Nameyeke kevnenû ji torîna þengepîroz re

Ismaîl Taha Þahîn

Torîna min!

Torîna xewnrojkên minê rûtek

mebêje

kî dê serê xwe dante:

Ser balîfkên serê te

Te ez bivêm, te ez nevêm

Ne tu diþêyî bijî bê min

Ne ez diþêm bijîm bê te.

Evîndarên helmeke bayê evînê

Evîndarên kul û kamên serwinda

bi germî ji min hez dikin

Serkirînkên stûyê þêran diqirînim.

Çavê rûviyan dialîsin

da xemên terxanan pê verevînim.

Ne þiyan bi darê zorê

min ji dil wan derxînin.

Ez çavekî darkirî me ji rûndikan

Hêviyeke benestû me

na xendiqim.

Torîna min!

Dema ax dibête hilm

Hebûn hemî li ber min dibête ax

Nawiska evîndarên wêvetiran

min pê çêbit

Nahêlime sax.

Were da em destgerdenî hev bibin.

Da rastî hêlînka xwe

di sîngê me de ava kit.

Li kinarê dilê me biêwirit

Xwezîkên me

li mêrga evînê biçêrin

Da ferhenga zimanê me

piþt li ferhenga peyvan nebitin

hevdijan li hev neêxit

axaftinan varê nekit.

Da ez û tu di bin saya evînê de

bibine serek

serên bê ser

xwe pê bigirin

Di kirasê vîna me de

zencîra koledariyê bibizdînin

Koledaran bin çok bikin

Kamên kûvî vehewînin.

Axa bin pê te pîroz kin.

Þenge Torîna pîroz!

Ne þayî pîroziyê ye

ji min dûr bî

ji te dûr bim.

Di gewriya min de naçit

her ro dêwekî guhderzî

talûqê canê te bibit

di bin kerb û kîna wî ve

þev û rojan bilerizî.

Torîna min!

Ji deziyê zuha pêvetir

di guhê min de nîn e.

Xemla bihara dilê min

bi viyana te her þîn e.

Di pîstê bêdengiyê de

sing hilkêþan

ho li mirinê mijûl kirim.

Kirtêna danê duker

di mala min de nehêlan.

Xwezîkên min þipne kirin

Yan ji tevê xweþtir ew e

ez nemirim.

Torîna min!

Lêmiþteke kovanan da ser êminiya dilê min

Ew lêmiþt bû xencerek

kamên tênî serjêkirin .

Barûvên kerb û kîna reþ

evîndarî kire mirin

çinku piþta xwe nadime

mirovê di sîngê min de.

Hêviyên tênî avdidit

Di bin çadira xweþmiroviyê

xwe diqelêzte riha vînê

bo mirina min

barove û lêmiþt pê xirin

lê namirim.

Ji dîmenên cenga mezin

Sebrî Botanî

Bi gotina Apê xwe bikin, hûn poþman nabin, werin, herin Wanê û Gola Wanê, herin Bedlîs û Tetwanê, herin Qars û Erdehanê, herin Nemrûd û Sîpanê Xelatê, herin Agirî û Araratê.

Ji xwe re herin çiyayên bilind û þaþik sipî, kelehên mezin û dêrîn bibînin. Her kelehek ji van kelehan hezar tiþtan dibêje. Li hindav û nêzî Wanê û Gola Wanê kelehên mezin û dîrokî hene; du keleh ji van kelehan li raserî lêva golê ne, herdû jî li ser tatên pan û mezin hatine nijandin


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST