Irfan di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de
Perwîz Cîhanî
Umêd ew e ji ehlê irfan
ew dê nekirin li me çu herfan
Teşnî nekin wekî xeyûran
Îslah bikin me qusûran
Nasandina Ehmedê Xanî û şahkara wî Mem û Zîn ne karê rojek û du rojan e û bi gotaran kes neşê Mem û Zîna Xanî, bîr û hizra bilinde Xanî di gel tewawî taybetmendiyên wê şirove bike. Ji vî karî re nivîsîna çend pirtûkan pêdivî ye, lê:
" Çi bikim ko qevî kesad e bazar
Nîn in ji qumaş ra xerîdar"
* Ev gotara ko nuha ez pêşkêşî we dikim dilopek ji deryayê ye. Gotar li du pişkan serrast bûye. Pişka yekê nasandina Ehmedê Xanî û şûnewarên wî ye. Pişka duyê nêhêrînek li şûn û şopên felsefe û irafanê li Mem û Zîn a Xanî de ye. Hêvidar im li ser gotina gorbihîşt Cigerxwîn:
"Dixwazim biborî di kêmasiyan
li çolê gihame ne Walansiyan."
* Hêja ye ko em Ehmedê Xanî tava ronake toreya kurdî bi navê rêveberê gelê kurdî bi navê rêveberê gelê kurd bi nav bikin. Çima? Lewra ko Xanî Baba weke rêvebirekî dilsoj û agah li xema gel û welatê xwe daye. Ew wekî rêvebirekî zana, mamosteyekî dilşewitî dixwaze gişt zanistên gûna (dewrana) xwe li rêka pirtûkên xwe de ferî gelê Kurd bike Eger em hûr û kûr dîna xwe bidin şûnewarên wî, dê, ji me re rojîn û eşkere bibe ko mebesta wî li wan şûnewaran tenê vehûnana helbestek evîndariyê, yan çîrokek sade nîne. Ew dixwaze li rêka helbest û çîrokê, gelê xwe hişyar bike û zanistên cur bi cur raberî xwendevanên pirtûkên xwe bike. Pirtûka wî ya eqîda Îmanê rê û şûna ayînî û xîm û binêşeyên baweriya îslamê raberî xwendevanan dike. Yekemîn ferhenga zimanê kurdî yanê ferhenga Nûbihar tenê ferhengek sade nîne. Xanî digel wê hindê ko xwestiye xwendekarên kurd digel peyvên cur bi cure kurdî û erebî nasiyar bike, ewana digel zanista erûz û qafiye û kêşa helbestan û behrên erûzî ji xwendekaran re şirove dike, ko eva karekî bêheval e.
* Gava ko em Mem û Zîna Xanî Baba dixwînin em dibînin Mem û Zîn ko piştî şûnewarên Feqiyê Teyran yekemîn çîroka helbestî ye di nav toreya klasîka kurdî de, tenê çîrok û serhatiyek sade ye evîndariyê nîne, belkû deryayeke li zanistên cur bi cur yên weke: felsefe, irfan, xwedênasî û ayîndarî, komelnasî, stêrnasî, sazbendî, ciwankariyên toreyî, çîroknivîsî, deb û rismên cur bi cure kurdî, deb û rismên weke: Cejna sersalê, nêçîr û nêçîrgeh bawerî bi falvegirtinê, çawaniya keça kurd di komela kurdewarî de, rê û rismên jin înan û zava û birazava û bûkguhastinê, şîn û şîngêrî, biratî û mercên biratiyê, dîwanxana kurdî û çawaniya mîratiya kurdî û bê desthilatdarî û sadetiya mîrên kurd ko bi xeber û gotina xebergerînekî wek Bekirok çavê wane besîretê kore dibe û li kar û barên xwe de kûrbîn û dûrbîn nebûne û nînin. Û çendin zanist û hunerên dî di vê pirtûkê de bi curekî rêk û pêk wek mîrvariyên pêvekirî rêz bûne.
* Li bara ziman û ciwankariyên toreyî de heta roja îro çi kes li hozanên kurd negehiştine toza reşbozê Xanî. Xanî çi peyvekê di helbestên xwe de bêçine nade xebatê. Ji bo nimûne eger em hema yekimîn beyta pirtûka Mem û Zînê bidin ber hûrbîniya ciwankariyê, emê bibînin ko Xanî çawa bi hostanî ciwankariyên toreyê di vê beytê de xebintadiye, Xanî dibêje:
" Sernameyê name namê Ellah
Bê namê te natemam Wellah"
Li bara ciwankariyên toreyî yanê senetên bedî de, peyvên sername û name pêkve cinasa zayîda mutteref serrast dike, name digel nam zayîda muzeyyele, di nîveka her çar naman di herdu misraan de seneta tekrîrê serrast bûye. Ellah û Wellah jî dîsan pêkve cinasê serrast dikin. Her weha ev beyta Tehlîl yan lêkdaneveya hedîsek nebewî ye jî, yan di van beytên xwarê de ko îmaj û teswîrên xeyaliye zor ciwan înaye û awa behsa hilatina tavê dike:
" Damanê erûsê pakê gerdûn
Damad ku kir bi mêhrê gulgûn
Tarîtî bi rohniyê ku rakir
Xem şubhetî zulmetê fena kir"
Yan di van beytên xwarê de ko dîsa behsê hilatina tavê dike. Bibînin ko îmajên çende ciwan afirandiye:
" Sersubhe ku şehsewarê efleq
eşheb ku kişande cayê ebleq
Edhem di tewîleyê nehîn kir
Eşheb ji xwe ra ji nû ve zîn kir
Gurzê xwe yî atêşîn deranî
tîxê xwe yî zerfeşan ku danî
Dunya ji mehabeta xwe zer kir
Tîx û kemera çiyan bi ker kir"
Negotî nemîne ji bilî teswîrsazî û îmajê, ji vê senetê re Beraetê îstihlal jî dibêjin, ko curek fesaziyê bo wê hindê ko xwendevan pêşta seha serhat û qewmînê bikin. Lê ta cîhê ko ez dizanim ta roja îro kesî ev layê hunerî di Mem û Zîna Xanî de nedaye berçavan û kesek jî li ser vê hindê nexebitiye, da ko roşin be ko Xanî di vî hunerî de çi kiriye û rastî hema Elema kelamê mewzûn, gihandiye banê gerdûn û li ber perê asîmanan jî derbas kiriye.
* Gelek nivîskar û tuwêjkarê me gotine û dibêjin ko Ehmedê Xanî gelek peyv û goteyên erebî û farisî di Mem û Zînê de xebitandiye ko ji Kurdan re nenasiyar in! Rast e!! Lê du egerên binêşeyiye vê yekê hene. Yek ew e ko di gûna Xanî de xebitandina peyvên giran di nivîsîn û axiftinê de huner dihate jimartin. Kesê ko gelek ew cure peyvane bida xebatê, serketî dihate zanîn. Lê egera duyê ko egera binêşeyî û zor girîng e, eve ye ko, Xanî Baba li Mem û Zînê de ji Kurdan re felsefe û irfan nivîsiye. Zimanê felsefe û irfanê jî zimanekî taybet e. Têm û îdyom û îstilahatên wa di irfan û felsefê de hene ko ne tenê di zimanê kurdî de, ew zaravayane peyda nabin û tunene, belkû di tewawî zimanê rojhilata navîn de ji bil erebî li çi zimanên diyê navçê de tunene. Peyv û gotinên weke: Îmkan, wacibulwucûd, wucûb, mewalid, enasir, masewa, xelq, emr, nasût, lahût, eşbah, şehadet, xeyb, zahir, batin, cewher, erez, hiyûlî (heyûla), hadis, qedîm, ebed, ezel û çendîn peyv û îdyomên dî. Îca Xanî Baba neçar bûye ko ji van peyvana wêc û kelkê werbigre.
