Pêþgotin
"Bo koça dawîn a Eyþe Þan"
(De yar yar Meyremê
De bav gawirê dê ecemê
aqil û hiþê xortê xelkê me
li cemê
Yar yar Meyremê!)
Birîna dengê kevnare û tenhatiya dîloka dîl û bêçare ye. Dengê birîna nêzîk
û dûr û avjîna velerzîna xoþxwan û lawik û tembiya rêçên sefera bêdawî ye. Hebûna e, barana bîranînan û mija xewna sofiyê windayî ye. Dengê hêviyên serberdayî û dengê nalînên darbest û keviran e, hey dengê zuha, hey dengê rehên êþ û fîxana bilbilên bêbuhar!Di asoyên bejna te de, di nalenala cejna te de, di kurtepista þana te, bilûrên matmayînê bi ser biþirîna bûkan de, bi ser çîveçîva çûkan de, diçemiyan, û bîna zemînê li ber þemala kenê te direqisî.
Bagera demê, zixtên þûna pêþîn û kêferata serîhildana jinên çavreþ li guharên te dipirsîn. De, "de nav di xwe bid " û vê dîmena ko ji tevna bêrîkinê dinuqute, bi dijwarî di stirana girî de binimîn hey Bêmal!
Li ser bêdengiya nenas a kavilên bîr û hiþên zuhabûyî, di astenga berteng û sînordar de, tu, ey keskesora bîranînê, tu, ey serdarê girî, ey baskên subehên xwelîreng û ey guhên berbanga xaçkirî, tu, wisa melûl û bêzar berbi gulan ve, berbi hestan ve, berbi serxweþiya govendgerînên þevistana çiyan ve, koçê û herikîna demê, bar dikî.
Deng, di sîbera veçiryayî de, wek xetîreyên destê qederê, wek mirina zelal a stêrkên gerdena te û wek westana giyanê te yî ji bîhokên xatirxwestinê, deng, bi ser êvara me de, dirijiya. Þaneyên temenê me, laþê me yî ko ji tozê berbi tozê de direviya, û biþkojên evîndariya pêþîn a ko li ber rîtma talankirina zimanekî bedew û li ber gurmîna herifandina nesnemeyeke serhiþk ji dayik dibû, di paþila (Bêmal û Meyrema) te de geþ dibûn.
Tu Dengbêj î!? Tu bi zilamên xemgîn û bi dastanên tîndar û bi hespên tirsê dest bi sirûdên xweþmêr û avînbazan dikî.
Ma çawan dê dengbêj bimire ey Bêmal!??
Ma çawan dê rîrêj binire ey Bêmal!??
Ma çawan dê gelawêj bimire ey Bêmal!??
Ma çawan dê mirina sergêj bimire ey Bêmal!??
Here bêmal! Wisa xemgîn, dilþikestî û bê tembîname, berê xwe bide taristana bêdeng û sar. Aheng û þevbuhêrkên sazbendan, govend û dîlanên xewnperestan, agir û dûmanê, nêçîr û seyranê, evîn û giryanê, û elbûma jiyanê radestî kulîlkên hovane yên lêvên deþt û zinar û dol û pesaran bike. Çavên xwe radestî kila þevê bike. Lehiya porê xwe radestî deryaçeya Wanê bike, û sermestiya çemê dengê xwe radestê xuþîna manê bike.
Li wî rexî rondik û wêran e bêmal!
Li vî alî bêrîkirin û hêrane bêmal!
Û di navbera wêran û hêranê de, deng e.
Û di navbera me û te de, gula bê reng e.
Û di navbera jiyana te û mirina me de, stiraneke çeleng e.
De xwe ji stirana dawîn re amade bik ey dengbêja ko zeviyên giyanê me bi dengê xwe av dida.
De gernameya þînînîgiriyê di xêz û bendên oxira derewîn de perwerde bik ey dengbêja þêrîn, ey Eyþe Þan!
Tu çûyî Eyþe Þan!
Te welatekî wêrankirî û sînorine asê, û bajarine reþgirêdayî li pey xwe hiþtine. Te kesayetiyeke çelmisî û bangine veçiryayî, bîranînine bêbîr li pey xwe hiþtine.
Te axeke sincirî û xwîneke germ - nûrijyayî, þînîgiriya dê û bavan û bêrîkirina destgirtî û yaran û te demsaline westyayî li pey xwe hiþtine.
Te sazbendên bêsaz û dengbêjên bêdeng û peyvên mirî û helbestên zuha û serdema bazirganên xwîn û gotinê li pey xwe hiþtine.
Te em jî li ber destê vê qederê, li ber zixtên vê qonaxê, li ber dergehên berfê û xweliyê, di nav pencên daristana hawara bêwar de, hiþtine.
Tu çûyî..
Ne çûna te û ne jî bendewariya giyanê me
Ne dengê te û ne jî bêzariya jiyana me
Ne þana te û ne jî çurisîna kenê bihara me
Ne ritim û newa û ne jî rondikên guhdara me
Ne stirana evînê û ne jî xeml û þemala yara me
Ne kiras û xeftanê te û ne jî toza li ser biskên hinara me, bikêrî vê bobelatê tên Eyþe Þan!
De rab ser xwe, kevanên çavên xwe ji tîrên kila subhanî re amade bik, bejna afsanewî ya dengê xwe, û gencîneya sirûdên evîdaran, di sînga xwe de, hînî lêewlebûna heyva çardeþevî û matmayîna rêberên nenas û gundên xwelîser û welatên bênexþe, bik!
De rabe, pirtûka evînê bigir û pencereya þîn a çiyayê þêrîn vek û bibêj û bi ser keviyên kesera me de biherik:
"Lêlê Bêmal
Tu ne sêvî, sêva melatê
sal diwazde meh di paþila
xwe de bigerînim bêmal"