Xewnzan
Ev xewn, bi te re; mîna lêpirsîn û sergêjahiya
biyaniyê û mîna dilbijandina masiyên di kûrahiya te de miþextbûyî, bi rê
dikeve. Tu, di sergerdaniya tarûmarbûyî de dibezî. Bi bêdengî, tu, bi gunehên xwe
sîberên xwe dikujî: Namirin! Ev xewa pîr jî, wek kolanên bêzariyê:
- Ne gor e û ne jî term e.
Rêkewtekê* wek ko kor be û bangekê wek ko mest be, tu dibihîzî:
- Nizanim ma gelo ev çîrokek e û kolana zaroktiyê dagîr dike yan jî sîbera çûkên efsanewî ye; çûkên efsanewî yên bîrê ko ji xafiltiya Xwedê reviyan û li ser zeviyên gumanê bi þevdêrî sirûdên tenhatiyê distirên!?
Bi hêviyek e sar. Bi rûyekî jibîrbûyî, misewgeriyê dixapîne û diçe nav deryaya nediyariyê. Di gemiyên gêjahiyê de, oqyanosa jibîrkirinê te dadiqurtîne û bi baskên þilbûyî yên pêlan, tu radiçelqî:
- Ev xewn li kîjan îstegehê xewnê bi min dibîne!
Kolana zaroktiyê? Hebûna xweliyê? Sirguna bêzariyê? Yan jî bîreke bê jeografya? Li wir, kolan xewnan dibînin Kolanek e û hawarî zaroktiyê dike. Guman jî, bi alîkariya bagerê; pelên xwelîreng ên jibîrkirinê bi ser nediyariyê de belav dike. Galîskeya** bêzariyê jî, vê xewnê, di jeografyayeke falicbûyî de, digindirîne:
- Ji vir a bê cih û war, ev ez im, didim rê û þûnþopa xwe di bin lingên qonaxan de dihêlim. Mîna seferê bi çavên te dibihurim:
- Min nahêwirîne!
Li wî alî çavên te, stûnên baranê bi firê dikevin û edema destê evînê, rimê davêje bêbaweriyê û gerdûn jî li ser bênahiya çavên bêhûdeyiyê ava dibe.
Li vî alî çavê te, kurtepista lêvên neagahiyan e û Xerîzeya surryalî ya helbestan e.
Ev xewn te diyarî vê pirsê dike. Ev pirs e û di kolana tenhatiyê de sefer dike.
Ev xewn mîna lêpirsînê ye, mîna sergêjahiya miþextiyê ye, navekî diyarî vê edemê dike:
Li vî alî . . . Li wî alî!! Li wir . . . Li vir.
* Sudfeyekê
** Erebane