Vêca em bên li ser felsefê û irfanê di Mem û Zîna Xanî Baba de:
Em bi xwendina Mem û Zînê pê dihesin ko Xanî zanista felsefê baş zaniye û di vê zanistê de melevanekî bêheval û somekarekî bêbevl e. Lê Xanî fîlosof nîne, Xanê arif e. Ya baş ew e pêş wê hindê de ko em dakevin kûraniya gotarê, em bizanin kanê irfan û felsefe çî ye û arif û fîlosof kîjan e?
arif û fîlosof herduk jî li dû peydakirina heqîqet û rastiyê de ne, herduk li heqîqetê digerin. Lê cudayiya wan li çawaniya belgevehênan û şîweyta peydakirina rastiyê de ye. Fîlosof dixwaze bi rêka hiş û jîrbûna xwe û belgevehinana mentiqî rastiyê peyda bike, lê arif dixwaze li rêka evîn û evîndariyê rastiyê peydabike û bighîje heqîqetê.
Amraza nasîn û peydakirin heqîqetê di felsefê de hiş û belgevehênan e: Lê di irfanê de evîn e. arif evîndarê tecelaya nûra Xwedê ye û dixwaze di vê rêkê de bighîje Xwedê, lê fîlosof kemala mirovaniyê di wê hindê de dibîne ko hemû tiştî li rêka aqil û zanistê dest xwe ve bîne, lê arif hêvîdar e ko pê fenaya xwe di heq de bekaya ebedî, yanî manewa herehereyî dest xwe ve bîne û weke dilopekî bighîje deryayê û di gel deryayê bibe yek. Em evê hindê di serbihuriya Mem û Zînê de dibînin. Evîn û evîndarî di rêbaza irfanê de binêşe ye. Evîn sermaya herehereyî û kaniya ava heyatê ye ji arif re. Maşûqa arifan Xweda ye, aşiq gerek e di vê rêkê de dest ji dinyayê û tewanî tiştên wê ye nefsanî ve cismanî bikişîne, ta bigihîjin Xwedê. Dilê arif cîhê tirîşkdanewe û çilvilîna nûr û ronahiya Xwedê ye, ewe ye ko pişka zor e arifan çîrok û serhatiyên irfanî û evîndariyê yan helbestên evîndariyê nivîsîne. Ehmedê Xanî jî yek ji wan arifan e ko hem bi xwe evîndar bûye hem jî ji çîroka evîndariyê bi şêweyek irfanî afirandiye. Xanî li bara evîna xwe de dibêje:
" Saqî mi bigir ko ez bidest im
Mexmûr im û meynexwarî mest im
Gava ko vexwar Memê û Zînê
Axift li min cihê birînê
Em aşiq eger çi meyperest in
Emma ji meya Elestê mest in
Ew mey ne wekî meya te al e
Ew mey ji cemala Zulcelal e
Ew hubba hebîba pakzat e
Qinwanê hedîqeyê sifat e
Saqî bide min ji boy Xwedê ra
Camek ji meya te duh digêra"
Di van beytana de Xanî bi eşkeretî ko evîndar e, lê evîndarê cemal û ciwaniya Xwedê ye, hebîba wî ya pakzat Xwedê ye. Gorekî bîr û hizra arifan saqiya cama elestê Xwedê bi xwe ye. arif evê ayeta Quranê ko dibeje:
" We seqahum rebuhum şeraben tehûren" awa şirovedikin û dibêjin: Xwedê mirov ji meya giyan têrav kir û ji nebûnê anî hebûnê. Xanî jî durust evê hindê digerewe û dibêje:
Saqî ji boy Xwedê camek ji meya te duh yanê roja elestê digêra bide min jî.
" Her cureyekê ezê bikim tam
yek neşie beseheta serencam"
Me got ko pişka zor a arifan serhatiyên evîndarane yan helbestên evîndariyê nivîsîne, Xanî jî Mem û Zîn nivîsiye.
Lê tişta ko ji hemûyê balrakêştir e, eve ye ko li nav serhatiyên evîndarane û irafanî de yên weke: Leyl û Mecnûn, Xusrev û Şirîn, Wamiq û Ezra, Seleman û Ebsal, Weys û Ramîn, Samson û Delîle, Şêxê Senan, Yûsuf û Zuleyxa, Huma û Humayûn, Xurşîd û Xawer di nav wan hemûyan de Mem û Zîn xudane serratiyek (îmtiyaz) taybet e. Tewawî van çîrok û serhatiyên jorîn, tenê di destpêka çîrokê de bahsê pirsa irfan û felsefe dikin, lê gava ko daketin gêraneweya çîrokê, tenê hunera wan çîrokbêjî yê, êdî irfan û felsfe ji bîra wan diçe, lê Xanî li dema gêraneweya çîrokê de jî irfanê ji bîr nake, di seranserê çîroka Mem û Zînê de Xanî wate û zaravayên irfanî dixebitîne û reng û rûyê irfanî dide tewawî pişkê wê û pirsa irfanê li xir pişkan de li ber çavê wî ye, û çîrokê bi curekî irfanî kuta dike.
Ev yek e di gel berçavgirtina nenasiyariya zimanê kurdî di gel felsefe û irfanê û nebûna piştivaneyek mêjûyî ji toreya kurdî re rastî karekî yekcar dijwar e. He rastî Xanî şahkarek mezin afirandiye ko şitaqek (hîç yek) li wan çîrokên evîndarî û erfanî nikarin di gel vê şahkarê beranberiyê bikin. Xanî di serataya Mem û Zînê de awa arifane di eşqa Xwedê de dibêje û dibilîne:
" Ey mettleê husnê eşqbazî
Mehbûbê heqîqî û mecazî
Meşûq tu yî bi fexr û naz î
Aşiq tu yî lêykî bê niyaz î"
Di van helbestana de Xanî dibêje ko Xwedê sereta û cihê helatin û higavtina cîwaniya evîndariyê ye, Xwedê mehbûba heqîqî û mecazî, yara zemînî û asimanî ye, Xwedê hem aşiq e hem maşûq, lê Xwedê aşiqeqî bêhewce û niyaz e . Ev beyta Mem û Zînê îşare bi vê ayeta Qurana pîroz e ko dibêje:
" Fesewfe yeitiyellahê biqewmên yuhibuhum we yuhubûne" (ayeta 54 li sûreya 5 dike). Wate bi van zûyana Xwedêyê hoz yan desteyekî bîne ko hez ji wan bike û ewan jî hez ji wî bikin. Arifan di şirovekirina vê ayetê de gotine: Her wisan ko beniyên Xwedê evîndarê Xwedê ne, Xwedê jî hez ji wan dike û evîndarê wan e. Lê hindekan di hember vê qiseyê de gotine ko evîndariya Xwedê ji beniyên xwe re curek hewcedarî ye, lê arif dibêjin peyva "hum" di vê ayetê de bi hesabê ebcedê dibe (45) ko beranber e di gel jimara ebcediya Adem. Û her ew emaneta ko dibêjin Xwedê roja elestê daye mirovan, her evîna bûyê.
