ÞEVÊ

Mihemed Efîf Huseynî

Mihemed Efîf Huseynî

Amûdê yekemîn bajarê tozê bû, piþtî wê, çend bajarên dîtir rûpelên xwe yên ko balende û toz li ser wan kom dibûn, vekirin.

"Hec Ebdû" xanimên xwe yên bedew bi xwe re anîn, "Þevê" jî xanima ko tu kesî ji xelkên Amûdê di jiyana xwe de neþiya wê bibîne pê re bû. "Þevê" xwe þanî bûneweran nedikir, tenê "Dawidê Medîna" pasvanê ebedî yê kevirên Amûdê û pasvanê payedariya wê ya di navbera misînên sifir ên mizgeftê û îmamê xwîngerm de dabeþ dibû, li ser "Þevê" dipeyiv" û digot:.

"Þevê" ne keça "Hec Ebdo" ye, lê neviya mîrên ermeniyan e, mîrekî kurd li nik ewrên koçbariyê û rengên dijwar ên li kêleka Gola Wanê pêrgî wê bûbû, ew revand, û piþtî sê mehan ligel "Þêx Seîd" bi sêdara hiþk ve li ba dibû. Mîr baskekî xweristiyane yê Þêx bû, dema ko trênên tirkan sor dibûn, lê ewle dibû, û dema ko biharê toza gulbiþkêvan dihingivand bêvil û sînga nexweþ, ew dida alî... Wexta ko hatin girtin, Mîrê "Þevê" piþtî Þêx Seîd hatibû daliqandin... Çi hechecîk ji þaþika wî nefiriya, mirina wî jî çend kêlîkan dereng ma, "Þevê" çavdêriya wan dikir, wexta ko mêrê wê hilkiþiya sêdarê, bi merdî tirsiya, û cîhan tev li paþ xwe hiþt:

- Mîrê min! Ez çi navî li kurê te bikim?

- Birîndar.. Birîndar Þevê Birîndar.

Ew baþ zeftkirin û serê wî radan kîsekî ji kitana sar û zû bi zû lingên wî li ba bûn û qirika wî çemiya.. Ne toza gulbiþkêvan ji erebanan derçû û ne jî Mîr dikarîbû cara dawîn hilma "Þevê" bîn bike.

"Þevê" ligel yekemîn karwanê mihaciran berê xwe da Amûdê, û Amûdê hêdî hêdî mezin bû:

- Em dê xaniyekî ji keviran û axurekî biçûk ava bikin.

Ji bilî çarox û destên ko alavên kar bûn, tiþtekî "Hec Ebdo" nîne, kevir li ser kevir, zemînê bi hêzdariya xwe mit û mat dike û bi hêminî qoçanên xwe pêþkêþî esmanê Amûdê dike:

Nexwe mirov bi kevirên sipî û mezin dikare herdemiya vî bajarî derbas bike!

- Lêbelê kê ev kevir anîne vê derê?

- Herikîna xwînê "Þeva" min, ey kelpîça min a giranbuha!

Û Amûdê hewcedarî pasvanekî û goristanekê ye, hewcedarî meya Mêrdînê û hiriya pez e, hewcedarî tûtina "Sado" ye; hewcedarî hespên, ko di nav mayinan û sînoran û bîna serleþkeran de. bi hêminî dihîrin.

Li rada mehekê toz li ser destnivîsê kom dibû... Tozeke nerm... Tozeke þaytok û bi tenha, tozeke li ber çavên "Hec Ebdo" derngmayî ye, û "Birîndar" neviyê sala 1925 an ji dayik dibe.. Qonaxine dûr û dirêj birîbû, ji maka "Þevê"ya xemgîn berbi ahenga kevirên di nav destên "Hec Ebdo" ve, dihat, dergûþeke textînî jê re çêkirin û gerzela kewan danîn ber serê wî.

- Bi qebqeba xwe dê bavê wî di bîra wî de bînin.

Cifniyên mezin ên ji sifir, misînên ji sifir, zanîna koçbariyê ya ji sifir, porê "Þevê" yê ji sifir, kuþtiyên Amûdê yên ji sifir, Mîra gustîlka ji sifir, sifir çingeçingê digihîne guhên "Birîndar", û kevir bi avahiya xwe ya nerm dinixume, mîrlikên ko bi kar û barên xwe mijûl dibin, û helbestine ko binemalê kurt dikin û bi derengî di " Hawarê" de belav dibin.

- Sifir dixwin.

"Hec Ebdo" çaroxa xwe li xwe dike, û di jibermaya cîhana xwe de dimire.. Zû dimire.. Gopalê bi sifir neqiþandî, çaroxa mezin a sor, þaþika qalind, û demjimêra bêrîkan a ji zîv, û vagona trêneke dûkelî, refikên bilind û pêçeka nexþeya Amûdê, kevirên ko li nêzî mirina wî mabûn, tiþtên wî yên dilovan, û qefda xemgîn a çarþemba wî, li ser darbestê dirêjkirî ye, û çarþema ko ew berbi sînor de dehf dabûn, tîne bîra xwe. kavilên gundan û wêranê tîne bîra xwe, derbirîna nû ya sifira pîremêriya zû hatî tîne bîra xwe.

"Hec Ebdo" li ser darbesta bizdayî dirêjkirî ye û bi awakî kûr dirame, bi çavên xwe yên girtî Melayê xwîngerm dibîne ko çawan li lingên wî yên mezin temaþe dike, li wî xaniyê li teniþt mirinê, kevirên xwe û laliyên xwe yên ji sifir tîne bîra xwe, herdû çavên xweþik ên "Þevê" tîne bîra xwe, tenhatiya dilovan a mîrlika xwe ya biçûk tîne bîra xwe.. Mêranî lê vedigere lê nikare, hest dike ko hêminî wî pûç dike, lewra ji hundir derdikeve û di hinavên xwe de hemî kesên ko wan naskiribû yên ko hergav linik kevirên koçbariya wî diman, berhev dike.

Tîne bîra xwe.. Û "Birîndar".. Ax.. Birîndarê ko bi çarpiyan berbi wî ve diçû, lê nikarîbû ew himbêzkiriba.. Xweþik nayê bîra wî, lê dibêje:

- Eger mirin wilo ye îca ji bo çi ez nafirim?

Û Winda dibe.. Winda dibe.. Difire, ji kevirên xwe û ji xanimên xwe yên xweþik dûr dikeve, nêzîkahiyê li axa Hesenê Gunreþ dike.


Here vir:

BERGEH
KOVARA DUGIRÊ
BAGOK
DOST