Berbiskên helbesta min windane
Ji xuhdana têkoþerî gelek dema
Reþka çavên hemî xema
Helbestekê tevna xwe ya pîroz çinî
Li beroja serketina dixemilî
Rengê xwe da çol û çiya
Di bergeha serbestî de
cihên piyên xwe çêdikir
Li ber ava þaristanî hat û çokir
Biska rojê li anîka wê zer dikir
Di asmanê þanazî de estêrekan
li pey heyvê li berbanga dimiçiqîn
Dêmê zevî
ji bo xemla vê helbestê
nimêjkirin nimêjkirin
Pîrejina dayika þehîd piþta xwe da
warê þîn û derbiderî
Li çîroka bêçariyê derî dada
wê bexçika êþ û jana
li bin serê þehîdekî nenaskirî binax dikir
wê kovanên cerg û dila bi xweþ gotinên
vê helbestê pînedikir
dilorand û axa ziwa li ser sînga goristanek
wê þildikir
ji bo taþtê firavîna biçûkên xwe nan dipêje
zersimbilên liqata par serkutdikir
lê nedêra û jê nexwar
Babelîsoka gunehkarî ji baþûr û ji bakur hat
Liqata par û ya pêrar talan dikir
Pîrozgeha perlemanî kelha kurdan
dihêrivî dîwar ketin
Gulbiþkojê nû hêviyan ên xweziyan
di gerûya azarî de
xwe dikuþtin xwe dikuþtin
Heyvê barkir
di xurçika hewravekî reþtenî de
Rûyê sipî xwe dipoþa
êþa salan pelû dikir
Li ser laþê seretanî derda
min nezanî
li beyarê bêbextiya
quloçên berberiyan þax vedane
neperûþkên kîneberî dirêjbûne
dixepêrin çavên sala,
kujyên dema
Divêvirîn ji nû reþkavolî xeman..
Min go çima
Li pencera baþûrî dil
vê kevokê ser daniye li ser xema
li hêlîna xwe nebane
Min nezanî
Welatekî bê demsal e
Buharekî gulkujêne
Min nezanî
Ko berbiskên di helbesta
min windane