Xanî jî he ji ber vê hindê ye ko dibêje. Xwedêyo!" Aşiq tu yî lêykî bêniyaz î"
Xanî di vê mesreê de evîndariya Xwedê û nehevewcedariya wî binecî dike û paşê dibeje:
" Mutleq tu mufîd û mustefad î
Bêşubhe murîd û hem murad î
Nûr î tu di husnê rûyê dildar
Nar î tu di qelbê aşiqê jar
Şem î ne ji qismê nûr û nar î
Şems î ne eyan tu perdedar î
Genc î tu di nêv tilismê alem
Kenz î tu eyan ji ismê Adem
Ev alem û ademê di meşhûd
Ev mumkin û masewayê mewcûd
Hemiyan bi te ye medare û debr
Feyyazê riyazê xelq wel emr"
Xanî di van beytana de bi ronahî dibêje ko Xwedê hem wêc û qazancê werdigre, hem qazancê distîne, hem mûrîd e, hem murad e, hem nûr û ronahiya ciwaniya rûyê dildarê ye û hem jî agirê evîndariyê ye di dilê aşiqê belengaz de. Xwedê yelmûma evînê ye, lê ne yelmûneke ko ji qism û newê agir û ronahiya cismanî be, Xwedê tavek e, lê di pişt perdê de ye, Xwedê xezîneyek veşartî ye ko bi navê adem ev xezîneya veşartî derkete eşkeretiyê. Lêre de Xanî îşare bi vê hedîsê dike:
"Kuntû kenzen mexfiyyen fe ehbebtû bi en urefe fexeleqtûlxeqe lîkey urefe" Xwedê fermayîş kiriye: Ez xezîneyek veşartî bûm, min dixwest bême naskirin, lewra min cîhana cismana û mirov afirand.
Xanî di van beytan de mesela wehdet di kisret û kisret di wehdetê de heldixe. Gorekî bîr û hizra arifan, Xwedê di hemû tiştê de heye û hemû tişt mezreh û nimûd û sîmbolek li hebûna Xwedê ye. Xanî li dû re dibêje:
"Ela lehuxelqû welemr tebarekellahû rebilalemîne"
Xanî li du gotinên xwe ra digre û dibêje:
"Emrê te bi lefzê kun du alem
Mewcûd kirin xerez çi? Adem
Adem bi xwe yek ji herdûwan e
Yek herf ji emrê kun fekane
Ev herf heqîqetên muheqeq
Hem emr e bi qudreta te hem xelq
Eşbah muresem in ji nasût
Erwah muwesem in bi lahût
Ev rûh û cesed bi cebr û îkrah
Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah
Nasûtî eger çi reng sefal e
Lahûtî ji pertewa cemal e
Xanî jî weke tewawî arifan li ser wê bîr û bawerê ye ko Xwedê giştî hebûnê seb xatirê Adem çêkiriye. Xwedê cîhan bi gotina yek peyva bibe (kun) afirand ko Adem pîtek li wê peyvê ye. Mirov hem cîhana cismanî ye û hem jî cîhana rûhanî ye lewra, ruh yan giyan asimanî û laş jî zevînî ye. Xanî li beytên:
"Eşbah muressem in ji nasût
Erwah muwessem in bi lahût
Nasûtî eger çi reng sefal e
Lahûtî ji pertewa cemal e"
Îşare bi musula Eflatûn
(Plato 428-347 BZ), dike û dibêje:Mirovên vê dunyayê jî weke êxsîrên şikefta ko Eflatûn nimûne hênaye, nikarin rastiya cîhanê bibînin, meger ko ewê zincîrê li piyê xwe vekin û ji şikefta vê cîhanê rizgar û aza bin. Xanî dibêje: Laş û tapo yanê şebehê me (reşayiya me) di cîhana zevînî û cismanî de neqişiye û rûh û giyanê me jî di cîhana rûhana rûhanî û asimanî de hatiye zincîr kirin. Cîhana nasûtî jêrîn e û cîhana lahûtî jî ronahî û pertewa cemala Xwedê ye. Xanî li dû gotinên xwe ra digre û di bara mezinayî û pileya here jore mirov de weha dibêje:
" Herfa ko me gotî neqşê hûr e
Lê meqsed û meniya wê kûr e
Zahir te eger numaye suxra
Batin ewe neqşê xame kubra
Mewcûd e di wê şehadet û xeyb
Meşhûd e di wê seyadet û eyb
Însan bi xwe hem zelam e hem nûr
Adem ji te hem qerîb e hem dûr"
Xanî di pey gotinên xwe yên pêş de digre û dibêje:
Ew pîta ko me gotî neqşek hûrik û biçûk e, lê amanc û mebest û wateya wê mezin û kûr e. Mebest li wê herf yan pîtê Adem e ko Xanî dibêje " Yek herf ji emrê kunfekane "
Wate Xwedêyo eger te mirov rû ve biçûk nîşan daye, lê di binêşê de ew mezin e, lewra ko neqşê qelema kibriyayî ye. Mewlewî arifê mezine îranî dibêje:
"Pes bi sûret alemê esxer tu yî
Pes bi menî alemê ekber tu yî"
Eger rû ve tu cîhanek biçûk î lê wate û meniyê de tu cîhanek mezin î. Xanî jî dibêje:
"Zahir te eger numaye suxra
Batin ewe neqşê xame kubra"
Lewra ko mirov ji du tiştên dijî hev hatiye afirandin: Ronahî û tarîtî, giyan û laş, cîhana diyar û nediyar. Hem nêzîkî Xweda ye hem jî dûrî Xweda. Dûrî Xweda ye cismanî û zevînî ye, nêzîkê Xweda ye rûhanî û asimanî ye. Mirov her çend rû ve biçûk e, lê di batin de lewra ko neqşa qelema kibriyayiye mezin e.
Di wan helbestên han de em di gel hemberanî kirin û hevtasaziyek dulayenî rûberû ne. Em mesela dulayeniyê (Senewiyet-doganegî) di şûnewarên Işraqiyan û mezhebê Zerdoştî de dibînin. Zerdoşt bawerî bi Xwedayê qencî û neqenciyê yanê xêr û şerê heye, ew cudayiya wan herduyan wisa bilind dike ko wana dijî hev nîşan dide. Lê Işraqiyan ko regeyek li mezhebê Zerdoştî di bîr û bawerên wa de xwiya dike evê dulayeniyê kêmtir û mulayîmtir dikin. Em evê dulayeniya Işraqiyan di pişka zore helbestên Xanî de dibînin, lê Xanî Işraqî nîne, ew li jêr kartêkirina Işraqiyan daye. Xanî arif e, arif her çiya ko dibîne tirişkdanewe û ispênekirana nûra xwedika (neynika) Xwedê dizanin. Yanê giştî bûnewaran xwedîkekê dizanin ko nûr û ronahiya cemal û ciwaniya Xwedê di wan de ispêne dike û tirîşk vedide.
