erebê bardikir, hespê xwe av dida û lê siwardibû. Min tim didît, ko pirtûka wî di destan de ye. Pirtûk wilo digirt, weku çûkek pê re be, û tim bixwaze ji destên wî bifire. Bi ser ko ji mêvanan hes dikir, tim bi windabûn û aloziyê dihesta, gava dihatin ba wî û ew ji xwendinê mijûldkirin, te digo qey wî ji limêjeke giring dûr dikin. Û gava bavê min dixwend, diya min li ser sertiliyên xwe dimeþî û tiliha wê tim li ser lêvên wê bû, da tenha em bi kurte-pist bipeyiv in. Harbûniyan nekin, bavê we kar dike! Xweþ dinasî, ko xwendina pirtûkekê, li ba torevan, karê wî ye. Wê bi xwe jî nediwêrî derbasî cem bibe, da binêre ka tiþtek gerekî wî ye, ka hibir di diwêtê de ma ye. Bi riþtî tim guhdarî diwêta bavê min bû, nedihiþt ziwa bibe. Eger du rojên geþ di jiyana bavê min de hebin, ew jî jê re anîna pirtûkan e, pirtûkên ko wî dixwend in, û pirtûkên ko dinivîsandin. Tucarî daxwaza kesekî, eger çi bûna jî, nedivegerand. Didît ko gotina nîne gava heye mezintirîn derew e û girantirîn gunehkarî ye. Rewþa wî çarereþ dibû, gava pirtûkeke ko wî jê hes dikir jê dihate xwestin. Pirtûk dikete destên nivîskarê xwestî de jî lê hîna herdu destên bavê min bi hêla pirtûkê de dirêj dibûn. Û gava ko pirtûk demeke dirêj li ba yê xwestî dima, bê ko wê vegerîne, bavê min jê re dinivîsand: Min pir bêriya wî hevalê xwe, yê te bi xwe re birî, kiriya. Gelo, bi vegerê mijû nabe?.
Digot: Nabe tu ristan binivîsî û nikaribî wan ji dê, keç û xwîþkekê re bixwînî. Ez ti tamê di filimên ko sîpên kêmî þazdesalî ji dîtina wan dûr dikin, nabîn im.
Kêfa wî ji nivîsandina bêkêr re nedihat. Û carekê namek ji hevalekî xwe yî kevn wergirt, name bi zimanê erebî, bi bêkêrî hatibû nivîsand in. Bi qerf jê re nivîsand:
Tîpeke te daholeke çiriya ye,Xal di nava wê de ferþekî giran e. Ya din jî avayîke ban hêrivî ye, Tenha sitûnek jê ma ye ko nehêle bi tevayî biherive. Û hîmekî mezin ev tîpa belengaz perçiqandiye. Tu ji min re nabêjî te çawa ev hîm bi ser de gindirandiye? Te kumê tîpa çaran heta bi birhan xwar kiriye. Her xêzeke te rûpelekî dadigre. Gelo, tu ji xwe re mijûl nebûyî, ko di þûna pênivîsê de neperûþkên pisîkan bi kar bînî? Tîp weke dareke pirþaxe, û rûpel weku daristaneke ko bagerê lêdabe, û tevrikê darbiran tê de gêre kiir bin. Seyre: Ma tu li ko fêrî vê nivîsandinê bûyî?
Hingî, pir kes ji van malikan ingirîn. Hin ingirîn ji ber ko tê negihiþtin, û hin ji ber ko xweþ tê gihiþtin. Hin bawer bûn ko Hemza qerfên xwe ne bi nivîsandina tîpên erebî bi kirêtî dike, lê bi kirêtiya tîpan bi xwe dibe. Lê tucarî ne dikete bala bavê min de, ko rexnê li tevaya elfebayekê bike. Kevir tavêtin bexçê wan kesên ko elfeba çirûk dikir in û yên ko nizanîbûn bi spehîtayî wê pêk bînin. Mirov dikare bi gelemperî bêje ko bavê min ti elfeba bi nebaþi neanîne ser zimên. Lêbelê çavên wî bi wan kesên ko dev tavêtin elfebeyan bar nedibûn. Digot: Ereban êrîþ berdane Daxistanê, ev rastiyek e, lê ti gunehên nivîsandin û pirtûkên erebî di vê yekê de nînin.
Bavê min di pirtûkxana xwe de, nêzîkî pirtûk û pênivîsên xwe, nêzîkî pelekî nivîsandî û yekî spî, nenivîsî, rih spart. Çi pê ve ye, wê hine din wî pelê sipî dagrin. Daxistan fêr dibe, Daxistan dinivîsîne. Niha, ezê serpêhatiya fêrbûna xwe ji we re bibêjim. Ya rastî, çawa li min bar kirin da ez fêr bibim. Hingî, ez pêncsalî bûm, Daxistan bi tevaya xwe li piþt masên xwendinê dirûniþt. Dibistan, xwendegeh û kolec yek li pey yekê vedibûn. Pîr û zarok, jin û mêr, fêr dibûn. Pêþvebirineke rewþenbîrî pêk dihat. Pirtûka min ya pêþî di dibistanê de li bîra min e, wilo jî defterên pêþî ko bavê min ji min re kirî bûn. Wî bi xwe berê xwe ji gundekî dida gundekî û doza fêrbûnê dikir. Elfebêyeke mû belav bû. Bavê min ew bi germî pîroz kir. Tim ji nava xwe diêþa, ji ber Daxistan dûrî kultûra Rûsî ya payabilind bû, ji ber ko elfeba nebû. Wî digot: Daxistan parçek e ji welatê me yê mezin. Pêwîst e li ser ko wî binase û mirovaniyê jî pê re, pirtûka jiyana mirovaniyê bixwîna û wê binase.Rêke nû ye, Cihanek nû ye, Mirovin nû ne. Ev awaz û sîmbolên wan rojan bûn.
Bavê min zarokên xwe ber bi van awazan de rê dikir in, ber bi awaza dema nû de. Ne hesan bû ji nûbûnê re, ko riya xwe veke. Pir bûn, yên ko kuç û kevir dixistin riya vê nûbûnê de. Gelek pencerên dibistanên nûvebûyî hatin þikandin. Dijminên fêrbûnê digotin: Ev çi zeman e, ko þivan tê de pirtûkan bixwîne, ko qeraþ tê de dersên xwe ji ber bike?. Erkên wan guhdana pêz e û hêrtina arvên e. Û serbûriyên xirabtirin peyda bûn. Tê bîra min, çawa guleya tivingê ya berê wê li mamostê bû, li karta (xerîta) bi dîwarê dibistanê ve daleqandî ket, û di vê bûyerê de bavê min çi got: Kirî vî tawankarî cihan bi guleyekê qul bikira.
Berî niha kesekî di gund de, pêvî melê, nikarîbû namekê yan pirtûkekê bixwîne. Niha herkes pirtûkan, pêvî melê, dixwînin. Ev miletê biçûk xwedanê hebûneke mezin bû, û hîna çîroka Daxistanê tê nivîsandin. Dawî ji vê dîrokê re nîne û nabe ko jê re hebe.