Her wusan arif dibêjin cîhan weke neynikekê ye ko aliyekî wê reş û tarî û aliyê dî ronahî û çilvilok û paqij e. Layê tarî û reş cism û laş e, layê ronahî û paqij jî rûh û dil e. Dibêjin Xwedê xwest ko cemal û ciwaniya xwe bibîne û dîna xwe bide husn û cemala xwe, îca bo vê hindê cîhan û bûnewar wekî neynikekî afirand ta ser gotina hedîsa qudsî di wê neynikê de xuya bike û dîna xwe bide husn û cemala xwe. Vêca Xwedê perde li ber cemala xwe hilgirt û Adem kire neynika cemala xwe. Gava cemala xwe di wê neynikê de dît, bû evîndarê xwe. Xanî jî li ser vê bîr û bawerê dibêje:
"Ayîne te çêkirin mukerrer
Husna xwe di wan te kir musewwer
Husna te ye zîneta hebîban
Reşka te ye xîreta reqîban
Meyla te ye aşiqan dikêşît
Derdê te ye dil ji ber diêşît"
Yan di pesnê ciwaniya Sitiyê de dibêje:
"Ew senetê ûsitadê mutleq
Her çî ku didî digo huwelheq"
Xanî li beyta (26)ê re digel pesn û spasa Xwedê basê tewawî heyiya cîhanê û felsefa afirandina wan tiştana dike ko hebûna her yekê ji wan têra bunecîkirina hebûna Xwedê dike û dibêje:
" Ev renge felek hemî muezzem
Ev çendemelek hemî mukerrem
Ev karigeha ezîm û devvar
Ev barigeha bedî û seyyar
Ev çende zemîn digel enasir
Ev renge erez digel cewahir
Heywan û meadin û nebatat
Metlûb û meqasid û muradat
Ey baqiyê bêzewal û daim
Wey hadiyê bê fenayê qaim
Mulk û melek û felek bi carek
Bilcumla te çêkirin tebarek
Ev neh sedefê di pirr mirarî
Durrê di sipî şebê di tarî
Heftê di misalê durrê xeltan
Her şeş cîhet û çihar-i- erkan
Hersê weledê di pirr mewalîd
Xebra û sema di gel meqalîd
Lew’h û qelem û sewabit û ‘erş
‘Heywan û nebat û me’den û ferş
Zahir te kir ev qeder senayi
Peyda kirin ev qeder bedayi
Her yek ji edem kirin te peyda
Ibda kirin te bê heyûla"
Xanî di van helbestanan de di gel wê hindê ko îşare bi felsefa afirandina cîhanê dike, radigehîne ko cîhan hadise û qedîm nîne. Bawerî bi hindûsa cîhanê yek ji baweriyên mezhebê Eşerî ye. Emê evê hindê paşê şirovebikin.
Di helbestên han de Xanî dibêje: mulk û melek û felek, karigah û barigah, erd û enasir, erez û cewahir heywan û meden û şînawerd, neh tebekê asîmanan, yan neh felekên cîhanê, şev û roj, her heft stêrên gerok, her şeş alî û erd û esman, lewh û qelem û erş û ferş hemû Xwedê ji nebûnê aniye hebûnê. Pêşda ewana tune bûn, paşê bêyî madeya eweliye bêyî heyûlaya binêşeyî afirand.
* Lêrede ronkirineweyek bo beytên 44ê ta 49ê pêdivî ye. Gorekî bîr û hizra zaniyar û fîlosofên berê Xwedê pêşda eqlê kul afirandiye, eqlê kul jî bûye egera peydabûna nefsa kûlî. Li wan herdûyana neh tebekên asîmanan û heft stêrên gerok û stêrên rawestayî serrast bûne. Gera stêr û erd û asîmanan jî bûne egera peydabûna tebîetên çarane yanê: Serma, germa, hişkatî û teratî û herçar unsuran yanê: Av, agir, ax û ba. Neh tebekê asîmanan û çar unsur jî dibin egera peydabûna meeden û heywan û şînawerdan, ko mewalîdê selase yan zarokên sêyîne dibêjinê. Ewana heft tebekê asîmanan re bavê heftîne yan heft bavên asîmanî û ji av û agir û ba û axê re jî çar dayîk yan dayîkên çarîne digotin. Xanî ji durust îşare bi wê hindê dike û dibêje:
" Fîlcumle çi ewwel û çi axir
Elqisse çi muimin û çu kafir
Bê husnê te nîne wan wicûdek
Bê nûrê te nîne wan nimûdek
Hikmet ewe batinê û zahir
Qudret ewe xayibiyû hazir
Nînin te teheyyuz û temekkun
Emma we di wan dikî tewettun
Goya hemî cismek in tu can î
Goya hemî şehrek in tu xan î"
Dîsan Xanî dibêje: Xwedê tewawî cîhanê bêyî madeya eweliye yanê heyûlayê ji nebûnê aniye hebûnê. Dibêje: Tewawî heyiya cîhanê mezherek ji hebûna Xwedê ye. Her yek nimûd û sîmbolek ji Xwedê ye, Xwedê di tek tekî wan de veşartiye, bêyî ciwanî û husna Xwedê bêyî nûra Xwedê ew tiştane yek ji hebûna wan diyar nake. Her weha Xanî dibêje: Her çend Xweda di çi tiştî de cî nagre û teheyyuz û temekkuna wî çineye, lê di tek tekî wan de heye. Tu dibêjî qey tewawî bûnewerên heyî laşek in û Xwedê giyanê hemûyan e. Di van beytan de evê hizra arifane hildixe ko Xwedê nûr û ronahiya cîhanê û canê cîhanê ye. Hemû bûnewer bi ronahî û nûra ciwaniya wî têne xûyan û hebûnê peydadikin. Dîsan Xanî lêrede pirsa wehdet di kisret û kisret di wehdetê de ko binêşa bîr û bawera arifane hildixe.
* Li beytên 56ê ta 88ê bîr û baweriya mezhebiya Xanî ji me re ronahî dibe. Emê vira de îşare bi çend beytan bikin.
" Her çî divê bibî zelalê
Pabend dikî bi zulf û xalê
Her çî ku tu bînî ser hidayet
Vêrra bigirî bikî înayet
Hazir wî dibî meqamê melûm
Ger xadime wî digêrrî mexdûm
Bê sicde te ey cenabê mebûd
Adem kire qiblegah û mescûd
Iblîsê feqîrê bê cinayet
Hindî te hebû digel inayet
Her roj dikir hezar taet
Lewra ku te da wî istittaet
Wî sicde nekir li xeyrî mebûd
Gêrra te ji ber derê xwe merdûd
Yek sicde nebir li pêş exyar
Qehra te kire muxeledunnar"
Bi xwendina van beytana ji me re ron û eşkere dibe ko Xanî di mezhebê xwe de sunniyê şafiiyê eşerî bûye. Eşerî li himber mutezelê daye. Êşerî bawerî bi cebrê hene û mutezele bawerî bi ixtiyarê. Cebrî dibêjin, herçiya ko li cîhanê de diqewime û dê biqewime bi xwast û ferman û viyana Xwedê ye. Bêyî viyana Xewdê pelg ji darê naweşe. Eva ye ko Xanî dibêje, Xwedêyo, te hezretê Adem bêyî taet û ibadet û sicde kire qiblegaha cîhanê, lê Iblîsê feqîr ko şev û roj ji te re hezaran taet û ibadet dikir te ew her ji ber vê hindê ko amade nebû serê xwe ji bilî te ji kesekî dî re xwarbike, ji ber dergahê xwe raqetand û kire cehennemiyê herehereyî. Xanî di kutayiya Mem û Zînê de dema ko digel qelema xwe qise dike dîsan cebrîbûna xwe radigehîne. Ev bîr û bawera bi ronahî li beytên 2600ê ta 2653 re diyar dike.
Li beytê 94ê ta 189ê ko li pesna hezretê Muhemmed û çawaniya afirandina cîhanê û maracê daye, Xanê îşare bi burhana îmkan û wicûbê dike û dibêje:
" Eşya bi heseb delîl û burhan
Nabin çu meger wicûb û imkan
Wacib yek e zatê kibriya ye
Mumkin pirre cemê masewa ye"
Ev beytana li ser çawaniya afirandinê û egera afirandina cîhanê ko Xwedê giştî cîhanê bo xatrê hezretê Muhemmed afirand dom dike ta dighîje beyta 188ê.
* Li beyta 189ê re Xanî digel berçavgirtina hedîsa "Men erefe nefsihî feqed erefe rebehî" û digel berçavgirtina vê hindê ko çi marîfet û nasîneweyek paşî nasîneweya Xwedê mezintir û baştir û çêtir li xwenasîn û nasîneweya mirovan nîne, dest bi nasîneweya gelê xwe dike ko bi xwe jî endameke li wê komelê. Em evê jî bêjin arif yanê kesê ko irfanê bizanibe. Wateyek irfanê jî agadarî û zaniyarî ye. Mezintirîn û serratirîn taybetmendiya her
mirovekî zaniyar û guhorînkar û xebatkar agadarî ye. Mirovê agadar ew mirov e ko agadariyek giştî li ser hemû ho û egerên aqara jîna xwe, çawaniya hebûna xwe peyda bike û çi caran bi ruwalet û rûvayiya tiştan nexape û lêpa reng û rûyan nexwe. Lewra ji arifan re agadar dibêjin ko li ser gişt kar û barên madî û manewiye jînê agadar in. Arifê me yanê Xanî jî xwedanê vê taybetmendiya bilinde mirovaniyê ye. Ew her çend ko li gûna zor û zulma sultanên Osmanî û şahên Sefewî de dijî, lê pê gotin û nivîsîna Mem û Zînê:" Şerha xemê dil bikim fesane
Zînê û Memê bikim behane"
Piştî helêxistina evîn û irfana ilahî û derbirîna cîhanbîniya xwe û pesnê Xwedê û Pêxember hedîsa: Men erefe nefsihî feqed erefe rebbihî" Ji xwe re dike binêşe û gelê xwe dide nasandin.
" Sabit ke ku da ne naxelef bî
Da waqifê sirra men eref bî"
Ew bi çavekî komelnase û rewannase perdê ji ser çawaniya Kurdan davêje û li sedeya 17ê de ko hê bîr û hizra netewayetiyê li nav çi gel û welatî de nehatibû hilxistin, hildixe û jarî û belengaziya Kurdan her wisa egera wê belengaziyê destnişan dike û dibêje:
" Hindî ji şecaetê xeyyûr in
Ew çend ji minnetê nifûr in
Ev xeyret û ev uluwê himmet
Bû maniê hemlê barê minnet
Lew pêkve hemêşe bêtifaq in
Daim bi temerrud û şiqaq in
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêkra bikira me inqiyadek
Rom û Ereb û Ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî"
*Eflatûn dibêje:
Giyanê mirov di cîhana berîn de pêş wê hindê ko bikeve ser cîhana cismanî û bikeve laşê mirovan de, ciwaniya mutleq û rastiya ciwaniyê bê perde dîtiye. Gava ko di vê dinyayê de ciwaniya rûveyî dibîne dikeve bîra wê ciwaniya mutleq û dibe evîndarê wê. Ruhê mirovan di vê dinyayê de weke baldariyeke ko ketibe rekeh wate qefesekê. Ew baldara dixwaze vê qefesê ko cismê wê ye bişkêne û xwe bigehîne ciwaniya mutleq eşq û evîna mutleq pireke bo gehîştina evîna heqîqî û ciwaniya mutleq.
Arifê bi nav û bange Îranê Mewlewî jî dibêje:
"Murxê baxê melekûtem niyem ez alemê xak
Çend rûzî qefesî saxitêend ez bedenem"
Xanî jî dibêje:
"Saqî bike cama asimanî
Raha wekû rûhê cawidanî
Da em bikirin demaxê can ter
Yek lehze bi raha rûhperwer
Teisîri nefes bibit ji bo min
Teşrîhi qefes bibit ji bo min
Murxê dilê murde bête perwaz
Bê perde bibit teraneperdaz
Bedhal bibim seran bi derd im
Bê al ji batinê xeberdim
Teşbîhî neyê bikim terrenum
Totî sifet ez bikim tekellum
Da keşf bibin ji min keramat
Meşhûd bibin li min meqamat
Xelkê ji "yuhubbêhum " digergûn
Her çî ji ezel bûyî "yuhubbûn"
Da bên û biken ‘hikayetê gûş
Hindek bikirin xwe pê feramûş
Hindek bikirin bi can semaê
Hin pê bikirin ji dil wudaê"
Xanî jî di van beytana de bi curekî rûvayî ewê hindê radigehîne û basa murxê dil dike û dîsan îşare bi ayeta 54 li sûreya 5 ko mebesta wê ew e Xwedê evîndarê mirovan û mirov jî evîndarê Xwedê ye, Yuhubbuhum we yuhubbûne dike û dibêje: Meygêrê! Cama asimanî pir li meya giyanperwer bike ko ez pê wê meyê mejiyê giyanê xwe ter û têrav bikim, da ko qefesa laşê min bişke û ez xwe li holê rakim û baldara dilî ko dûrî hêlûna asimanî û dergahê rûhanî û îlahî bûye, wek neyê binalînim û miqamê evîndariyê lêdim da ko ew Xaliq û mexlûq, ew aşiq û maşûqê roja berîn, Yuhubbuhum we yuhubbûne bên û evê serhatiya evîndarane û arifane, sebuhoriya Mem û Zînê guhdarî kin û xwe pê bihîstina wê gum kin û di Xwedayê xwe de winda bin û bigehine qonaxa fenafîellahiyê. Xanî bi van gotinên hanê çîrokê destpêdike û çîroka Mem û Zînê jî he li ser vê bîr û bawerê vedihûne û bi wê şêweya eflatûnî baldara rûhê wan digihîne ciwaniya mutleq.
LI SER QEHREMANÊN ÇÎROKA IRFANÎ YA MEM Û ZÎNÊ
Qehremanên vê çîroka irfanî birtîne li: Sitî û Zîn, Mem û Tajdîn, Bekirok û Mîr Zîneddîn, Arif û Gurgîn, Çeko û Dayîn.
Sitî û Zîn, Mem û Tajdîn, Bekirok û Mîr Zîneddîn qehremanên sekerî ne. Arif û Gurgîn, Çeko û Dayîn jî qehremanên layekî ne. Xanî tenê ji bo kutakirin û hevanîna çîrokê li qehremanên layekî wêcê verdigre. Dimîne qehremanên serekî. Qehremanên serekî jî dibine sê desteya. Sitî û Tajdîn evîndarên cismanî û zevînî ne. Mem û Zîn evîndarên rûhanî û asimanî ne. Bekirok û Mîr Zîneddîn jî nûnerên xerabî û neqenciyê ne. Evîna zevînî û cismanî qonaxa tekûzkirina evîna asimanî ye. Eger aşiq û maşûq di evîna zevînî de pijiyan û tê da kamil bûn û gihîştin, di evînê de dişewitin. Eger li ser rûbarê dinyayê negihîştin hev dighîjin evîna rastî û evîna rûhanî û asimanî. Lê eger li evîna zevînî têper nebûn û he di meyla wusala cismanî de man, difewitin. Em di çîroka irfaniya Mem û Zînê de dibînin ko Sitî û Tajdîn he di cara yekê de ko hevdû dibînin, bo pêkgehiştina zevînî û cismanî hazir in hemû karî bikin, belam Mem û Zîn wa nîn. Bo nimûne gava ko Dayîn gustîlkê ji Sitî û Zînê dixwaze Xanî weha dibêje:
"Hazir Sitiyê nigîn deranî
De destê ecûzeya zemanî
Lê:
Zînê wehe gote Heyzebûnê
Min dil bûye werteyek ji xûnê
Gava wekû werte tête coşê
Wextê ko diket biket xuroşê
Teskîn diket ev nigîn dilê jar
Dem dem ko didem di çeşmê xûnbar
Zînhar eger dibî nigînê
Zû bîneve bo mi dilhezînê
Lewrra bi wê ye mi sebr û saman
Ew bo min e xatema Suleyman"
Yan gava ko Dayîn diçe gustîlkên Sitî û Zînê ji Mem û Tajdîn bistîne, Tajdîn bo wê hindê ko navbenda wî û Sitiyê xweş be û zû bigehine hev zûka gustilê dide dayînê, lê Memê gustilê nade:
"Tacdîni nigîn ji dest deranî
Da destê ecûzeya zemanî
Mem tê fikirî ko bêy nigînî
Kengê diketin medar û jînê
Go: daye tu min bidêre mezûr
Kê canî didet ji dest xew destûr
Ev xateme ism e ger tilism e
Min can ew e qalibê me cism e
Ev daye, tu qasidê hebîb î
Bê şubhe li derdê min tebîb î
Sedqa serê zîcemali Zînê
Mestîne ji destê min nigînê
Gava tu diçîve ey wefadar
Ev renge ji min bibêje dildar
Ew şah e eger çi ez geda me
Eltafê şehenşehane am e
Ez bende ne laiqê wusal im
Xursende bi sûretê xiyal im
Razî me ji ew qeder cemalê
Min bînite xelweta xeyalê"
Em dibînin ko Mem şeyda û evîndarê cemala asimaniya Zînê ye û daxwaza wusala zevînî nake û dibêje bila Zîn di xiyalê xwe de min bîne bîra xwe. Ev bîrhanîna xiyalî seratayek e bo evîna rûhanî û asimanî. Herwa dema ko Mem û Zîn di nav baxê Mîr de hevdu dibînin herçend ko tenê ne û wesayilê wusala zemînî ji wan re saz e, lê Xanî dibêje:
"Hubba du dilan ji heddê derbû
Ser heddê zerafetan kemer bû"
Zîn û Mem wusala zevînî û cismanî naxwazin, evîna wan evîna asimanî ye û ewana evîndarên dawên pak in.
* Me got ko Mîr û Bekirok jî di vê serhatiya irfanî de nûnerê şer û neqenciyê ne, lê egerê bineşeyiye negihîştina vê dinyayêye Mem û Zînê Bekirok e. Xanî gorekî bîr û hizra arifane ko dibêjin tewawî heyiyê vê dinyayê nimûd û sîmbolek li Xwedane, şer û neqenciyê jî he mezherek ji mezherên Xwedê dizanê. Lewra ew Bekirok jî ko bûye egera tekûzbûna evîna rûhaniya Mem û Zînê, û nehêlaye ewana bigihîjin wusala zevînî, wusala ko afet û aşîta evîna ruhanî ye. Di kutayiyê de li şaya serê evîna rasteqîneya Mem û Zînê digihîne pileyek rûhaniyê û dike dergevanê bihîştê.
Lê mîr ko binêşê de dixwest Mem û Zîn bigijîn hev û di dilê xwe de razî bi peywenda wan bû, her wusan di nîviya rê de poşman bû û destûra Zînê da ko here Memê ji xwe re azad bike, nagîje wê pilê û meqama rûhanî ko Bekirok gihîştiyê. Xanî li bara evîna zevînî û asimanî de dibêje:
"Ger şêx in û ger mela û mîr in
derwêş û xenî weger feqîr in
Kes nîne ne talibê cemalê
Kes nîne ne raxibê wusalê
Hin raxibê husna layezal in
Hin talibê qalibê betal in
Lakin hemiyan yeke yeqîn dost
Ferqa ku heye ji mexz ta post
Husna ku nebit çu hedd û xayet
Nabit ji bo aşiqan nihayet
Lê aşiq û bulhewes cuda ne
Hin faidexaz û hin fida ne
Canan teleb in hinek ji bo can
Hin can teleb in ji boy canan
Hin weslheb in ji rengê Tajdîn
Hin derdguz in wekî Mem û Zîn"
Evaye cudayiya evîna Mem û Zînê digel evîna Sitî û Tajdîn. Sitî û Tajdîn canan (Maşûqê) ji canê xwe re dixwazin. Lê Mem û Zîn canê xwe ji canan re dixwazin.
* Lê tişta here giring di serhatiya evîndaraneya Mem û Zînê de mirina mecaziya wana ye. Mem û Zîn herdu carekî dimirin û rûhê wan dighîjin hev û xelk pêkgihîştina ruhê wan dîsan zindî dibin. Dema ko Mîr ji karyarê xwe peşîman dibe û dibêje: Zînê here Mem ji xwe re azad bike, Xanî ji zarê Mîr weha dibêje:
"Dîsan tu herre digel xeberde
Qeydan tu veke ji bo xwe berde
Ey xunçeyê naşikufte sorgul
Bişkên qefesê derîne bulbul"
Zînê bi bihîstina vê mizgîniyê li ber xweşiya şanemergî dibe û nehiş dikeve û weke miriyan dikeve erdê.
"Zîna ku dused birîn li cergê
Ço haletê fewtê şadimergê"
Gava ko cemaeta heremserayê li Mîr tûre dibin û dibêjin, te çira Zîn kuşt tu bûyî egera mirina Zînê, Mîr dibêje:
"Mîr go mekirin xiyalê batil
Ew bêhuşê ez nebûme qatil"
Lê ehlê heramserayê her çend dikin û nakin Zînê li nehişiyê dernakeve û nayê serhemdê xwe, da ko kesek ji derda tê û dibêje, serê we xweş Memê temenê xwe da we:
" Yek hat ji derve nagehanî
Go, Mem mir û da we zindeganî"
Dema ko Zînê navê Memê dibîze ruh dikeve ber:
"Zînê mirina Memê bi guh ket
Goya miribû ji no bi ruh ket"
* Lêre de ye ko Zîn sira dilê xwe bal wan eşkere dike û pêkgihîştina xwe û Memê di cîhana ruhanî de li bal hemûyê servedike û dibêje:
"Can çûvo bi canî muttesil bû
Ev ruh bi ruhî muzmehil bû
Ruh im te ji dil dema riza da
Şah im te di mulkê ten sela da
Cismê mine bênewa giran bû
Ruha mine natewan rewan bû
Derhal ji qalibî bi der ket
Şewqek ji ruha Memê bi ber ket
Wan terk kirin serayê fanî
Lew çûne cîhanê cawidanî
Har çî ku qebûl neket mekanan
Dê seyr biket di lamekanan
Hûn vê seferê xelet mexûnin
Şahid ji mirra muqerrebûn in
Gava weku can ji ten rewan bû
Canan ewî dît û can bi can bû
Fîlcumle ji merkeza turabê
Ew zerre gihane afitabê"
Di vira de Xanî bi zimanê Zînê gihîştina ruhê evîndaran bo hev û gihiştina wan bo zatê heq ko armanca serekiya arifan û kutatirîn pileya irfanê yanê qonaxa fenafîellahiyê ye, radigîhîne û paşê dîsan bi zimanê Zînê dibêje:
"Şêxê wekî ez bi dil murîd im
Ew ruhê rewane ez qedêd im
Her çend li ba we navî Mem bû
Lê padişehek elahumem bû
Bû layiqê ferrê padişahî
Meqbûlê teqerruba ilahî
Qelbê wî ye wadiya muqeddes
Ruha wî bi nûra heq muqebbes
Hilgirtim û birme Tûrê Sîna
Bînende kirim digel xwe bîna
Îname derê ji vê hicabê
Ev zerre gihande afitabê"
Lêre de em dibînin ko Memê di rêka evîna rastaqîne û asimanî de gehîşte pileyek wusan bilind ko bû meqûlê teqerruba ilahî û qelbê wî ko weke çiyayê Tûrê Sîna ronahiya xwe li heq vergirtibû, bû egera wê hindê ko ruhê Zînê jî ko weke zerreyekî bû gîhande afitabê û ew jî digel xwe bire wadiya muqeddes.
Piştî hingê Zînê van sir û razana ser vedike, bi destûra Mîr "Sed cariye û Sitî û Dayîn" çûn ko Memê li bendixanê derxin. Lê gava ko gihîştin zindanê dîtin ko Memê:
" Durrdaneyê Bêbehayê canî
Derdayê ji dest xwe rayiganî"
Ewana çawaniya qewimînê ji bendiyan dipirsin:
"Xelqê ku digel Memê giriftar
Gotin ku me dî ji sethê dîwar
Berqek bi eceb Memê bi ser ket
Şewqek ji serê Memê bi der ket
Yek şubhetî roj û yek çu hîv bû
Yek şubhetî zêrr û yek jî zîb bû
Ew şems û qemer ku mettesil bûn
Derhal bi pêkve muzmehil bûn
Gava wekû pêkve muqtebis bûn
Ew herdû li zewiê munekis bûn
Ew reng kiriyan munîr û rewşen
Zindan li me kirne sehnê gulşen
Mem jî bi vî rengî bêxeber bû
Xûna dilê wî bi derve der bû"
* Xanî dibêje ko hemsuhbetiya Memê di bendiyan de jî eser kiribû. Kar li ser wan kiribû, ko ewana li jêr kartêkirina Memê çavê dilê wan roşin bibû û karîn ewê dîmena han, wate teceliya ruhan bi çavê ser bibînin. Xanî li dû re dibêje ko teceliya ruh tiştekî rast e, evê hindê înkar nekin. Ew yeka hulûl yan nesx û xurûc û duxûl nîne. Ew tenasuxê erwah nîne. Belkû ew tiştekî rast e, wekî xewnekê ye. Lê xewn tiştek li şihûda nivîşkane, teceliya ruh ser xewnê re ye.
Gava ko Sitî û Zîn, cariye û Dayîn rastî laşê bêgiyane Memê tên, herçend dikin û nakin, nikarin Memê ji nehişiyê rakin:
"Hindî ku reha dilî dişandin
Hindî ku gulav lê reşandin
Wan sehnekirin di cismî canek
Illa ji serî diçû duxanek"
Daku:
"Zîn hat û ji pêşve bû hewale
Bedrê ku veda ji ber xwe hale
Burqe ku veda ji ber cemalê
Xurşîd numa digel hilalê
Zînê wehe gote wî bedîhî
Qum ya ceseden nefexto fihî
Şewqa xeberê di wê şepalê
Berbûyê serê di wê şemalê
Wî dûyî qebes ji şewqê ragirt
Qendilê qefes qebes ku dagirt
Ew xelwetiyê di êtikafê
Rabûve bi niyyeta tewafê"
Pişta Xanî ji zarê Zînê got ko qelbê Memê wadiya muqeddes e û ruha wî ji nûra heq bizot û nûr vergirtiye û Memê bi evîna rasteqîne ew nûra ko cemala layezal e, berda ye dilê Zînê, vê carê jî Zînê îca nûra dilê xwe berdide serê şemalka vemiriye laşê Memê û ruh bi laşê bêruhe Memê dixe û ewî zindî dike. Xanî bihanîna ayeta 29ê li sûreya 15ê ji Qurana pîroz " Qum ya ceseden nefexto fîhî" zindîkirina Memê bi destê Zînê digel zindîkirna Adem bi destê Xwedê beranber dike û wana dide berhev. Xanî cemala xwe û cezebeya Zînê pişkekê ji cemala layezalî dizane û dibêje, çawa Xwedê bi cemala xwe pufî qalibê bê giyane Adem kir, Zînê jî wusan Memê mirî vejand. Piştî hingê Xanî bihanîna vê beytê:
"Perwaneyî şemwê teyîsa
Wer murdeyî hate ser te Îsa"
Îşare bi zindîbûna miriyan bi destê hezretê Îsa jî dike û evê hindê digel wê yekê jî beranber dike. Çawa miriyên mûcîza hezretê Îsa bi evîna dîna tecelaya heq di rûyê Îsa de zindî dibûn Memê jî bi evîna dîna rûyê Zînê ko tecelaya cemala Xwedeyê zindî dibe.
Piştî wê hindê ko Mem zindî dibe û digel Zînê dikeve qisadanê, ew cemaeta ko li wê derê bûne, dibêjin, Memê rabe em biçin ba Mîr, Mîrê ko destûra zewaca te digel Zînê daye, rabe mirazê te hasil bû. Memê weha bersiva wan dide:
"Ez naçime hezreta çu mîran
Ez nabime bendeyê esîran
Mîrê ku mirin hebit ne mîr e
Mezûlî hebit ewî esîr e
Em çûn hizûra mîrê mîran
Wî hakimê hakim û feqîran
Ê çêkirî neynûka cemalê
Tîra xwe numa bi zulf û xalê
Fanûsa beden kirî mutella
Têda ji mirra kirî tecella"
Li dû wan gotinana re Memê dibêje, em pêkgihîştina vê dinyayê naxwazin, emê herin bihîştê û hûr û xilman çav li riya me ne ko daweta me bikin. Emê di bihîştê de bigihîjin hev. Lê bihişta me bihîştek dî ye:
"Lê cinneta aşiqan cuda ye
Mîad liqaya kibriya ye
Alître ew ji baxê rizvan
Naguncine wê çu hûr û xilman"
Memê li dû van gotin û daxwazane re dimire:
"Gava ewî kir temenna axir
Dergah vebû li ber wî hazir
Teyrê ku qefes li ber vebûyî
Ew reng firrî wekî nebûyî
Şehbaz ji qeyda merkeza ferş
Prewaz kir û gihîşte zulerş"
Xanî li vira de dîsan îşare bi baldara ruhî dike ko ji hêlîna xwe ya binêşî dûr ketiye û dîsan diçe digihîje binêşe û heqîqeta xwe.
* Em dibînin ko Xanî di vê serhatiyê de Mem û Zînê di pileya here jêrîn ko rojekî li cil û bergên guhorî de tolazî dikirin bi saya evîna rasteqîne digihîne pileya here bilinde ruhaniyê û zereya wicûda wan digihîne afitabê û baldara giyanê wan digihîne hêlûna binêşeyî û giyanê wan digihîne canan û ewana digîjîne cîhana cawidanî û heqîqetê. Eve rêbaza arifan e. Arif dibêjin mirov dikare li saya evîna rasteqîne de û destkişandin ji daxwazên vê dinyayê û fenaya xwe bigîje beqaya ebedî û bigîje heqîqeta Xwedayî:
"Fanî mebitin fenayê mutleq
Nabînitim ew beqayê bilheq
Fanîtî ji bo wîrra beqa ye
Baqîtî ji bo wîrra leqa ye"
Xanî mirina mecaziya Mem û Zînê teceliya ruh dihejmêre. Ew layekî dixwaze pileya here jorîne evînê ko li rastiyê de fanafîellah û gihîştina zereyekî bo tava ehediyetê nîşan bide û layekî dî jî radigihîne ko pêkgihîştina zevînî bend û sedek e bo pêkgihiştina asmanî. Xanî bo nîşandana vê hindê dest davêje bikaranîna şêweyek taybet û nenasiyar û neasayî. Şeweyek wusan ko hem jortirîn pileya tekamulê nîşan dide û hem jî evîn dibe evîna ruhanî. Ruhê Memê û zînê li pêş cemaetê de dighijîn hev.
* Mirov li bara mirina mecazî yan bi gotina Mewlewî mirina pêş mirinê de dikare sê pirsê giring bide ber çavan.
Ya yekê: Mirin û zindîbûna Memê û Zînê di kerametê arifan de tiştekî hêjayî bûnê ye, arif bi îzn û destûra Xwedê dikarin tiştê weha bikin çawa ko Mewlewî arifê mezinê Îranê dibêje:
" Ewliya ra hest qudret ez Ellah
Tirê ceste baz arendeş zi rah"
Wate: Qudret û karîna ewliyayan ji karîna Xwedê ye. Ewana dikarin bi qudreta Xwedê tîra ko ji kevên derketiye li nîviya rê de bizivirînin ser ciyê wê.
Ya duyê: Hindek arif li ser vê bawerê ne ko eger mirov gihîşte jortirîn û serratirîn qonaxa teequlê ko qonaxa eqlê feal dibêjinê, dikarin ruhê xwe têxin ixtiyara eqlê xwe ko ji wê hindê re mufariqetê nifûs min el ebdan yanê cudayiya can ji laş dibêjin.
Wate: Eger mirov gihîşte wê pileya teequlê, her gava ko bixwaze dikare ruhê xwe ji laşê xwe derîne û dîsan vegerîne laşê xwe.
Memê jî di zîndanê de dibe sofî û paşê ta pileya şêxîniyê jî diçe, çawa ko Xanî dibeje:
"Sofî ko gihîşte kuncê xelwet
Şêxînî gihand meqamê wehdet"
Mem di zindanê de digihîje axirîn pileya irfanê ko pileya wehdetê ye. Di vê qonaxê de salik tenê tiştekî dibînin û ew tişta jî her heqîqeta mutleqe û bes. Xanî dîsan ji zimanê Zînê dibêje ko Mem Şêx e:
"Şêxê wekû ez bi dil murîd im
Ew rûhê rewanê ez qedîd im"
Yan gava ko Memê di zindanê de ye, Xanî ji zarê Memê dibêje:
"Sofî me û sewmie nişîn im
Xoş talibê nûra rûyê Zîn im
Hasil qewimî meqamê mûtû
Bermewcibê qeble en temûtû"
Vêca Memê jî gorekî vê bir û rayê dikare rûhê xwe li laş azad bike û dîsan bi teceliya rûyê Zînê ewî vergerîne ser ciyê xwe. Xanî pêş vê qewmînê gava ko Memê di zindanê de ye, bi hînana hedîsa: "Mûtû qeble en temûtû" Mirina pêş mirinê ji Memê re pêşbînî dike.
Ya sêyê: Hunur û fendekî çîroknivîsiyê heye ko dibêjinê flaşforward. Flaşforward li himber flaşbakê de ye. Flaşbak ew e ko nivîskar demên bihurî û bîreweriyên çûyî di bîra qehremanê çîrokê re derbas dike. Lê flaşforward dahatiya ko neqewimiye, qewmîna ko dê biqewime, di bîra qehreman re derbas dike û tîne pêş çavên wî. Xanî jî digel wê hindê ko li evê teknîka çîroknivîsiyê wêcê verdigre flaşforwardê li qonaxa zêhniyetê digehîne qonaxa eyniyetê û ewê bi navê teceliya rûh nîşan dide. Ev hinde gorekî bîr û raya irfanê heman fenafîellahî ye.
Lê Mewlewî arifê îranî ji vê hindê re digel berçav girina hedîsa "Mûtû qeble temûtû" mirina pêş mirinê dibêje:
"Mergê pêş ez merg în est ey feta
În çunîn fermûd ma ra Mustefa
Goft mûtû kullêkum min qeble en
Yeitiyelmewto temûtû bêlfêtên"
Mewlewî evê hindê li çîroka temsîliya Totiya Bazirgan de tîne û dibêje:
"Qissêyê tûtiyê can zîn san buwed
Kû kesî mehremê murxan buwed"
Wate: Çîroka Totiya Can jî her wek vê ye, lê kanê ew kesê ko bibe mehremê baldaran.
Bi vê hindê em digihîjin vê akamê ko çîroka Mem û Zîn çîrokek irfanî ye. Xanî arifekî tam e. Ew çîroka xwe li jêr kartêkirina irfana îranî dinvîse. Xanî digel toreya farisî baş nasiyar e û ewî tewawî zanistên gûna xwe bi başî zaniye. Digel şûnewarên hozan û torevanên mezine Îranê yên weke: Firdewsî, Sedî, Hafis, Camî, Ettar û Mewlewî baş nasiyar bûye. Çîroka wî di bara bîr û hizrên irfanê de birekî li jêr kartêkirina Işraqiyan, bîr û hizrên Şêx Şehabeddînê Sorewerdî daye. Lê bara toreyê de jêr kartêkirina Nizamiyê Gencewî de ye. Heta kêşa helbesta Mem û Zînê jî li ser kêşa Leyl û Mecnûna Nizamî yanê kêşa "Mefûlu mefaêlun feûlun" de ye. Lê her wekî me pêşda jî got Xanî li ser wana re ye. Xanî bêyî piştewaneya dîrokiya toreyî di toreya kurdî de ev çîroka nivîsiye.
Xanî ne wekî ewanê dî ko çîrokên irfanî nivîsîne û irfan tenê li seretaya çîrokê de xebitandine, belkû ewî bîr û hizra irfanî di seranserî çîrokê de raçav kiriye.
Her bijîn!
Ez gorî we me